Diyarname
Xelata Hemingway di warê Wêje, Serpêhatiya Fikir, Fotograf û Şahidiya Serdema Me de tê dayîn. Îsal di warê "Şahidiya Serdema Me" xelatê didin nivîskar Burhan Sonmez.
Roja 27'ê vê mehê bi merasimek dê xelat bê dayîn. Sonmez got, "Di serî de Dayikên/Însanên Şemiyê, ez xelatê diyarî hemû kesên li ser rêya azadî û aştiyê têkoşîn dane dikim."
Berê gelek kesên ramanwer û nivîskar wekî Zizek, Zygmunt Bauman, Richard Sennett, David Grossman, Zadie Smith û Annie Ernaux ev xelat girtibûn.
27'ê mehê li bajarê Lignano Sabbiadoro yê Îtalyayê wê merasima xelatdayînê li dar bikeve. Sonmez jî li wir wê xelata xwe bigire û li ser "Wateya mirov şahidê vê serdema me be" biaxive.
BURHAN SONMEZ KÎ YE?
Burhan Sonmez di sala 1965'an de li gundekî Haymanaya Enqereyê hatiye dinê. Wî li Zanîngeha Stebolê Beşa Hiqûqê xwendiye. Piştî demek parêzerî kiriye ji ber sedemên siyasî çûye Îngilistanê.
Nivîskar Burhan Sonmez niha Serokê PEN'a NavneteweYî ye û di heman demê de endamê akademiya Zanîngeha Cambridge ye.
Wî heta niha bi tirkî dinivîsand. Bi vî awayî gelek romanên wî derketine û ew ji bo bi dehan zimanan hatine wergerandin. Van salên dawî bi kurdî jî pirtûkan dinivîse. Romana wî ya dawî bi navê "Evîndarên Kafka" bi kurdî derket.
Wê heta niha Xelata Vaclav Havel, Xelata Wêjeyê ya EBRD, Xelata Romanê ya Orhan Kemal girtiye.


