logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Em ê çawa vê birînê bi hev bidin nasîn û vê xewnê şîrove bikin?
  2. Siyasetmedarên ji Bakur wê herin Rojava diyar bûn
  3. Li Hewlêrê leşkerî fransiz hat kuştin
  4. Festîvala Fîlman a Stenbolê beşek ji fîlman eşkere kirin
news-details

Mazlum Ebdî li ser şerawestinê û entegrasyonê peyamek belav kir

  • Dîrok: 22/01/2026
  • Beş: Nûçe

22'yê mehê, nûçeyên li ser Rojava... Tiştên derkevin pêş li vê derê dê bêne belav kirin.

....Ev nûçe tê nûkirin...
 

 

McGurk: Kurd şirîkên jidil in, gere em wisa nêzî wan bibin
Kordînatorê berê yê DYA'yê yê Rojhilata Navîn Brett McGurk vê êvarê li ser X'ê peyamek belav kir û got, "Bakurêrojhilatê Sûriyeyê di nav metirsiyê de ye. Divê şerawestin bidome. Ewlehî bê sistkirin bi taybeti li cihên ku DAIŞ'î girtî ne wê ji bo qada navneteweyî encamên xirab derxe holê. Li temamê Iraq û Sûriyeyê kurd şirîkên jidil in û divê em wisa nêzî wan bibin.  Bi saya wan dinya gelek bi ewle ye."
*

Serokomarê Fransayê Macron û Ebdî bi telefonê axivîn
Mazlum Abdî bi ser X'ê re got ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron telefona wî kiriye û gotiye, "Em piştgiriya hewldanên ji bo şerawestinê dikin û ji bo Suriye vegere ser diyalogê û muzarekeyê, ji bo çareseriyeke mayînde çêbibe hewl didin." Me li ser peymana ku ligel hikumeta Sûriyeyê me çêkiribû jî em axivîn.
*

Mazlum Ebdî li ser şerawestinê û entegrasyonê peyamek belav kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî bi ser hesabê xwe yê X'ê re peyamek belav kir û got, "Me hevdîtineke avaker û berhemdar bi nûnerê Amerîkayê Tom Barrack û Fermandarê CENTCOM'ê Admiral Brad Cooper re li Herêma Kurdistanê-Iraqê pêk anî.
Piştevaniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û siyaseta serokê Amerîkayê Trump ji proseya agirbestê, hewldanên nûner Barrack ên vegera li diyalogê û danûstandinên di navbera me û hikumeta Sûriyeyê de ji bo me mijareke cidî, xwedî girîngî û cihê pêşwaziyê ye.
Em ê bi hemû derfetên xwe, bi awayekî cidî, ji bo entegresyona rastîn û parastina agirbesta heyî bixebitin."
Ebdî îro li Hewlêrê li rayedarên DYA'yê hevdîtin pêk anî bû.
*
Ozgur Ozel: Ez xwe wekî xizmên kurdên Sûriyeyê dibinim
Vê êvarê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel beşdarî bernameya KARAR TV bû.
Nivîskarên rojnameya Kararê Elif Çakir, Akif Beki û Taha Akyol pirsin, Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel jî bersiv dan. Ozer li ser Rojava jî axivî.
Va ne çend gotinên 
- Li çapemeniya desthilatdarî heta duh digotin 'Tiştên ku yên me dizanin hene' û piştgirî didan pêvajoyê; niha ji nişke ve bûn neyarên kurdan.
- Feresatek heye dibêje, li Sûriyeyê YPG dijî, hemû kurdên li Sûriyeyê terorîst in û hindik maye bejin 'em bombeya atomê biavêjin û jê xilas bibin'. Hin alîgirên desthilatdarî û hin trollên nanxur wisa difikirin.
'LI GOR ŞERTÊN WÊ DEMÊ SÎNOR HATIN SAZKIRIN'
Li Rojhilata Navîn li gor şertên wê demê sînor hatin çêkirin, birayek li vî alî, yek jî li aliyê din ma.
- Ez xwe xizmên tirkenên Sûriyeyê jî, kurdên Sûriyeyê jî dibinim. Sînor li ku hatibin xêzkirin jî li hemberî biratiyê ne asteng in. Kesên divê herî zêde vê bêjin, ji nişke ve zimanê wan bûye zimanê nefretê.
*

HEYETA NIFŞÊ NÛ ÇÛ ROJAVA
Heteya Nifşê Nû ji Başûr çû Rojava. Heyeta di bin serokatiya Şîwan Seîd de, ji Dêrwêş Elî û Mihdî Xakî pêk dihat gihîşt Rojava. Rêveberên PYD'e ew pêşwazî kirin. Heyetê got ku iji bo piştgiriya Rojava ew li wê derê ne. Ji bo yên nizanin, li Başûr piştî PDK û YNK'ê Nifşê Nû di rêza sêyemîn de tê.
*

Jeremy Corbyn: Bila Brîtanya ji bo kurdan bikeve nava hewldanê

Mebûsê Brîtanyayê Jeremy Corbyn ku berê Serokê Partiya Karkeran a Îngilistanê bû nameyeke fermî ji bo Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê re şand.
Corbyn di nameya ku 21'ê mehê şandiye li ser hesabê xwe yê X'ê jî belav kir. Corbyn di nameyê de wisa gotiye:
- Ji bo mafên kurdan bê parastin divê Îngilistan bikeve nava hewldanê.
- Operasyonên leşkerî bûn sedem ku ji 155 hezar zêdetir kurd ji Taxên Helebê koçber bibin.
- Zilm û tirsa li ser komên kêmare metirsiya şerê navxweyî zêdetir dike.
- Kurd bi 40 mîlyonî koma herî mezin e li dinyayê ku dewleteke wan a taybet nîn e. Bila Brîtanya mafên kurdên li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê nas bike.
- Bila Brîtanya li Sûriyeyê çavdêriya muzakereyan bike, komên kêmare yên li wir biparêze û ji bo nasnameya kurdan bikeve nav zagona bingehîn, ew xwe biparêzin bila hewl bide.
- Hikumeta Kraliyeta Yekbûyî ji bo hê zêdetir însan nemirin, ji bo parastina hiqûqa navneteweyî, ji bo piştgiriya aştiyeke di çarçoveya wekhevî, giştî û edaletê de, çi ji dest were gere divê bike.
*

Mesûd Barzanî bi Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê re hat ba hev
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî duh ligel Papa hevdîtin pêk anî bû û ji bo Rojava piştgirî xwestibû. Barzanî îro jî ligel Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto hevdîtin pêk anî. Crosetto ji Barzanî re gotiye ku tiştên li Rojava li hemberî kurdan têne kirin nayên qebûlkirin, em dixwazin li herêmê aştî hebe. 
He wiha Wezîr Crosetto gotiye welatê wî dê wekî dostê nêz ê kurdan helwesta xwe bidomîne û piştgiriya kurdan bike.
*

Barrack: Bi hevdîtina ligel Mazlum Ebdî ez rûmetdar bûm
Nûnerê DYA'yê Tom Barrack îro li Hewlêrê ligel rêveberên Rêveberiya Xweser hevdîtin pêk anî. Barrack wisa got, "Bi hevdîtina General Mazlum Abdî û Îlham Ehmed ez rûmetdar bûm. DYA piştgiriya xwe ya ji bo peymana 18'ê rêbendanê û entegrasyonê teyîd dike. Hemû alî ji bo ewlehî û îstîkrara mayînde çêbibe, ji bo tevdîtên ewlehiyê ji aliyê hemû aliyan ve bê pêş xistin û bê bichi anîn, wekî gava yekemîn li hev kirine ku şerawestin bi temamî bê bidome."

*

KOMA DOSTANIYA KURD A PE'YÊ ÇALAKÎ LI DAR XIST
Koma Dostaniya Kurd a li Parlemena Ewropayê (PE) ji bo Rojava li Parlemena Ewropayê çalakî li dar xist. Ji Parlamenta Ewropayê endamên Koma Çep-GUE-NGL, Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) û Tifaqa Kesk/Azad a Ewropayê (Greens/EFA) beşdarî çalakî bûn. Wan dovîzên "Save Rojava" (Rojavayê Biparêzin) bilind kirin.

*

Nêçîrvan Barzanî û Mazlum Ebdî hatin bav hev
Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî û Serfermandarê HSD'ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hatin ba hev. Berpirsa Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî beşdarî civînê bû. Ebdî ji civîna çend roj berê cudatir bi kincên leşkerî li civînê bû ku vê yekê bal kişand.
*

JI WALÎTIYA HEWLÊRÊ KAMPANYAYA PIŞTGIRIYÊ BO ROJAVA
Walîtiya Hewlêrê ji bo Rojava kampanyaya piştgiriyê da dest pê kirin. Li Parka Şaneder kon danîn û li wir tiştan didin hev. Waliyê Hewlêrê Ûmêd Xoşnaw bi ser hesabê xwe yê facebookê re alîkariya kampanyayê ragihand. Yên bixwazin tiştinan dê bibin li wê derê teslîm bikin.

*

BI DEH HEZARAN KES LI SER SÎNORÊ KOBANÎ BÛN
Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk bi deh hezaran kes li navçeya Pirsûsa Rihayê kom bûn. 
Girseyê xwest ber bi sînorê Kobanî ve bimeşe lê polîsan bi bombeyên gazê êrîşê girseyê kir. Piştî êrîşa polîsan, li hemû kolanên Pirsûsê çalakî geş bûn. Di êrîşên da kesekî bi navê Tacattîn Kaman ji ber fişeka plastîk a polîsan ji çavê xwe birîndar bû. Kaman sewqî nexweşxaneya Dîlokê kirin.
Li aliyê din li bajarên din ên Bakur, li Başûr û li bajarên Ewropayê jî çalakî hebûn.

*

Ebdî û Barrack carek din dicivin
Nûnerê DYA'yê yê Sûriyeyê Tom Barrack û Serfermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî wê li Hewlêrê carek din bicivin.
Rûdawê nûçe ragihand û got îro wê civîn li dar bikeve. 
Roja sêşemî li Rojava û Sûriyeyê şerawestin hatibû ragihandin lê ligel vê yekê jî hêzên girêdayî Artêşa Ereb a Sûrî êrîşê herêmên kurdan nedabûn rawestandin.
*

Heyeta Bakur li Rojava îro wê bi kîjan saziyan re bicive?
Duh heyetek ji sayesetmedar û saziyên sivîl ên kurd çû Rojava. Îro wê dest bi hevdîtinan bike.
Li gorî bernameyê, heyet dê îro hevdîtinan bi Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), tevger û rêxistinên jinan û Şandeya Hevbeş a di encama Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de hatiye avakirin re pêk bîne. Her wiha dê civînekê li gel Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re li dar bixe. Piştre jî dê der barê encamên civînê de civîneke çapemeniyê were lidarxistin.
Di nav heyetê de Hevseroka DEM PArtî Tulay Hatimogullari, Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir, Berdevka Îsniyatîfa Yekîtiya Demokratî Gulcan Kaçmaz, Îsniyatîfa Yekîtiya Demokratî Îmam Taşçier, Berdevka SODAP'ê Kezban Konukçu, Berdevka TJA'yê Çimen Fidan, Dayika Aştiyê Asya Tay, Rêveberê OHD'ê Mehmet Ali Aslan, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ali Angay, Mebûsê DEM Partî yê Mêrsînê Ali Bozan, Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan, Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç û endamê Lijneya Rêveberî yê Baroya Batmanê Rustem Siyahtaş heye.

*

Di civîna li Hewlêrê de çi qewimî?

17’ê mehê li Hewlêrê civînek li dar ket. Wekî aliyê kurd Serfermandarê HSD'ê Mazlum Abdi, Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Serokê PDK'ê Mesud Barzanî û Serokê ENKS’ê Mihemed Îsmaîl di civînê de bûn. Ji DYA’yê jî Nûnerê DYA'yê Tom Barrack. Li ser naveroka civînê hin îdîa hatin kirin.
Armanca sereke ya civînê, kêmkirina aloziyên li Rojava bû. Bi taybetî jî pêkanîna agirbestê û pêşîgirtina li pevçûnên nû di navbera HSD û hêzên hikûmeta Sûriyê de. Lê belê, li şûna pêşniyareke hevseng û aştiyane, pêşniyareke dijwar hate pêşkêşkirin ku beşdaran matmayî hişt.
Li gorî hin çavkaniyên nêzî mijarê ku yek jê ji aliyê nivîskar Menaf Osman ve hatiye parvekirin. Osman ku ji Rojava ye piştî 30 salan li Bakur girtî ma hat berdan. Nivîskar Osman îdîa dike ku Tom Barrack ji bo rawestandina êrîş û bombebaranan şertekî giran danî: “HSD divê bi temamî bikeve bin bandora artêşa Sûriyê û qebûl bike ku li Iraqê li dijî Heşd el-Şebî tevbigere.”

Hat destnîşankirin ku Serok Mesud Berzanî li hember vê pêşniyarê gelekî matmayî mabû, wekî ku ji îfadeya rûyê wî di wêne û vîdeoyan de diyar bû. Di heman demê de, Ebdî jî pir bi hêrs bû, û hewl dida ku hestên xwe bi destên xwe kontrol bike. Her wiha hat ragihandin bandora neyênî ya vê nêzîkatiyê bi yek carê rengê civîna ku li dar ketibû guherand.

Li gor agahiyê Ebdî di civînê de bersiveke wisa daye, “Bibore, ez nikarim pêşniyareke wiha qebûl bikim; ji ber ku ez ne leşkerekî kirêkirî me, ez şervanekî azadiyê me. Hêzên min ji bo mirovahiyê dixebitin. Me li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê şer kir ji bo aştî û aramiyê misoger bikin. Ez nikarim tev li van terorîstan bibim û li Iraqê şer bikim.”

Li ser vê Bersiva Tom Barrack bi zelalî wiha bû: “Baş e, pirsgirêk nîn e, wê demê tehemula bombebaranê bike.”

Civîn piştî van gotinan bi dawî bû.

Ev bûyer, li gorî hin çavkaniyên medyaya kurd û yên têkildar bi HSD re, nîşan dide ku DYA di çarçoveya guhertinên siyasî yên li Sûriyê de helwesta xwe guherand. Piştî vê civînê, êrîşên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê û hin aktorên din zêde bûn, pevçûn li herêmê gurtir bûn û rewşa Rojava aloztir bû.


 

Parve Bike

Youtube Me

Video Project 4

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast1 #podcast #diyarname #news #deng #motivation #film#pirtûkênkurdî #Ehmedhuseynî

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 03 2026

Li Hewlêrê leşkerî fransiz hat kuştin

news
  • 13 03 2026

Siyasetmedarên ji Bakur wê herin Rojava diyar bûn

news
  • 11 03 2026

Li Amedê ji bo Ehmed Huseynî şîn datînin

news
  • 11 03 2026

Siyasetmedar Salih Muslim mir

news
  • 11 03 2026

Ji bo Salih Muslim kî çi got?

news
  • 10 03 2026

Şair Ehmed Huseynî merd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Nasnameya Ahmet Turk diyar bû

ad

Li rojavayê Tirkiyeyê cihên DTP bi ser ket

ad

Orhan Pamuk dikeve nêçîra xelatan

ad

Lêborîna Exder Ibrahîmî

ad

Fîlmên Kore tên Stenbolê

ad

Pirtûka sêyem: ‘Dengbêj Huseyno’ di xizmetê de ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Em ê çawa vê birînê bi hev bidin nasîn û vê xewnê şîrove bikin?

  • 12 03 2026
news

Siyasetmedarên ji Bakur wê herin Rojava diyar bûn

  • 13 03 2026
news

Li Hewlêrê leşkerî fransiz hat kuştin

  • 13 03 2026
news

Festîvala Fîlman a Stenbolê beşek ji fîlman eşkere kirin

  • 13 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname