Diyarname
Lîstikvanê navdar Cristiano Ronaldo bû şirîkê klûba Almeria ku niha di La Lîga de kar dike.
Ronaldo ji Portekîzê ye. Bi salan li Real Madrîdê lîst û niha li Erebistana Siûdî di tîma Al Nassr de de dilîze. Ronaldo niha sedî 25'ê para klûba Almeriayê kirî û bû şirîkê klûbê.
Agahî ji aliyê Brunswick Groupê ve hatiye belav kirin. Ronaldo bi ser kompaniya Sports Investments re para Almeriayê kiriye.
Li ser vê yekê Ronaldo wisa gotiye, "Ji zû de xeyala min bû ji nav sehayê wêdetir kedê ji bo fûtbolê bidim. Almeria klûbeke Spanyol e, xurt e û xwedî potansiyela mezinbûnê ye."
Ev 6 sal in klûb ji aliyê Erebistana Siûdî ve tê bi rê ve birin. XWediyê klûbê Mohammed Al-Khereiji jî wisa gotiye, "Em gelek kêfxweş in ku Ronaldo ji bo razemeniyê klûba me tercih kiriye. Ew lîga Spanyayê baş dinase û hem di warê akademî, hem di warê tîmê de potansiyela tiştê me kiriye jê fêm dike."
Cristiano Ronaldo niha 41 salî ye û hê jî fûtbolê dilîze. Piştî Manchester United, Real Madrid û Juventusê çû Al Nassr. Ji sala 2023'yan ve li wir formayê li xwe dike.
Klûba Almeria klûbeke Spanyayê ye, niha di Lîga 2'yemîn a Spanyayê de ye. Di dawiya hefteya 27'an de bi 48 pûanan di rêza sêyemîn de ye. Racing bi 50 pûanan yekemîn, Castellon bi 49 pûanan duyemîn e. Almeria di salên 1979-81'ê de di lîga mezin La Lîgayê de bû. Klûbê di sala 2001'ê de navê xwe guhartkir UD Ameria. Niha bi awayê fermî vî navî bikar tîne.