logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin
  2. Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve
  3. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  4. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  5. 'Ew jina herî xweşik bû'
news-details

Merasima ji bo Ehmed Huseynî: Wî rêyeke nû li ber helbesta kurdî vekir

  • Dîrok: 27/03/2026
  • Beş: Nûçe

Amed
Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin, roja 10'ê adarê canê xwe ji dest dabû. Cenazeyê wî anîn Amedê, îro li ÇandAmedê merasima cenazeyê hat li dar xistin û ew şandin Rojava.

Mebûs û hevşaredarên DEM Partî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî, nivîskar, helbestvan, xebatkarên çand û hunerê û gelek kesên din di merasimê de amede bûn.

Cenazeyê Huseynî bi ala kesk û sor û zer xemilandin û anîn ser dikê.

Piştî deqeyek rêzgirtinê hunermend Şêrko Kanîwar helbest xwendin. Dûre sînevîzyona ku qala jiyana Ehmed Huseynî dikir hate nîşandayîn.

Dûre gelek kesan li ser Ehmed Huseynî gotinên xwe gotin. Va ne çend gotin:

- Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn: Bi rastî jî em karin bêjin ne xatirxwestinek e, her tim ew ê li axa Kurdistanê di hemû dilê kurdan de zindî bimîne. Bi rastî jî zû bû. Mafê wî hebû ku Kurdistaneke azad jî bibîne. 

- Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hûnerê ya DEM Partiyê Cemîle Tuhalli: Ehmed Huseynî ne tenê kesayetekî qenc, helbestvan û nivîskarek bû; ew di heman demê de welatparêzekî qedirbilind bû. Ehmed Huseynî helbestên xwe her tim bi hestên ji bo welatê xwe bi dawî dikirin. Tu dê her di dilê me de bî. 

- Hevberdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç: Jiyana xwe xal bi xal, roj bi roj; hestên xwe, nêrînên xwe, zanîstiya xwe bi pênûsa xwe, bi hestên xwe di dilê me da nivîsandiye. Em bawer in; ev tiştên wiha, ev berhemên wî wê di dîroka kurdan a dirêj de cihê xwe bigirin. Ji bo berxwedana gelê kurd wê bibe ronahiya rêya wan.

- Hevseroka PEN'a Kurd Rojbîn Perîşan: Bêguman îro em mamosteyekî mezin, rewşenbîrekî helbesta kurdî bi rê dikin. Ew bi qasî axa xwe qedîm, bi êş û berxwedaniya jiyana xwe ya serbilindî xatir dixwaze. Ji ber ku ew pêşengê helbesta kurdî ya modern bû, wî rêyek û şêwazekî nû li ber helbest û wêjeya kurdî vekir û em hemû bi xwendina wê rêkê mezin bûn. Mîrate û mîrasiya wî, dê di emanetê hemû nivîskar, wêjevan û helbestvanên kurd de be.

- Endamê Enstituya Kurdî ya Amedê nivîskar Feratê Dengizî: Bi rêzdarî û xemgîniyeke mezin bejna xwe li ber hozanê mezin Ehmed Huseynî ditewînim. Di dilê min de em dikarin wisa bibêjin; Şêxê min, pîrê min, oxir be hevalo, oxir be. Em têne dilê helbesta te. Em têne wê banga te ya yekîtiyê. Em têne wî dilê te yê ku qet naraweste. 

- Endama Komaleya Wêjekarên Kurd Mîna Acer: Wekî Komeleya Wêjekarên Kurd, em di vê roja reş de sersaxiyê didin malbata wî, gelê kurd û hemû nivîskar û helbestvanan. Ehmed Huseynî bi her rist û pirtûka xwe zimanê me xemiland; bi kûrahiya felsefeya xwe û bi sêwirandina hunera xwe, asoyên nû li ber wêjeya me vekir. Mîrateya ku wî li pey xwe hiştiye, ji bo me deryayeke bêbin e.

- Seroka KASED'ê Salîha Ayata: Ehmed Huseynî her tim yekîtî û axa Kurdistanê diparastin, di dilê wî de cihê Amedê cuda bû. Ehmed Huseynî bi helbestên xwe, bi hostatî û hunera xwe, heqîqeta gotinê û gotina heqîqetê wekî mîrateyek hişt û çû. Helbestvan ji bo neteweyekê yek ji stûnên herî sereke yên ziman e. Huseynî jî ji bo kurdî kesekî wiha bû. 

- Serokê Weqfa Mala Haco Zîwer Haco: Em îro li vir, li paytexta dilan, pêşwaziya cesedê pak ê helbestvanê mezin, dengê Amûdê û dengê rûmeta Rojava, Ehmed Huseynî dikin. Îro li vir ne tenê wekî şahidê koça dawî ya helbestvanekî mezin im, lê wekî hevalekî ku bi salan li sirgûnê, li axa Swêdê, bi Ehmed re nan û xwê parve kiriye me. Ehmed her dem digot: ‘Ez ê rojekê vegerim, lê ez naxwazim bibim mêvan, ez dixwazim bibim ax.’ Ew mînaka deryayekê bû, her dem tijî pêlên xeyalan û her dem dilsojê zimanê dayikê bû. Ew li Swêdê tenê nedijiya; wî Kurdistan di dilê xwe de her roj ava dikir.

- Nivîskar û rojnameger Rizoyê Xerzî: Ehmed Huseynî heta kêliya dawiya jiyana xwe, mirovekî dilsoz, xwedî biryar, ronakbîrekî zîrek û girêdayî şîn û şahiya gelê xwe bû. Di hemû helbest û nivîsên xwe de, her dem li kêleka yekîtiyê bû. Tu caran rê neda dubendî û dijminahiya alîgiriya korane. Ehmed Huseynî, kedeke mezin ji bo avakirina Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê da. Di kêliya herî bêhêvî de, dema ku ez li Ehmed digeriyam, dîsa hêviyên mezin dida min, hêviya vegerekê dida min.

Piştî axaftinan cenaze birin morga Goristana Yenîkoya Baglara Amedê. Sibê wê bi ser Deriyê Sêmalka re cenazeyê bişînin Rojava û li Amûdê wê defin bikin.

 

****

 

Têbiniya Diyarnameyê:
Ji bo yên nizanin helbestvan Ehmed Huseynî roja 10'ê adarê mir. Va ye nûçe û nivîsên eleqedar ên vê demê:

- Bernameya merasima cenazeyê Ehmed Huseynî ya li Amedê diyar bû

- Çend Têbinî Li ser Xatirxwestina Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî
- Şair Ehmed Huseynî merd
- Em ê çawa vê birînê bi hev bidin nasîn û vê xewnê şîrove bikin
- Li Amedê ji bo Ehmed Huseynî şîn datînin

Parve Bike

Parve Bike

Youtube Me

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

news
  • 11 10 2026

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Biryara nû ya Wezareta Perwerdehiya Sûriyeyê ji bo kurdî wê kengê bikeve jiyanê?

ad

Gotûbêjek li ser 70'emîn Salvegera Komara Kurdistanê

ad

'Em dixwazin Şoreşa Rojava bi serkeftî bidome'

ad

97 saziyên jinan piştgirî dan Gultan Kişanak

ad

Festîvala Fîlmên Bêasteng didome

ad

Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

  • 11 10 2026
news

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

  • 11 10 2026
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname