logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Çîrokek xemgîn: Li Hewlêrê malbata pêşmergeyekî nikare debara xwe bike

  • Dîrok: 20/02/2026
  • Beş: Serbest

Diyarname
Hejar Ebdulrehîm Pêşmergeyekî 40 salî ye û bavê 5 zarokan e. Ew 11 sal in di çeperên parastinê de ye lê îro ew û malbata xwe di çepereke dijwartir a jiyanê de ne.

Malbata ku ji 7 kesan pêk tê, li navçeya Teqteqê ya parêzgeha Hewlêrê di xaniyekî kirê de dijî û mehane 125 hezar dînarî (95 dolar) kirê didin.

Meaşê Hejar Ebdulrehîm tenê 501 hezar dînar (352 dolar) e lê divê mehane 750 hezar dînarî (572 dolar) ji bo deyn û kirêya xênî bide.

Hejar Ebdulrehîm li çepera Xazirê dixebite, wî çîroka jiyana xwe ya dijwar di bernameya Berpirsyara Remezanê de vegot ku Şehyan Tehsîn di Rûdawê de pêşkêş dike. Hejar Ebdulrehîm li ser rewşa xwe û malbata xwe got:

"Ji bo ku ez bigihîjim cihê kar, saet 06:00'ê sibehê ji malê derdikevim. Ez li ser cadeyê bi çendîn otomobîlên barhilgir û pîkaban diçim û nêzîkî nîvro digihêjim cihê karê xwe."

Ew ji ber hejariyê û bihabûna kirêya xaniyan neçar maye ku mala xwe ji Hewlêrê veguhêze Teqteqê. Ew çûne xaniyekî ku wekî wî bi xwe gotiye, "Bana xênî dilopan dike û ji tirsa mişkan me qulên xênî bi naylonan girtine."

Zehmetiyên vê malbatê ne tenê hejarî ye, her wiha nexweşî û bûyerên nexwestî jî bi milên wan girtine. Heta niha 8 neştergerî ji hevjîna Hejar, Sinewer Hemîdê re hatine kirin lê ew hîn jî ji gelek pirsgirêkên tenduristiyê dinalê.

Ew dibêje, "Tim kîs di laşê min de çêdibin û pêwîstiya min bi neştergeriyên din heye lê ji ber bêpereyiyê ez nikarim bikim."

Sinewer qala wê yekê dike ku ji ber tunebûnê kurê wan ê mezin dev ji xwendinê berdaye. Wê her wiha da zanîn, "Çendîn roj in em tenê kartolan dixwin."

Çîrokên zarokan ên xemgîn

Zarokên wan jî xwedî çîrokên xemgîn in ku Bêkesê 14 salî, ji ber hejariyê dev ji xwendinê berdaye û niha li Koyeyê felafelan difiroşe.

Bêhtirî beşeke laşê Solîna 12 salî, 3 sal berê bi rûnê germ şewitiye û heta niha ji ber bêpereyiyê neştergerî jê re nehatiye kirin.

Heryadê 6 salî jî, ji ber derçûna hestiyên her du milên xwe, neçûye dibistanê û heta niha jî neştergerî jê re nehatiye kirin.

Qezaya trafîkê ya trajîk

Hejar Ebdulrehîm ji bo dabînkirina xerciyên neştergeriyên malbata xwe, xaniyê xwe yê li gundê Bişîriyan firotiye.

Wî 31 mîlyon dînar deyn kiriye û hîn 18 mîlyon dînar maye ku bide.

Ev çîroka biêş dema ku Hejar qala qezayeke trafîkê dike trajîktir dibe.

Sala borî dema ku mala xwe ji Hewlêrê vediguhastin Koyeyê rastî qezayê hatin.

Di wê qezayê de hevalekî wî canê xwe ji dest da û endamên malbata wî jî birîndar bûn.

Xêrxwaz bi hawara wan ve çûn

Piştî belavbûna çîroka vê malbatê, du xêrxwazan pêwendî bi bernameya Berpirsyar re danî.

Wan amadebûna xwe ya ji bo alîkariya vê malbatê anî ziman.

Yek ji wan amade ye ku hemû deynên wan bide û pêdiviyên nav malê ji wan re dabîn bike.

Yê din jî dê kirêya salekê ya xaniyê wan bide û xwarinê ji wan re dabîn bike.

Ev malbat li Teqteqê di xaniyekî kirê de dijî.

Ew li benda destê xêrxwazan bûn ku ji vê rewşa dijwar rizgar bibin, neştergeriyên xwe bikin û ji xema deyndariyê xilas bibin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

news
  • 03 09 2026

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
  • 03 09 2026

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Berken Bereh jî beşdarî Diyarnameyê bû

ad

Wêneyên nû yên Mam Celal

ad

Konferansa Kurdî dest pê kir; va ne agahiyên li ser konferansê

ad

Notên li ser 8'emîn Documentaristê

ad

Li Amedê li dor 100 kesî di bin çavan de ne

ad

‘Amsterdam’ û ên din

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname