Îranê leşker ber bi Rojhilat ve şandin
...Ev nûçe tê nûkirin...
Hejmara heta îro: Herî hindik 787 kes mirine
Heyva Sor a Îranê derbarê mirina sivîlan a di şerê Îsraîl-DYA û Îranê de got: 153 nave, 504 cih hatine bombebaran kirin. Heta niha 787 kes di van êrîşan de mirine. Heta niha hezar û 39 êrîş li herêmên uda pêk hatine. Di şer de ne tenê cihên leşkerî, cihên îdarî û pêşesaziyê jî têne bombekirin.
**
Ji Lubnanê 11 hezar kes derbasî Suriyeyê bûn
Di navbera Hizbullah û artêşa Îranê de şer û bombebaran gur bû. Loma jî gelek kesên ji Lubnanê reviyan Sûriyeyê. Tê gotin ku heta niha 11 hezar kes derbasî Sûriyeyê bûne.
Ajansa Ragihandinê ya Fermî ya Lubnanê jî got ku artêşa Lubnanê hinek baregehên xwe yên li ser sînorê Îsraîlê vala kirine û hêzên xwe ber bi cihên din ve kişandine.
Reutersê ji çavkaniyeke Lubnanê ragihand ku artêş ji 7 baregehên nêzî sînor vekişiya ye.
**
Îranê leşker ber bi Rojhilat ve şandin
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 4'an de didome. Îranê ber bi rojhilatê Kurdistanê ve leşker şandin.
Îran di çarçoveya ger operasyoneke bejahî çêbe, ji bo pêşî li kurdan bigire leşker ber bi herêmên kurdan, rojhilatê Kurdistanê ve şandin.
Çavkaniyên herêMî dibêjin Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê û hêzên girêdayî wa nber bi Serdeşt, Pîranşar ve û hin cihên din ve şandine. Tê gotin ku leşker li mizgeft û dibistanên li herêmên ser sînor bi cih kirine.
**
Îranê êrîşê Riyadê kir
Îranê bi balafirên bê mirov êrîşê Balyozxaneya DYA'yê ya li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê kir. Der barê mirin an ziyanê de tu agahî nehat belavkirin, lê Erebistana Siûdî eşkere kir ku êrîş çêbûye.