Diyarname
Weşanên Pallê du pirtûk wergerandin kurdî û çap kirin: “Şerê Meşrîûyetê” û “Bindest dikarin biaxivin?” di warê fikrî de li gor xwe rê nîşanî xwendevanan didin.
“Şerê Meşrûiyetê”
"Şerê Meşrûiyetê" ku niha bi kurdî derket pirtûka Alain-G. Gagnon e. Navê wê yê dirêj “Şerê Meşrûiyetê: Astengên li ber Demokrasiyê di Dewletên Pirneteweyî de” ye. Pirtûk ji aliyê Tevfik Bayram ve hatiye wergerandin û Pall Weşanê ew gihand ber destên xwendevanan.
Ev pirtûk nakokiyên binyadî yên di nav federasyonên demokratîk de vedikole. Pirtûk bi rêya lêkolînên berawirdî û vekolîna çend nimûneyên sereke li cîhanê bi awayekî nû li têkiliya di navbera neteweyên zorîne û neteweyên kêmîne de dinêre û di nirxandina dozên neteweyan de li ser girîngiya meşrûiyetê disekine; ne li ser qanûnîbûnê.
Alain-G. Gagnon bi ser mînakên Skoçya û Kraliyeta Yekbûyî; Katalonya û Spanya; Quebec û Kanadayê re mijarê dinirxîne û bi çavekî rexneyî hêvî û potansiyela dewleta federal a pirneteweyî nîşanî xwendevanan dide; bi taybetî ji bo wan neteweyan ku bi dijminatî li hev dinêrin.
Şerê Meşrûiyetê, sîstema federaliyê wekî rêya sêyem dinirxîne ji bo neteweyên hem ji dewletên serwer nerazî ne hem jî nikarin ji wan cuda bibin.
“Bindest Dikarin Biaxivin?”
“Bindest Dikarin Biaxivin?” pirtûka profesorê zanistên siyasî Gayatri Chakravorty Spivak e. Pirtûk ji gotareke dirêj pêk tê û iji aliyê Sinan Gultekîn ve hatiye wergerandin.
Pirtûka ku cara yekê di sala 1988’an de hatiye weşandin, bandor li xebatên piştî xwe kiriye û ev pirtûk ji wê demê ve di qada xwe de wekî berhemeke klasîk tê qebûlkirin.
- Bindest Dikarin Biaxivin? / Gayatri Chakravorty Spivak / werger Sinan Gultekîn / 96 rûpel / Raman / 2026
- Şerê Meşrûiyetê / Alain-G. Gagnon / WergerTevfik Bayram / 216 rûpel / Raman / 2026