logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin
  2. Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê
  3. Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye
  4. Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin
news-details

23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

  • Dîrok: 23/01/2026
  • Beş: Nûçe

Agahiyên 23'yê mehê yên li ser Rojava...
 

....Ev nûçe her tê nûkirin...

 

Marine Le Penê ji bo Rojava rexne li Macron girt
Li Fransayê siyasetmedar Marine Le Pen siyasetmedareke rastgir a tund e. Le Penê li ser hesabê xwe yê X'ê peyameke belav kir û got, "Kurd dimirin. Kurdên li hemberî terorîstên DAIŞ'ê bi dilpolayî têkoşiyan niha hatine terkkirin û civaka navneteweyî jî ji bo vê yeKê çavên xwe digire."
Marine Le Pen di peyamê de got ku yê endamê DAIŞ û EL Kaîdeyê bû li Sûriyeyê xwe wekî serokomar ragihandiye û Emmanuel Macron jî li ber xalîçeya sor radixîne. Di rewşeke wisa de em dikarin der barê Macron de çi bejin? Le Penê di dawî de wisa gotiye, "Serokomar Macron bi sedema hurmeta bo îslamparêzî berpirsiyariya zilma kêmareyan digire ser milên xwe."
Penn nûçeya L'impontart'ê bi şiroveya xwe belav kir. "L'impontant"ê bi sernavê "Kobanî dimire û ne di xema kesî de ye" belav kiribû,

*
Heyeta DEM Partî ku ji Rojava vegeriya ligel partiyan wê bicive
Heyeta DEM Partî ku çûbû Rojava vegeriya; niha dixwaze li ser vê hevdîtina xwe ligel partiyên siyayî yên li Tirkiyeyê rêzehevdîtinan bike.
Armanc jê ew e tiştên li wir axivîne û dîten ragihîne partiyan. Hê bername nediyar e lê armanc jê ew e heta nava hefteya pêşiya me hevdîtinan temam bike.

*

Serfermandarê CENTCOM'ê ligel Ebdî û Şamê axivî

Serfermandarê CENTCOM'ê (Serfermandariya Hêzên Giştî ya DYA'yê) Amiral Brad Cooper li Başûr ligel Serfermandarê Giştî yê HSG'ê Mazlum Ebdî axivî. Dûre ligel Hikumeta Sûriyeyê têkilî danî.
Îdîa ji televîzyona Al Arabiya hatiye. Kanalê got ku Cooper duh (22'yê mehê) li Başûr ligel Mazlûm Ebdî axiviye û paşê çûye Sûriyeyê.
Televîzyonê gotiye armanc ji vê hevdîtinê ew bûye ku di navbera Şam û HSD'ê de şerawestinê bidomîne û li ser berina endamên DAIŞ'ê ji bo Iraqê axiviye.
Li ser vê nûçeyê CENTCOM'ê tu daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.

*

Mazlum Ebdî sipasiya Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kir
Serfermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî bi ser hesabê xwe yê X'ê re payama sipasiyê ji bo Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî belav kir.
Ebdî got, "Em hewlên Serok Mesûd Barzanî û Kek Nêçîrvan Barzanî ên vê demê bilind dinirxînin. Piştgiriya wan a ji bo hewlên siyasî bi hevahengiya navbeynkarê Amerîkî berdewam dike. Ew hedef dikin ku pêvajoya entegrasyonê ligel Sûriyeyê bi serketinî bidome."
Ebdî di dawiyê got ku hem hewla rêberiya Herêma Kuridstanê hem rawestana gel ji aliyê gelê me ve hatiye teqdîrkirin.

*

LI SILÊMANÎ BI HEZARAN KES MEŞIYAN
Li Silêmanî ligel ku hewa gelek sar bû jî bi hezaran kes derketin qadê û ji bo Rojava meşiyan.

*

HTŞ'Ê ENDAMÊN DAIŞ'Ê BERDAN
HSD'ê ragihand ku ji Girtîgeha El Aktana a li Reqayê vekişiya ye. Piştî vê yekê gelek nûçe hatin belavkirin ku HTŞ'ê ew endamên DAIŞ'yê yên li girtîgehê berdane.
Li gor agahiyan 2 hezar endanên DAIŞ'ê li wê girtîgehê hebûn.
*

GEVER Û QOSER LI SER PIYAN BÛ
Li Geverê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Culemêrgê ji bo piştgiriya Rojava meşek hat lidarxistin. Li ser navçeya DEM Partiyê Geverê meşê dest pê kir û heta navenda karsaziyê ya Zagrosê dewam kir. Li vir daxuyanî hat belavkirin. Mebûsê DEM Partî yê Culemêrgê Onûr Duşunmez li vir axivî û got, “Em di berxwedana Kobanî de bi ser ketin û em ê îro dîsa li Rojava serfiraz bibin. Em rêhevalên Arîn Mîrkan in..”
Li Qoserê jî gelek kes bi pankarta "Xwedî derketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye" meşiya. 

*

BARZANÎ: JI BO KOBANÎ ÇI JI DESTÊ ME BÊ EMÊ BIKIN
Serokê Giştî yê PDK'ê Mesud Barzanî ev du roj in li Romayê ye û hevdîtinên xwe didomîne. Wî ligel Papa, Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê û Wezîrê Parastinê dan û stand, ji bo Rojava jî piştgirî xwest.
Barzanî li Nûnertiya Herêma Kurdistana Federe ya Romayê ji bo çapemenî axivî û got, "Dilê me bi Rojava re ye. Em tu carî alîgirên şer nebûn e. Lê ku kurd hedef bên girtin, em ji her tiştî re amade ne. Eger li Rojava plana tunekirina kurdan hebe divê bê zanîn ku em dê tev bibin yek.”

Barzanî ji bo dorpêça li dor Kobanî jî got "Çi ji destê me bê emê bikin. Em niha kar dikin ku herêmên kurdan bên parastin. Hevdîtin berdewam dikin û agirbest hatiye dirêjkirin."
*
LI WELATÊN DINYAYÊ ÇALAKIYÊN BO ROJAVA
Li bajarê Munîha Almanyayê, li banliyoyeke herêma Parîsa Fransayê û li paytexta Amerîkayê Washingtonê gelek kesan ji bo Rojava çalakî li dar xistin. Beşdaran piştgiriya xwe ya ji bo Rojava ragihandin.

*
5 Partiyên Tirkmenan ji bo Rojava bang kir

Li Herêma Kurdistana Federe 5 partiyên tirkmenan bi hev re daxuyaniyeke belav kirin û xwestin êrîşên li ser Rojava rawestin.
Turkmen Kalkinma Partisi, Turkmen Demokrat Partisi, Turkmen Şafak Partisi – Kerkuk, Turkmen Ulusal Kurtuluş Partisi û Turkmen Birlik Partisi daxuyanî belav kirin.
Wan xwest êrîş bêne rawestandin, ji bo mafê azad û mafê hemû pêkhateyan bê qebûlkirin rêya diyalog û hevdîtinê bê çêkirin.
Wan eşkere kiriye ku di vî warî de bila ji tecrubeya serketî ya Herêma Kurdistanê sûde bê girtin.
 

 

**

Hin nûçeyên eleqedar:
- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

-

 

Parve Bike

Youtube Me

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 07 2026

Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê

news
  • 13 07 2026

Serokê Saadetê çû serdana Demîrtaşî

news
  • 12 07 2026

Kraliyeta Brîtanyayê zora Kraliyeta Norwecê bir!

news
  • 11 07 2026

Helbestvan Ahmet Telli mir

news
  • 10 07 2026

Ji bo navê Kobanî çalakî li dar xistin

news
  • 10 07 2026

Kursa etnomuzîkolojiyê ya bi kurdî li benda serîlêdanê ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Murat Belge: Ez dixwazim bi kurdên li çiyê dijîn re bim

ad

Hevdîtina Talabanî û Bush pêk hat

ad

‘Hekîmtiya Kurmancî’ êdî meseleya zanistê ye

ad

Zanîngeha Çewligê ji bo dimilkî serî li YOK’ê da

ad

Şamê hikumet ragihand, kurd têde tune ne

ad

Tatlises û Kizilkaya ne di lîsteyê de ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

  • 19 07 2026
news

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

  • 19 07 2026
news

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

  • 19 07 2026
news

Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

  • 19 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname