Navenda Nûçeyan
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî heyeta hikumeta demkî ya Şamê ya di bin serokatiya Ziyad Ayiş de pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de Ebdî û heyetê de, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Asayîşê Mehmûd Elî Xelîl jî amade bûn. Her du aliyan li ser pêvajoya entegrasyonê, rêbazên pêşxistina aramiyê û hevkariyê li herêmê nîqaş kirin.
Di hevdîtinê de li ser xizmeta hevpar û dosyayên ewlehiyê hatin nirxandin. Di hevdîtinê de ala Sûriyeyê û ala HSD'ê hatin vekirin.
Ev civîn di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Rêbendana 2026'an a navbera HSD û hikûmeta demkî de pêk hat.