Diyarname
Nivîskar, helbestvan Selîm Temo 11 roj berê bi qeyrana dil ket û ew bi lezgînî rakirin nexweşxaneyê. Niha rewşa wî baştir e. Di vê serdema nexweşiyê de malbata wî du caran wekî agahî der barê Temo de peyam belav kirin. Her du peyam jî wekî Diyarname me li ser hesabên xwe belav kirin.
Selîm Temo niha bi xwe li ser hesabê xwe yê X'ê peyameke belav kiriye.
Di nav peyamê de gazind jî, şîret jî hene. Loma jî qîmeta vê peyamê heye hem ji bo wî, hem ji bo kesên/nivîskar/helbestvanên ji niha û pêde jî dê nexweş bikevin (înşela nexweş nekevin) heye. Loma jî hêja ye peyam bigihîje gelek kesî.
Em wekî Diyarname gelek qîmetê didin eleqeya ligel nexweşan, dîsa bala me gelek li ser şîn û şahiyên gelê me ye. Em carek din ji bo nivîskar Selîm Temo dibêjin bila derbasî be, zûtir bigihîje siheta xwe û bêyî em dest bidin, em vê peyama wî li vir belav dikin.
***
Silav li civatê,
Heft sal şûn de yanzdeh roj berê dilê min dîsa got, “bes e, hew ji min tê, were em herin.” Min got, “ma dengê bişkivîna kulîlkên Kurdistanê nayê te jî, em ê çawa biçin?”
Ev car giran bû, kûr lê da, sîngê teqand, pê hesand ku mirin heye.
Pêşiyan gotine, “Mirin hespekî spî ye, li ber derê her kesî ye…”
Spasiya kesên qîmet dane dikim. Mala we/wan ava be.
Edetê me ye, mirov di rojên giran de li hev tên. Spasiya kesên li gor edetî tevgeriyan dikim. Yên ku li gor edetî tevnagerin, jixwe, bi qewlê Edûlê, “bêçand û bêpergal” in.
Çend nav ne tê de, ji siyasetmedaran kesê/î li halê min nepirsî. Gava “kumsor”ek, “efendî”yek bi zekemê keve dibe bavo birawoya wan, lê ji bo Kurdeka/ê li ber sekeratan mesajek girdobelek jî belav nakin.
Xaniyê gewre 330 sal berê gotibû: “Namûs e li hakim û ‘emîran” / “Tawan çi ye şa’ir û feqîran” [(Rastkirina rewşa xerab meseleya) namûsê ye ji bo pêşeng û mîran / Ma çi sûcê helbestkar û ronakbîran (=feqîr / miskîn) heye tê de?]. Gotin ser de nayê gotin!
Sê meh berê jî li eynî nexweşxaneyê bûm, -malbat jî di nav de- min nehişt kes pê bihese. Çend nexweşînên din jî derdikevin. Min nedizanî ku bi rastî jî dûrî / xerîbî kûr lê diçe. Heke vegera welêt nebe qismet an “mirina bêwext” wek hespekî spî were ber derî, divê neteweya min a wêrek bizane ku çawa min şermekê nebiriye ber deriyê daybavê xwe, min ti şermê neaniye ber deriyê neteweyê jî.
Qisûr navê min e, lê ji xîretê zêde min dîn û îdeolojî tune.
Ji gellek hevalên xwe zêdetir jiyam -mala min bişewite. Wa meyîtê qemer ê Teymenî hê jî li orta çarşiya Batmana şewitî li erdê ye. Ba li pora Uysalî dide, her diçe zertir dike. Semrayê miriya şevên çiyê bû, di şeveka çiyê de şehîd bû… Ez mabim çi ye, hebim çi ye, nebim çi ye?
Bila serê min bi qurbana şêrên me yên çargurçik bibe. A ji destê min tê xwendin û nivîsîn e. Ez jî deyndarê neteweyê me û “şerê epîstemîk” jî perçeyek ji şerê azadiyê ye.
Hatime wî temenî ku dikarim şîretan li ciwanan bikim. Delalno, şerê hev nekin. Layîqê şehîdan bin. Ji hev hez bikin. Guh nedin xêrnexwazan. Ne tenê di karesatê de, di serkeftinê de jî yek bin. Zeviya welatê me şewitandine; em divê bawerî, ruh, hezkirin, aqûbet, hevkarî û hêzê lê biçînin da dara me ya jiyanê heşîntir bibe.
Herçî ez im, “nêrgizek l’ bin newalê b el a we l a!..”
Selîm Temo