Diyarname
Komîteya Amadekirina Newrozê eşkere kir ku îsal li 53 cihan dê Newroz bê pîrozkirin. Li gor bernameyê roja 9'ê adarê wê li Amed û Stenbolê deklerasyona Newrozê bê eşkere kirin.
Şîara îsal a Newrozê wekî Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" eşkere kirine.
Roja 11'ê adarê li Sûra Amedê, Kadîfekaleya îzmîrê, li navçeyên Depû Bazîdê wê agirê Newrozê bê pêxistin. 24'ê adarê li Silopiyê bi pîrozbahiyê, Newroza îsal wê temam bibe. Newroza Amedê îsal jî dîsa roja 21'ê mehê tê pîrozkirin.
Va ye bernameya Newrozê:
- 9'ê Adarê: Li Amed û Stenbolê deklerasyona Newrozê dê bê ragihandin.
- 11'ê Adarê: Li navçeyên Sûr, Dep û Bazîd û Kadîfekaleya Îzmîrê starta Newrozê bê dayîn.
- 14'ê Adarê: Nisêbîn (Mêrdîn), Kop (Mûş), Misirc (Sêrt), Xelfetî (Rihayê), Meletî.
- 15'ê Adarê: Colemêrg, Agirî, Semsûr, Qers, Qoser (Mêrdîn), Îdir, Mûş, Aydin
- 17'ê Adarê: Dêrsim, Erzerom, Erdîş (Wan).
- 18'ê Adarê: Gever (Culemêrg).
- 21'ê Adarê: Amed, Kocaelî û Tekîrdag.
- 22'yê Adarê: Stenbol, Enqere, Mêrsîn, Riha, Balikesîr, Çewlig, Wan, Antalya, Dîlok, Êlih, Xarpêt, Konya, Edene, Denîzlî, Îzmîr, Tetwan (Wan), Cizîr (Şirnex), Sêrt, Bursa, Mugla, Îskenderûn (Hatay), Manîsa, Osmaniye, Çanakkale, Eskîşehîr.
- 23'yê Adarê: Şirnex
- 24'ê Adarê: Silopî (Şirnex).”