QAMIŞLO
Heyeta DEM Partî, DBP û saziyên Bakur îro ligel Hevserokên PYD'ê li Navenda Daîreya Têkiliyên Derve daxuyaniyek da saziyên çapemeniyê.
Bi kurdî, tirkî û erebî daxuyanî hatin dayîn. Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir bi kurdî, Hevseroka DEM ParTî Tulay Hatimogullari bi erebî û tirkî daxuyanî da.
Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Gulistan Elî li ser navê Rêveberiya Xweser û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bixêrhatina heyetê kir û ji bo piştgiriya wan a bi gelê herêmê re spasiya heyetê kir.
Va ne çend gotinên ji daxuyaniyê:
'DEMILDEST DIVÊ ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA RAWESTIN'
Hevseroka DEM Partî TULAY HATIMOGULLARI:
- Gelê Rojava ne bi tenê ye. Rojava wekî gulekê li herêmê vebûye. Bi salan e şerê li dijî gelên herêmê tê meşandin, daxwaza gel jî wekî nimûneya li Rojava bijîn. Rojava nêzîkatiyek ku naxwazin bi gelên herêmê re şer bikin nîşan da. Me îro bihîst ku hevdîtin di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de pêk tên, em hêvî dikin ku lihevkirinek pêk bê. Divê demildest êrîşên li ser Rojava bi dawî bin, Rojava destkeftiyeke mirovahiyê ye. Wekheviya gelan mîsogeriya Sûriyeyê ye.
- Em dibînin welatên garantor erkê xwe paşguh kirine. Em bang dikin ku erkê xwe bi cih bînin. Ev ax aştiyê dixwaze. Ji bo aştiyê her kes li benda Tirkiyeyê ye, Tirkiye dikare di avabûna aştiya herêmê de rolekî aştiyane bilîze. Têkiliyên Tirkiyeyê bi Colanî re danîne dide nîşan ku dikare vê bike. Dixwazim binê wê xet bikim ku li herêmê lîstokek heye, dixwazin şerê gelê kurd û ereb derxin. Fêdeya vê ji bo kesî tune ye. Li Tirkiyeyê jî hevdîtinên ku li ser banga 27’ê Rexemiyê (2025) ya birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê hene. Kesên ku dixwazin li Tirkiyeyê jî şerê kurdan û tirkan derxin, li dijî vê pêvajoyê ne.
'GELÊ ROJAVA NE BI TENÊ YE'
- Bila bê zanîn ku gelê Rojava ne tenê ye, duh em li dijî qirkirina gelê elewî, sunî û durzî derketin. Niha jî em li dijî qirkirina gelê kurd disekinin."
Hevserokê DBP'ê KESKÎN BAYINDIR:
- Em ji duh ve bi partiyên siyasî, sivîl û Rêveberiya Xweser re dan û standinan dikin. Îro jî em vê daxuyaniyê didin. Em di meha avrêlê/nîsanê de jî wekî şandeyekê hatin. 8 meh derbas bûn, dîsa em li Rojava ne. Di navbera van her du hatinan de me tiştek ferq kir em dixwazin ji cîhanê re parve bikin. Dema em di meha avrêlê de hatin, li her kolanê, sazî û di nava her pêkhatiyekî de çavdêriyek me çêbû. Rêveberiya Xweser dixwest jiyaneke nû ava bike û encamên şer ji holê rake. Amedekariyê wê dikir. Lê îro çavdêriyê me ew e di navbera 8 mehan de bi her awayî ji neçarî, bi êrîşên hovane û komployek navneteweyî, bi hemû hêza xwe di rewşa awarte û parastinê de ye.
'DÎPLOMASIYA NERM NAYÊ WATEYA LEWAZIYÊ'
- Em dibînin ku dîplomasiya Rêveberiya Xweser dîplomasiyek nerm dike. Ji bo li ser bingehê rûmetê û statuya Rojava û rûmeta gelê kurd vê aştiyê li dar bixe. Dê heta dawiyê li ser van pîvanan tev bigere. Ev nayê wê wateyê ku gelê Rojava lawaz e. Ji ber dixwaze pêşiyê li şer, komkujî û koçberkirinê bigire. Bi salan e Sûriye û Rojava ji xwînê, şer û koçberiyê têr bûye. Bi berpiryariyek dîrokî tev digere. Em minetdar in.
ˋPÊWÎSTIYA ROJAVA BI PIŞTGIRIYA GELÊ BAKURÊ KURDISTANÊ HEYE ˊ
- Em dixwazin ji gelê xwe re tiştekî parve bikin. Pêdiviya gelê Rojava bi her awayî bi sekneke dîrokî, berxwedanê û pêşengiya jin û ciwanên Bakurê Kurdistanê heye. Ev çend roj in Bakurê Kurdistanê ji bo gelê me yê Rojava hêviyekî, moralekî derxistiye holê. Pêwîst e li Bakur û Tirkiyeyê, li Başûr em piştgiriyê bikin. Ne tenê bi gotin, bi çalakî û bi derfetên zehmet jî be xwe bigihînin Rojava. Beşdarî berxwedana Rojava bibin.
60 MÎLYON JI BO ROJAVA LI SER PIYAN E
- Rojava di saetên dîrokî re derbas dibe. Eger encamên nebixêr pêk bên, dê ne tenê li Rojava bimîne. Dê li Başur, Zagrosan û çar parçeyên Kurdistanê belav bibe. Ji ber wê jî li hemberî van êrîşan têkoşîna gelê Rojava îro 60 mîlyon Kurd bi rihê neteweyî û kurdîtiyê rabûye ser piyan. Ev pir bi nirx e. Lê bi ew qas planên mezin û hesabên kûr, bi piştgiriya navneteweyî hîna tiştên em bikin pir in. Her seet her kêlî ji bo me, ji bo man û nemanê, ji bo azadiyê û bindestiyê girîng e. Ji ber vê ji Bakur hewl didin xwe bigihînin vir. Ev moralek mezin ava kiriye. Em bang li Ewropayê jî dikin, divê demildest û teqez zor bidin derfetên xwe, xwe bigihînin erdnîgariya Rojava. Ji bo serkeftina têkoşînê her piştevaniyek pir girîng e. Ev çalakiyên derketine pêş, dê hêzên planên xirab dikin neçar bikin ku komên xwe deynin pêş xwe û hesabên rast bikin. Lê hîna hêviya wan ji şer, kuştinê, têkbirinê heye. Dibijin em ê serbikevin. Lê dostên kurd û gelê Kurd piştgiriyek wan a mezin heye. Me gelek caran di dîroka nêz de ev rewş derbas kiriye. Eger em cewherê xwe, bi hêza xwe bawer bin. Em ê bi ser bikevin.
'CÎHAN Û GELÊN HERÊMÊ KU DIGOTIN EM DEYNDARÊN KURDAN IN, DIVÊ PIŞTGIRIYÊ BIKIN'
- Banga me ji bo tevahî sazî, tevger û partiyên kurd heye. Gelê kurd hawara yekîtiyê dike. Em li vir bi vê şandeyê me xwest vê hest û helwestê ne tenê bi gotinan bi pratîkî jî pêk bînin. Xwe bigihînin Rojava. Em li vir in, em ji cîhanê re îlan dikin. Saziyên sivîl, saziyên mafê mirovan, her tim digotin em denydarên kurdan in. Gelên herêmê yên digotin eger îro em dijin em deyndarê kurdan in. Divê piştgiriya xwe ya şênber û vekirî ji berxwedan û gelê me yê Rojava re eşkere bikin.
'EM JI VIR PEYAMÊ DIDIN CÎHANÊ'
Gelê me yê Bakur divê gotina me ya dawî ev be, em ê berxwedana xwe bê navber bidomînin. Ev bû cara 3ˊyan peyman tê îmzekirin. Lê hîna saetek derbas nabe Şam van peymanan binpê dike. Heta ragihandina Rêveberiya Xweser rêyekê diyar neke, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê tê bikoşin û li ser piyan bin. Ya ku me ji vê xeteriyê derbas bike hêz û cewhera gelê kurd û Kurdistanê ye. Me xwest em vê peyama xwe ji gelê Rojava, Kurdistanê û cihanê re parve bikin."
“DIVÊ EM JI HERTIŞTÎ RE AMEDE BIN”
Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso:
- Îro Rojava û Kobanî bûne rojeva cîhanê. Ji 6’ê Çileyê/Rêbendanê ve şer, komkujî, bêbawerî zêde bûye. Şerê qirkirinê li me tê ferzkirin. Ev komployek navneteweyî ye. Ne ji xwe bê deng in. Li hemberî DAIŞ’ê, Colanî û hovîtiyê bê deng in. Wekî Şengalê. Kê çi kir. Bêdeng bûn, bêdengbûna niha jî metirsiyek wekî Şengalê derdixe pêş. Lê dema komkujî li serê gelan çêdibin, piştgirî û alîgirên gelan jî çêdibin. Hêviya me jî ev e. Hatina şandeyê hêzekî dide me. Şande ji kurd, ereban pêk tê. Ev peyameke biratiya gelan e. DAIŞ û Colanî biratiyê naxwazin. Bi sedhezaran li Rojava jiyan dikin. Bi sedhezaran kes li Kobanî dijîn. Kobanî di dorpêçê de ye. Eger ev bidome, dê kî bersiva vê bide. Ev dewletên garantor dê çi bersivê bidin. Dibe ku Şengalek nû bê jiyîn. Ev ne dûr e. Ji ber vê jî em xwe diparêzin, ji ber vê gelê me li Kurdistan û derveyî Kurdistanê li ser piyan e. Hêzên demokratîk jî piştevaniyek mezin didin. Ev dihêle ku em bi serbikevin. Ew dengên me ne û em jî berxwedaniyê didomînin. Çavê her kesî li civîna Hewlêrê ye, em ê li gorî encamê tevbigerin. Divê em ji her tiştî re amede bin.”
Di nav heyetê de Hevseroka DEM Partî Tulay Hatîmoglulari, Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, hevberdevkên Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz û Îmam Taşcier, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan, Dayika Aştiyê Asya Tay, Rêveberê Komeleya Hiquqnasan Ji Bo Azadiyê (OHD) Mehmet Alî Aslan, Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, Parlamenterê Dem Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, Serokê Baroya Mêrdînê Ehmed Duyan hene.
**
Nûçeya Eleqedar:
22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...