Îsraîlê bi fuzeyan êrîşê Îranê kir. DYA piştgirî dide. heta niha çi qewimî?
Va ne yek bi yek agahî:
23.20
Netanyahu: Emê êrîşê bidomînin
Serokdewletê Îsraîlê Benjamin Netanhayu got,"Vê sibê Xamaneyî û serfermandarên Mihafizên Şoreşê, rayedarên bilind ên bernameya nukleerê me me ji holê rakirin û emê vê yekê bidomînin. Di nav çend rojên pêş me de emê hê li hezaran hedefên dewleta terorê bixin,"
22.30
Kamala Harris dijî şer û Trumpî derket
Berendamê Partiya Demokratan, Cîgira Serokdewletê ya DYA'yê ya berê Kamala Harris bi ser hesabê xwe yê X'ê re peyamek belav kir û got, "Donald Trump, DYA'yê ber bi şerê ku gelê Amerîkayê naxwaze ve dehf dide. Ev şerê ku li dijî Îranê ji bo guherandina rejîmê tê kirin, ez dijî vî şerî me. Û ji bo şerê ku Trump dixwaze leşkerên me dixin nava talûkeyê.
'BI SEDAN SIVÎL MIRIN'
Balyozê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di êrîşê de bi sedan sivîl mirine. Balyozî ragihand ku Îran mafê xwe yê parastinê bikar tîne û "hemû hêzên neyar" hedefên me yên me
22.00
200 balafirên şer
Artêşa Îsraîlê li ser erîşa bi ser Îranê de ragihand ku wan 200 balafirên şer bi kar anîne. Li gor agahiyê 500 cih kirine hedef.
CENTCOM'ê ragihand ku bi sedan êrîş hatine kirin. Li aliyê din CENTCOM'ê ragihand ku tu zirar negihîştiye baregehên wan ên li welatên Kendavê.
21.40
Fermandarê Pasdaran hat kuştin
Reuters ragihand ku di êrîşê de Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Emîr Nesîrzade û Fermandarê Hêzên Bejahî yê Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Pakpur hatine kuştin. Îranê hê di vî warî de agahî belav nekiriye.
21.00
Berdevkê Heyva Sor a Îranê ragihand: Li 24 parêzgehan êrîşê Îsraîl û Amerîkayê çêbûye. Zêdetirî 200 kesî hatine kuştin. Dor 750 kes birîndar bûn.
Êrîş li parêzgehên wekî Tehran, Qûm, Elborz, Îsfehan, Fars, Ûrmiye, Kirmaşan, Loristan, Sine, Îlam, Zencan û Hurmizganê hatine kirin.
19.00
NY'ê banga nivîsa Konseya Ewlekariyê kir
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Konseya Ewlekariyê wê îro saet 21'ê de civîNê li dar bixe û rewşa Rojhilata Navîn nîqaş bike.
Nûnertiya Îsraîlê ya li NY'ê diyar kir ku civîn bi însiyatîfa Fransa û Bahrêynê tê lidarxistin.
14.35
Wezîrê Tirk telefonê wezîrên welatan kir
- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan telefonê wezîrên karên derve yên Îran, Iraq, Erebistana Siûdî, Qetar, Sûriye, Misir û Endonezyayê kir. Fidan li ser rawestandina şer ligel wan axivî.
14.30
- Çapemeniya Îsraîlê ragihandiye ku bi 7 fuzeyan êrîşî navçeyek nêzîkî Koşka Serokatiyê û baregeha Elî Xamneyî hate kirin.
14.00
- Cîgirê waliyê Hurmizgan Ehmed Nefîsî got di êrîşa Îsraîlê li navçeya Mînabî ya ser bi parêzgeha Hurmizgan dibistanek seretayî ya keçan bûye hedef. Di êrîşê de 36 xwendekarên keç hatin kuştin.
- Lîwaya Hizbullahê ya li Iraqê ragihand ku ewê di demek nêzîk de êrîşên ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê bidin dest pê kirin.
13.50
- Îranê êrîşî Balyozxaneya Amerîka û baregeha leşkerî ya Amerîka ya li navçeya Herîr a ser bi parêzgeha Hewlêrê de kir. Li gorî çavkaniyên taybet ên ajansa me Rojnews’ê, Îranê êrîşê vê derê kiriye Lê heta niha zirar û ziyanên êrîşê nehatine eşkerekirin.
- Li aliyê din qeymeqamê Herîrê êrîş red kirine û gotiye ku li herêmê hêzên DYA'yê tune ne.
13.45: Îranî bangî NY'ê kir
- Wezareta Karên Derve ya Îranê, di daxuyaniyeke nivîskî ya der barê êrîşên Îsraîl û DYA’yê de, got: “Em daxwaz dikin ku Konseya Ewlehiyê ya NY’yê (Neteweyên Yekbûyî) gavên lezgîn û bi bandor li dijî vê êrîşa ku gefê li aştî û ewlehiya navneteweyî dixwe, bavêje.”
13.10:
- Li herêma Cerf Sexir ya ser bi parêzgeha Babila Iraqê de êrîşek hewayî li dijî hêzên Heşdî Şeebî hêk hat. Li gor agahiyên pêşî du endamên Heşdî Şeebî mirine, gelek birîndar hene.
Herêma Cerf Sexir ji sala 2014’an ve wekî herêmek leşkerî hatiye ragihandin. Heya niha jî xelkê wê derê nikare here wê derê dîsa bi cih bibe.
Netanyahu bang li faris, kurd û gelên din kir
- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanhayu li ser êrîşê peyamek bi vîdeoyê belav kir û bang li gelen li Îranê kir: Hemû pêkhateyên gelê Îranê, fars, kurd, azerî, belûc û ehwazî, dem hatiye hûn zincîrên zordariyê biqetînin û azadî û nirxên aştiyane bînin Îranê.
11.30: Trump: Armanca me têkbirina gefên rejima Îranê ye
- Serokdewletê DYA’yê Donald Trump eşkere kir ku DYA'yê ligel Îsraîlê êrîşê Îranê kiriye û got: “Armanca me têkbirina gefên rejîma Îranê û parastina gelê Amerîka ye. Emê fuzeyên Îranê tune bikin.” Trumpî bi qasî saetek berê ev agahî belav kir û qala êrîşê wan kir. Trumpî di peyama xwe de got ku talûkeya li dijî endamên wan daxistina asta herî kêm. Her wiha Trumpî diyar kir ku dê baregeha leşkerî ya Îranê ya ser behrê têk bibin.
- Piştî êrîşên pêşî AFP'ê got ku li paytexta Erebistana Siûdî li Riyadê dengê teqînê hatiye. Wezareta Karên Hundir a Qetarê jî ragihand ku li dijî Qezarê êrîş çêbûye, hin ziyan çêbûye. Artêşa Kuweytê jî êrîşa hewayî ya fuzeyan li hemberî wan çêbûye lê li hewayê hatine texrîbkirin. Urdunê jî got me du fuze daxistine. Hat gotin ku Îranê ev êrîş li dar xistine.
- Rayedarên DYA'yê ji bo CNN'ê gotin ku bi mehan berê operasyon hatiye plankirin û operasyon di asteke bilind de ye.
SERÊ SiBÊ:
- Vê serê sibê Îsraîlê fuze bi ser Îranê de barandin. IRNA'yê (Ajansa Nûçeyan a Îranê) di destpêkê de got, Li Tehranê li sê cihên cuda teqîn çêbûye.
- Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisreal Katz bi awayekî fermî ragihand ku Îsraîlê êrîşê Îranê kiriye.
- Saet 11'an de Îranê bi ser Îsraîlê de fuze şandin. Li Tel Avîvê sîrenan lê da.
Îranê rêya hewayî girt
- Piştî êrîşan Îranê hemû rêyên hewayî yên welatên xwe dan rawestandin. Xetên telefonan hatin qutkirin, li gelek herêman înternet giran bû.
Li Tehranê gel li benzînxaneyan ket rêzê ku benzînê bigire. Gelek kesî bajar terk kir.