___ Ar-da Arşêl___
Çîrokên Rûbar Elî li ser êşa hebûn û tûnebûna kesên di nava civakê de ye. Çavên civakê ku li ser dab û edetên însên, mal, zewacê ye. Rexneyên li ser bav û law, xwedî derketina zimanê zikmakî û rewşenbîrî, têkîliyên dost û bi têkçûyîna hevaltiyê ye. Dubendiya têkiliyên kesên di bajêr de dijîn û kesên li gund jiyane, tîne ziman.
Mekanê çîrokan bajarê Elîhê ye û jiyana gundê wê yê. Pirtûka çîrokan bi gelek mijarên xwe ve dewlemend e û bi kite kit e. Zimanê çîrokan hêsan û têkûz e. Bi hêsanî tê xwendin. Çîrok raste rast in. Di çîrokan de surprîz tune ne. Ango ku tu bibêje wileh min ev çîrok xwend û min tu tişt ji vê çîrokê fêm nekir tune ye di metnê de. Kevneşopiyên civakê ji alî dab û edetên wan ve serekeyên mijarên çîrokan in.
Zimanê çîrokan nêr û neyînî ye. Di mijarên çîrokan de karmend û gerînende pir derbas dibe. Di du çîrokan de lehengên me bi nexweşiya “mahd nexweş” ango “mîde” yê ne. Gelo ev herdû çîrok yek in ya na? Di çîroka “noter dame” û çîroka “hêvî “de , her du leheng bi mijara xwe nêzî hev in û wekî ku dubare dixuyin, her du leheng jî nexweşik in, yek pî kin e, kes jê hez nake. Lehengên çîrokan, hinekan jê hiş xwarine, hinek jî xeyalperest in, hinek jî, bê hêvî ne, hinek jî tirole ne. Berga pirtûkê xweş e li gor hiş û xeyala wê “spêle” ye. Berî çîrokan ew danasandina nivîsan zêde ye û berî çîrokan mirov ji çîrokan sar dike û disekinîne.
Di gotinbêjên xwe de ji alî ve qerf û pêkenokî de çîroka “şolî”bû. Ev çîrok hem bi naveroka xwe hem jî monologê di nava wan de zimanekî gelerî û bi çêj e. Zimanekî resen e, û raste rast e.
Bi alîv tevn û şêwazê de çîroka “du çîrok û mirinek sêwî” pir xweş in. Ev çîrokek ji alî derûniya însên û bi alî mijara xwe jî pir delal in. Çîrokek jînengarî (otobiyografîk) ye.
Divê çîroka “rêwîtiya rabirdû”yê ne di nava van çîrokan de ba. Ji ber ku lehengên di nava çîrokan giştikî de ne ew qas kesên di her warê bîr û sincitiya xwe de ne berfireh in. Ev çîrok dubendiyê dixe nava lehengên çîrokên giştî. Ji ber ku nêrîn û destnîşankirina çîrokan neyînî ne. Di vê çîroka “masiyê li peravê dane” leheng çima ku xwişka wî, ji malê reviyaye, xwişka xwe kuştiye. Lê di çîroka “rêwîtiya rabirdû”yê de lehengên me bavê wî û apê wî ji, alî tîmê jîtemê ve hatine revandin û kuştin e. Qesas bi karekter re li qoltixa kêleka wî bi wî re rêwitiyê dike. Qalibê vê çîrokê, ahenga çîrokên din ê di pirtûkê de xera dike. Divê ev çîrok ne di vê pirtikê de ba.
Dahûrandina çîrokan
Çîroka- xûlê notir damê
Çîrok ji sê lehengan pêk tê. Karkera jin, lawikê pî kin, gerînendeyê kar. Çîrok li ser jinek û gerînendeyê kar û sinca civakê disekine û ji alikî din jî kesekî ku ji alî fîzîkî de lawaz û ne pak e dildarê jinikê ye.
Dubendiya vê çîrokê jî ev e ku gerînendeyê kar bi çav û tevgerên xwe ve keçikê tacîz dike. Lê keçik ji tirsa ku wê ji kar derkeve çavê xwe ji wan tevgeran re digire. Û lehengê me hem qure ye û hem jî xwe dixe şûna nivîskêr û dibêje, “di rastiya xwe de ez ne wekî wî kesê ku min di çîrokê de şayesandî me"rp:18 (ango çi, yanê min derew li we kir, çîrokek wisa tune bû tu dibêjî gelo.)
Çîroka- Çarenûs
Çîrok li ser lixwemikurhatina bav disekine û mebesta sarbûna di nav bav û kur de disekine da ku heta bavê wî di qezayekê de dimire lê mirina leheng jî bi eynî teşeyê rû dide. (Bav di nav civaka kurdan de amûrekî veşartî bû, bav nikaribû ji zarokên xwe bi eşkere hez bikira. Gelo ev çarenûsa leheng bû yan jî xeyala wî bû ku ew jî di rêyekê de bi mîna teşeya bavê xwe di qezeyekê de bimire?)
Çîroka- Spêle
Çîrok li ser hebûn û tunebûna Nefelê yê, ango Sêpelê ye. Dapîra wê jê re her car qala çîroka Mîrza Mihemed dike. Lê dapîra wê du sal berê miriye hê li ba wê dijî ango hê nuh pê dihese ku mirî ye an ne mirî ye. Nefelê di xeyala xwe de dijî lê vê rih nekiriye di pexşana axaftina xwe de. Heta ku ca wê nebêje qîza min, ma dapîra te du sal berê çûbû dilovaniya xwe, em pê nahesin (Ev nepêhesandin çîrokê xurt dike. Sêpelê ne li îro ye. Îro tiştekî nade wê, îro bê hêvî ye li do geriya ye Nefel , Sêpel e lê çima navê wê danî ye “spêle”?)
Çîroka -Masiyên li peravê dane
Piştî heft saeta bê sekin meşiya rp. 35 (mantiqa vê hevokê tirkî ye) Veger, xweha xwe dikuje û bi wijdanê xwe re şer dike û welhasil hiş ber dide û çîrok wisa xilas dibe .(Kuştina xwişka wî, sedemên wê kêm in, hew em dizanin bera pê yekî daye û gava vegeriya û ev jî bûye sedema kuştina wê)
Çîroka- Hêvî
Ev çîrok li ser panela ku wê li ser Cejna Zimanê Kurdî çêbibê ye. Leheng diçe panelê, li wê panelê panelîst û kesên hatine di nav xwe de qala girîngiya zimanê kurdî dikin lê bi tirkî, yên nivîskar jî di axaftina xwe de qala zimanê zikmakî û girîngiya dê û bavên zarokan dikin lê mixabin gava zarokên wî tên ba wî, ew jî bi wan re bi tirkî diaxive. Vê sextekariya wan dibîne hêrs dibe û panela Şaredariya Elîhê terk dike. Gava derdikeve sikakê ew kesên kevnefiroş bi kurdî diaxivin hilma wî tîne ber wî. Di wê dubendiya wan de heyirî dimîne. (di vê çîrokê de sextekariya kesên siyasetmedar û kesên rewşenbîr ku bi çi awayî nêzîkî zimanê zikmakî dibe di alî dinê jî ku kesên li xwedî ziman derdikevin esnaf û kesên li sikakê ne)
Çîroka- Biyanî
Ev çîrok ku yekî bi tenê ye û kesek jê hez nake di ku de diçe herkes naletê lê tîne û herkes jê direve. Lê çima gelo? Ev bi me nedaye hîsandin. Em dizanin kesekî bê hêvî ye hew kevokan xwedî dike û carna li ser banê xwe bi kevokê kedî re teqlan diavêje. Jê pê ve li dibistanê bi tenê ye û xwe ji herkesî vedikişîne, carnan dil heye xwe bikuje lê çima gelo? Ji ber tenê bûnê ye an kes lê napirse? Ev jî em nizanin sedema wê çi ye?
**
Nivîsên Ar-da Arşêl ên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Li ser 'Dojeha veşartî'
- Ev roman tabloyeke surrealîst a realîst e