___Ayşegul KIZILKAYA___
Ji bo tîrêjên tavê dagirin odeyê, perde nenixumandibû û li ber paceya bê perde diponijî; heta çi wextê wê wisa bidome? Dixwest ku qurtek tîrêj be jî bila tunê neçe, biçilke odeyê. Lê dîsa jî dev ji germbûnê berde, ode tînegerm jî nedibû.
Awirên xwe yên tije xişm û xem, li ser kolana ku ji xeynî şer û teqînan xwe ker û lal kiribû, pêdandîbû. Çavên xwe, ji ser wê kolanê, piştî berfê dest bi helîne kir ku heriyê jî rê û erd zeft kiribû û zelaliya wê şêlû bûbû, rakir, vegerand odeyê.
Kar û bar, lîstikên zarokan û halxweşî û ger, heyamek bû bûbû çîrokeke kevnar.
Hilmeke kûr û bi kerb ji pişikên xwe re da û wekî bixwaze hêviya xwe her biparêze, bêhna sar ya ku jûr dagirtiye kişand dilê xwe.
Hinde sar bû, bi zar û zêçan ve, bes di odeyekê de diman ku qet nebe, bi henaseyên hev re, hinekî be jî germ bibin.
Ev demek bû mal û warên wan, di ser wan de hildiweşiyan lê ji hember vê kavil û weraniyê; dinya ker, kor û lal bûbû. Berê xwe da zarên xwe; Serdem û Solîn, di nav nivînkên ku li erdê raxistine de bi awayekî melûl nivistibûn. Sînemê bi neçariyeke dilsoz ve li wan nêrî, dilê wê şewitî; tevî ku di bin lihevkê de bûn jî, ji bo ku germ bibin xwe li hev lifendibûn. Piştre berê xwe da hêla Helînê; tevî ku bes bi fanêre û derpê ve hiştî bû jî, du roj bûn, taya wê nediket, laşê wê her kelakel bû. Ji ber tirsa ku tiştek wê lê were ew di hembêza xwe de dirazand. Gelek caran ji ber tayê ew laşê wê yê piçûk dihêjiya û wekî deng bi hestiyê wê yên nermik kevin bi qirçîniyekê ve dileriziya. Dermanê ku li malê, di berê de hebû jî, di binê şûşeyê de, du sê kefçî mabûn, ew jî dabû Hêlînê û xilas bûbû. Ji bo ku wê neêşîne, hedika taya wê sax kir. Rûyê Helînê bi kel bû û bi dengeke ziravik qure qura wê bû, dinaliya. Sînem êdî ditirsiya, ji Xwedê lava dikir ku “tiştek bi Hêlîna wê neyê”. Xwe li Hêlînê wisa wer da ku wekî wê bixe nava xwe û serma, şer, ta tu tişt negihe wê, wê di nava kezeb û gurçikên xwe de biparêze. Hêlîn di nava dest û zendên xwe de pihet lifendîbû û bi hêrs, ji ber xwe de diaxifî
“Ya Xwedê tu, tedbîrekê li me bike. Axxx Xwedê tu ji min çêtir dizanî, dojeh ne ew kûrtala ku agir tê de heyî gure gur dike. Dojeh ev ê ku di nava vê sir û seqemê de, li hemberî hêlîna Hêlîna min, birçîbûna van zar û zeçan, neçarmayîn e...”
Berê xwe da mencela berf kiribûne ku ji bo bihele û wê avê bi kar bînin. Qet ew qas xwe di rewşeke wisa neçar de nehesiya bû heya niha. Aliyek ve sir û seqemek hebû ku mirov diqerisand û aliyek ve jî heke ew serma derbasbibûya û berf nebarîbûya wê bêav bimabûna. Qet av nema bû, ne ji bo vexwerinê, ne jî ji bo tiştên din...
Hizir kir, Hêlîn hinekî avê vexwe belkî laşê wê hênik bibe.
Deng kir;
- Helîna min, cana min, tu tî bûyî keça min, avê bînim ji te re nazdara min?
Helînê wekî hêza xwe hemû ji wê yekê re xerc dikir, diranê xwe diqirçiqandin;
- Da, da...Sar e, sar e da...
Sarbûna keça xwe xist nava dilsojîna xwe ku belkî hinekî wê germ bike, rabû çû ji mencelê de hinek av kir bardaxekê, da Hêlînê. Îmana wê ji vê neçariyê, ji vê dorpêçkirinê re diçû lê nikaribû tu tiştî jî bike. Bes dikaribû, heya ji dest were zarên xwe têxe binê perikên xwe yên dayikane. Awirên xwe li ser Hêlînê pêdandin û di hinava xwe re got;
“Bila Xwedê qebûl neke lê Xwedê qebûl dikiye!.”
Hêdika lê dil tijî bi hêrs, Hêlîn li ser doşekê, da ramedan ku ji zaran re ji bo taştê, tiştekî amade bike. Berê xwe da quncikê odeyê, ji xeynî nanê hişk çi nemabû ku bide zaran ku bixwin.
Zar hişyar kir, ji çaya ku dem kiribû ji her yekê re qedehek çay dagirt, şîrîn kir û nanê hişk ku wê hûr kiribû da ber wan. Serdem û Solînê serê xwe zivirandin, li hev, li nanê hişk nêrîn ji bo ku diya xwe bêtir neqehirînin nanê tisî û hişk xistin nava çayê nerm kirin û dest bi xwarinê kirin.
Sînemê got, “bixwin ez ê heta mala Xecê herim û werim, ji bo xwişka we derman bînim.”
Qocixê xwe ber kir, çeka ku li quncikê odeyê danîbû avêt ser milê xwe û derket çû. Li derve silavek da hevalên ku li serê kolanê taxê dipayiyan.
Gavek din avêt ku ne gelek ji dûr ve, dengê teqîneke hat. Vize viza guleyan bû li hewayê fir didan. Lez da pêyên xwe ku zûtir bigêhî mala Xecê.
Ku hat ber derî destê xwe, bi awayekî hişk li derî da...
-Xêce, ez im keçe derî veke
Xece rûyê ku bi peroş li Sînemê nêrî,
-Dermanê tayê ligel we maye Xecê?
Xecê bi tevgerên lez çû, şûşeya şirûba nîvco anî, dirêjî Sînemê kir.
Sînem heta gihîşt ber derê mala xwe, pê dihesiya ku “dilê wê di sînga wê de biteqe, ji cîhê xwe de derkeve, parçeçinî bibe û li der û dor bipengize!..”
Gava gihîşt malê dît ku mal bêdeng bûye, ew jî hinekî aram bû. Dengê nalîna Hêlînê jî nedihat. Solîn û Serdem jî taştê xwaribûn, ji bo ku germ bibin ketibûn nava ciyan.
-We çi kir? Hêlîn raza?
Solînê bersiv da:
-Dayê piştî tu çû, hinekî kir qure qur, li ser hev naliya, me jî çû her yekî bi aliyekî çarşafkê ve girt, me ew hejand. Me dît haş bû, me jî danî erdê.
-Temam.
Çû gel Hêlînê, derman bidiyê da ku hinekî taya wê dakeve. Destê xwe da eniyê, taya wê daketiye an na? Pê hesiya ku laşê Hêlînê sar bûye. Kêfa wê hat lê hinekî jî metel ma ji ber ku bê derman ketina tayê jî nepêkan bû, jixwe. Helîn hêj baş nebûbû ku taya wê bi xwe, bêxwarê. Kefçiyek şirûb dagirt, direjî devê Helînê kir lê lêvên Helînê ji hev venediqetiyan, bi tiliyên xwe zor dayê lêvan ji hev veke, dîsa nebû, wê gavê dît ku lêvên Helînê reş û mor bûne. Ji nişke ve bi lerizînekê ket, kefçî avêt erdê, rûyê Helînê kir nava destê xwe; bi tirs û fikar ve bangê kir; “Helîna min, nazdara min ka çavên xwe veke.” Deng bi Helînê neket. Bi tevgerên behîcok, guhê xwe da ser sînga Helînê aliyê çepê ku dengavêtina dilê wê sêh ke lê dîsa deng nehat.
Lê deng û sewta Sînemê ji dinyayê çû;
Hêlînaaaa minnnn! Hêlînnnn!
Çavê xwe veke ez gorîîî, Helînnn!
Ez bimirim Helîna min tu ne, pita min, tu ne, ez bimirim!...
Dengê qerîna wê, ser bi dengê guleyan ket, dilê Sînemê di durûtiya dinyayê de teqiya, parçeyên wê pengizîn çarmedora dinyaya ker û lal.
***
Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Zeûgmaya şewitî û helbestkarê nemir
- Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna