Diyarname
Jinek kurd bi navê O.A. rastî şîdeta mêrê xwe hat. Ji ber vê ew û 3 zarokên xwe reviyan Swîsreyê. Bavî doz vekir, Swîsreyê bi îdîaya li Tirkiyeyê heq û hiqûq heye, "talûkeya giran tune ye" biryara bi paş ve veqerandina wan da. Lê dayik dibêje, "Em vegerin emê bi talûkeyeke cidî ya ewlehiya can re rû bi rû bimînin" û dixwaze dengê wan bê bihîstin.
Dayikek kurd bi navê O.A, 41 salî ye. 3 zarokên wê hene. Ew jî kurd, mêrê wê jî kurd e. Li bajarê kurdan dijîn û dayîk rastî şîdetê tê. Paşê zarok jî. Dayik dibêje, mêrê wê bi awayekî fîzîkî, psîkolojîk û aborî ve şîdet li wan kiriye û zarokê biçûk jî îstîsmar kiriye. Ev meseleya îstîsmarê dayik bi xwe jî piştî diçe Siwîsreyê hîn dibe.
Dayik ligel zarokên xwe direvin Stenbolê; ji wir bi ser Arnavutlukê re direvin Swîsreyê. Dema diçin Arnavutlukê bi sedema "gerê" dizin, loma bav bi awayekî êrê dike vê gerê. Lê dayik û zarok ji wir berê xwe didin Swîsreyê. Ev demek e ew li Swîsreyê dijîn. Ji bo penaberî serîlêdanê dikin, dadgeh lêkolînê dike, lê niha encamek neyînî dertê.
Bav bi îdîaya "Zarokên wî revandiye" dozê vedike. Parêzerên O.A jî ji bo veqetîna wî ya ji mêrê wê li dozê vedikin. Li Tirkiyeyê doz didome, lê li Swîsreyê dadgeh ligel ku rewşa meyla bav a ji bo şîdetê û meseleya îstîsmarê diyar dike jî, biryarê dide ku wan bi paş ve bişîne. Dadgehê bi sedema "Li Tirkiyeyê hê doz didome" ligel tespîtkirina şîdetê jî serîlêdana wan a penaberiyê qebûl nekiriye û bi biryara bi paş ve şandinawan a Tirkiyeyê daye. Ger ev biryar neyê betalkirin di navbera 2-4'ê mehê de ew dê bi paş ve bêne şandin.
PISPORAN ŞÎDET DIYAR KIR
Dayik O.A niha banga alîkariyê dike û dibêje, "Li Swîsreyê ligel pisporan cuda bi cuda, bi tenê ligel zarokên wê axivîne. Wan jî tomar kiriye ku zarokê 11 salî ji aliyê bav ve rastî îstîsmara cinsî hatiye. Ev yek ketiye qeyda dadgehê jî. Ligel vê yekê jî Swîsre wan bi paş ve dişîne."
Ji bilî vê, ji zarokan yek rastî şîdeta pîsîkolojîk hatiye û li Tirkiyeyê ji bo întîxarê hewl daye. Ev bûyer jî ketiye nava qeydên fermî.
Ligel van yekan jî dadgehê bi sedema "talûkeya giran ji bo wan tune ye" biryara bi paş ve şandinê daye.
'EWLEHIYA ME TUNE YE'
Dayik O.A niha bang dike, "Ger min û zarokên min bişînin Tirkiyeyê ewlehiya canê me di talûkeyê de ye."
MESELEYA DADGEHA BURSAYÊ
Li ser navê O.A parêzer li Dadgeha Malbatan a Orhangaziya Bursaya Tirkiyeyê dozê vedike û dixwaze veqetîn çêbibe; mafê velayetê zarokan jî bidin dê. Dadgeh "rapora rewşa civakî dixwaze" lê ji ber ku dayik û zarok li derveyî Tirkiyeyê ne, rewş zehmet dibe.
Bav jî bi îdîaya "Zarokên wî revandine" li heman cihî serîLêdana sûcê dide li cem Serdozgeriya Komarê ya Bursayê. Lê dozger bi gotina "Ji bo çûna derveyî Tirkiyeyê te erê daye" serîlêdana bavî red dike.
Her wiha dadgeh biryarê ji bo bav dişîne û dibêje, "Zarok û dê bên Tirkiyeyê haya me pê bixin, emê ji bo wan biryara parastinê bidin". Li ser vê yekê, ligel ku dadgeha Swîsreyê îstîsmar, şîdet eşkere qeyd kiriye jî gotiye, "Li Tirkiyeyê mekanîzmayên parastinê hene" biryara bi paş ve şandina wan daye.
Dayik niha bangî raya giştî dike, "Derdê min ne aramî ye, derdê min ê niha tenê ewlehiya canê me ye. Ger em vegerin Tirkiyeyê mêrê min dê zirarê bide zarokan."
DÎTINA PARÊZERAN
Parêzerên O.A'yê bertek nîşanî dadgeha Swîsreyê didin û dibêjin, "Dadgeha Swîsreyê meyla şîdetê ya bav fêm kiriye û girtiye bin qeydê. Dîsa îstîsmara li hemberî zarok jî diyar kirine, ligel vê yekê jî biryara bi paş ve vegerandinê dane ku ev yek nayê qebûlkirin. Parêzer dibêjin, "Pisporan raste rast ligel zarokan hevdîtin kiriye û di dîtina xwe de gotine istismara cinsî çêbûye, ev sernav bi tena serê xwe jî dikare bê lêkolînkirin" û wiha dibêjin, "Dadgehek hem şîdetê dibine, wê qeyd dike, hem jî mafê penaberiyê qebûl hake, ev nakokiyeke mezin e. Ev diyarkirina îstîsmarê tenê jî divê ji bo parastina dê û zarokên wê ji aliyê parastina însanî ve têrê bikira. Dadgehê ev yek piştguh kiriye."
Parêzer diyar dikir ku dagdeh nivîsek bişînin û têde bejin "Emê we biparêzin" têrê nake, bi şandina du polîsan talûkeya şîdetê ji holê ranabe.