Amed
Komeleya Wêjekarên Kurd, PEN'a Kurd û Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) ji bo helbestvan Ehmed Huseynî ku duh canê xwe ji dest da, li Amedê du rojan şîn datînin. Şîn wê rojên 12 û 13'yê mehê li avahiya Komeleya Wêjekaran li dar be.
Li ser navê PEN'a Kurd nivîskar Omer Fîdan, Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên YEWKURD'ê û gelek nivîskar beşdarî daxuyaniyê bûn.
Fîdan ku pêşî axivî got, “Wekî ku hûn dizanin mixabin dîsa mirinekê destê xwe lez girt û dostê me, şêxê helbesta kurdî, rewşenbîrê hêja Ehmed Huseynî ji nav me bir. Em gelekî xemgîn in. Lê em dilsoz û dildarên wî ne, şopdarên wî ne, şopînerên rêya wî ne.”
Nivîskar Fîdan diyar kir ku her sê sazî du rojan wê li şînê li benda hezkirî û dostên Ehmed Huseynî bin.
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî jî got, "Wekî Komeleya Wêjekarên Kurd em dibêjin, Ehmed Huseynî dengê gelê me bû, dengê helbesta me bû. Bêguman ev peywireke me ya neteweyî û wêjekarî ye ku em xwedî lê derkevin. Em êşa malbatê û êşa gelê kurd parve dikin. Em careke din dibêjin serê wêjeya gelê kurd, serê wêjekarên kurd û serê gelê kurd sax be.”
***
Nûçeya Eleqedar:
- Şair Ehmed Huseynî merd


