logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çarîk fînal de heyecan dest pa keno
  2. Sînemagerên kurd biryarên nû girtin
  3. Piştî 89 salan fotoyên dema îdamkirina Seyîd Riza hatin dîtin
  4. Atolyeya Muzîkî a Geyrayoxe qeybî tûtan kewte rey
  5. Helbestvan Ahmet Telli hat entubekirin
news-details

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

  • Dîrok: 10/06/2026
  • Beş: Serbest

___Cano Şakir___

Di 08.06.2026. ez li bajarê Bremenê di xwendineke nivîskarê kurd Helîm Yûsiv de ez amade bûm. Ev çalakî ji aliyê Kulturhaus Walle ya bajarê Bremen, Weşanxana Sujet Verlag  û Yek Mal Bremen ve hatibû organîzekirinb Çalakî  bi alîkariya moderatora çalak û jêhatî Hamdiye Ertaş û xwendina bi zimanê almanî Daniel Zaidan re di nav atmosferek pir xweş de derbas bû. Helîm Yûsiv li ser jiyana xwe, berhemên xwe yên edebî û pirtûkên xwe yên ku bi almanî hatine wergerandin bi taybetî “Firîna Bi Baskên Şikestî”axivî.
Wî, beşên ji berhemên xwe xwendin û behsa çîrokên xwe yê destpêkê kir. Ya ku zêdetir bala min kişand ew bû ku wî bi vekirî li ser çand, ziman û ezmûnên gelê kurd û ezmûna xwe ya destpêkê kir û axivî.

BAJARÊ AMÛDÊ Û SÎNOR
Helîm Yûsiv di axaftina xwe de behsa bajarê Amûdê kir, bajarê ku ew jê ye û li ser sînorê bakurê Kurdistanê ye. Wî diyar kir ku bapîrên wî jî ji bakurê Kurdistanê hatine û di encama dabeşkirina Kurdistanê de malbata wan ji hev qut bûye. Ev rewş li ser jiyana malbata wî bandorek mezin hiştiye û gelek trajedî û êşan li ser wan derbas bûne.
Helîm Yûsiv her wiha behsa siyaseta zordar a rejîma Esed kir ku salên dirêj li ser kurdan û zimanê kurdî hat pêkanîn. Tevî van astengiyan, qedexeyan û zextan, ew ji nivîsandin û çapkirina berhemên kurdî dûr nebûye. Berevajî vê yekê, ev dijwarî bûn sedem ku ew bêtir bi ziman û çanda xwe ve girêdayî bimîne.

KARÊ EDEBÎ Û BERXWEDAN
Helîm Yûsiv bal kişand ser wê yekê ku nivîsandin bi kurdî ne tenê karekî edebî ye, lê di heman demê de berxwedanek ji bo parastina ziman, dîrok û nasnameya kurdî ye. Beşdaran jî vê yekê bi germî pejirandin û li ser girîngiya berdewamkirina xebatên çandî û edebî yên kurdî nîqaş kirin.
Di nav mêvanan de gelek nivîskarên kurd û alman û her wiha hezkiriyên edebiyatê hebûn. Atmosfera civînê germ û xwexş bû.
Ev xwendin derfeteke baş bû ku mirov zêdetir li ser edebiyata kurdî fêr bibe û bi kesên din re biaxive. Tevî ku hema bêje min berhemên Helîm Yûsiv hemî xwendine lê dîsa jî ev şevek çandî ya bi nirx bû ku ez gelekî jê kêfxweş bûm.
Di vê çalakiyê de gelek xalên girîng li ser ziman, çand û edebiyata kurdî hatin nîqaşkirin. Helîm Yûsiv bal kişand ser girîngiya parastin û pêşxistina zimanê kurdî, bi taybetî di nav nifşên ciwan de. Wî got ku ziman bingeha nasnameya gelan e û bê ziman parastina çand û dîrokê pir zehmet dibe.
Her wiha, beşdaran jî li ser rola nivîskar, mamoste û malbatê di parastina ziman de axivîn. Wan diyar kir ku xwendina pirtûkan, nivîsandina kurdî û beşdarbûna di çalakiyên çandî de alîkariya mezin dike ku ziman zindî bimîne û bi nifşên nû re ev çand were veguhestin.

GIRÎNGIYA PIRTÛKÊN KURDÎ BO ZIMANÊN DIN
Di nav axaftinan de hate gotin ku wergerandina berhemên kurdî bo zimanên din jî girîng e, ji ber ku ew dibe sedem ku edebiyata kurdî li cîhanê were nasîn û çanda kurdan bigihîje xwendevanên zêdetir. Atmosfera civînê gelek xweş bû û gelek kesan bi baldarî nêrînên xwe li ser pirsên ziman û çandê  bi Helîm Yûsiv re parve kirin.
Di encama gotûbêjê de hate nîşandan ku çalakiyên wisa ne tenê ji bo edebiyatê, lê her wiha ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî û bihêzkirina têkiliyên civakî jî gelek girîng in.
Di dawiya çalakiyê de, beşdarên ku amade bûn berhemên Helîm Yûsiv yê bi kurdî û almanî wergirtin. Piştî xwendin û gotûbêjan, nivîskar bi beşdaran re civiya û gelek pirtûkên xwe ji bo xwendevanan îmze kirin. Ev derfeteke baş bû ku beşdar rasterast bi nivîskar re biaxivin, pirsên xwe bipirsin û bîranînek taybet ji vê êvara çandî re bistînin..

 

***

Nivîsên Cano Şakir ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Qonaxa piştî lidarxistina konfernsê Êzîdiyan li Hanover

- Konferansa Êzîdiyan di bin navê diyaloga Êzîdî –Êzîdî

- Li Rojava xebatên Avakirina Mezargehek

- Teorî û pratîka helbestê li cem Ehmed Huseynî

- Di ezmûna Ehmed Huseynî de felsefe 

- Ezmûna Ehmed Huseynî û cîhana wî ya helbestê

 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 07 07 2026

Çanda pincarên kurdan; Bar dikeve ser milê gastronomkar û endazyaran jî

news
  • 05 07 2026

Çend gotin li ser 'Zemanekî Li Sê Welatan'

news
  • 04 07 2026

Xelata Şêx, Motorek Rêx!

news
  • 02 07 2026

Dilmancotî: Gurê xwe yê manco bi xwe re  bibe “date”a xwe

news
  • 30 06 2026

Stranek û dîrokek; 16 ton bi kurdî

news
  • 26 06 2026

Li ser koça dawî ya rewşenbîr û mamoste Hikmet Hiso

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li dezgeha kurdî maseya rewşenbîran

ad

Vue der barê sînemaya Siûdî de biryarek nû girt

ad

Festîvala Fîlmên Kurdî a Stockholmê li benda berheman e

ad

Di Lîga Ewropa û Lîga Konferansê de nîv fînalîst diyar bûn

ad

HRW û IFPO bi nûnerên hikumeta Kantona Cizîrê re civiyan

ad

Eyşe Şan li du bajaran hat bibîranîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çarîk fînal de heyecan dest pa keno

  • 08 07 2026
news

Sînemagerên kurd biryarên nû girtin

  • 08 07 2026
news

Piştî 89 salan fotoyên dema îdamkirina Seyîd Riza hatin dîtin

  • 08 07 2026
news

Atolyeya Muzîkî a Geyrayoxe qeybî tûtan kewte rey

  • 08 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname