Qamişlo
Li Zanîngeha Rojava, Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî bi diruşma "Ziman hebûn e, ziman nasname ye, ziman beden e, ziman xak e, ziman azadiya gelan e" şevbuhêrka helbestan li dar xist.
Di şevbûhêrkê de mamoste, helbestvan û nivîskar amade bûn. Di şevbuhêrka helbestvan de Salih Heydo, Beşîr Mele, Behzad Hisên, Noman Osman, Mîdya Berekat û Nêrgiz Ismaîl helbestên xwe xwendin.
Hat ragihandin ku wê ev şebuhêrk heya hefteyekê bidome.