___Yaşar Eroglu___
Min heta niha bi tundî gelek rexne li ‘Rêberê Rastnivîsînê’ ya Weqfa Mezopotamyayê girtin. Tecrubeyek di serê min re derbas bû û ez qanî kirim ku êdî dawî li rexnegirtina wê bînim. Da ez tê gihîştim ku ez li deştê disekinim, li bê re rexneyan dikim û ba rexneyan belav dike, li guhên tu muxatabên xwe re ranagihîne.
Min heta niha çiqas rexne kir ji wan deng nehat, min dengê xwe hinekî bilindtir kir, dîsa nehate bihîstin. Vê carê min dengê xwe zêdetir bilind kir, bi vî awayî careke din û careke din… Heta ku ez muxatabê xwe re rû bi rû mam… Min dît ku çawa ez difikirim ne wisa ye. Ne ji bo ku deng naçe guhên wan, ew ji bo xwe nakin xem, li cihê xwe asê mane, xema wan ne ziman e, ne jî rexne. Sazîbûn û li dijî rexneyan bi tundî parastina wê nahêlê ew li ser ziman bifikirin. Wekî perestgeh li xwe dinêrin, hewce nabînin ku encama wan derxistiye holê û qisûrên xwe bibînin.
Çend roj berê ez çûm çalakiyeke çandî. Min berpirsiyarekî Weqfa Mezopotamyayê dît. Piştî pênc salan min derfet dît ku ez bi rayedarekî wan re rû bi rû biaxivim.
DI VÊ XEBATÊ DE QET LI SER KITEYAN NESEKINÎNE
Pênc salan berê li Weqfê dîsa min rexneyên xwe li wan kiribûn lê dîsa xem nekiribûn. Ev rewş ji bo rû bi rû biaxivim ji min re mecalek bû. Dostê berpirsiyar rayedarekî wan ê sereke bû. Em axivîn. Bi rastî nezaket û samîmiyeta wî hêjayî gotinê bû, ez jê dilxweş im. Min çend rexneyên xwe diyar kirin û li ser ‘Rêberê Rastnivîsînê’ ya Weqfê nîşanî wî dan.
Ji bo ku min çi nîşanî wî da û haya wî jê tune bû, bi kurtasî diyar bikim.
Ji rexneyên ez dikim yeke sereke jî ravekirina kiteyan e. Min behsa xebata komîsyona ji bo sererastkirina rasnivîsê kir û mijara kiteyan vekir. Di vê xebatê de qet li ser kiteyan nesekinîbûn, min rexne kir ku xem nekirine mijara kiteyan a şaş careke din bigirin dest lê şaş e û di rastnivîsê de, du çapan de jî 7 sal in nayên guhertin.
Ji min re got ew li gorî kiteyên morfolojîk hatine diyarkirin.
Bi rastî ne wisa bû. Min beşa navborî nîşan da. Min got lê binêre tiştekî wisa nîn e, jixwe li gorî morfolojîk nabe, we gotiye kiteyên sade û ne sade. Kite li gorî bareyek deng na, ji dûrî fonetîk û zimannasiyê wekî kiteyên sade û ne sade lê kiribûn. Wekî mînak; defte-ra, da-xistin, ferman-dar û hwd. hatine diyarkirin. Di rêzimana wî bixwe de jî wekî rêbaza zimannasî hatiye ravekirin. Min got te xwe jî înkar kiriye. Axaftin dirêj bû lê ji bo ez li vir dirêj nekim, bi kurtî nikaribû ji nav derkeve got, “Ez ê bersiva nivîsa te ya li ser komîsyonê bidim û ji te re bişînim.”
Mixabin min dît ku haya wî ji berhema wan bixwe nîn e. Ez gihîştime wê qinaetê ku haya rêveberî û Komxebata wan jî jê nîn e. Her rexneyên hatine kirin li cem xwe qeyd kirine lê mixabin li berhema xwe nenêrîne. Min çend meh berê mijarên ku wan ji bîr kirine û pêşniyarên xwe bi nivîsekê li ser malpera diyarname.com’ê dabû weşandin, dîsa tiştek neguherîbû. Ev jî nîşana wê ye ku haya wan ji berhema wan nîn e. Ew naveroka nivîsan ji xwe re nakin xem lê gotinên ku wan aciz dikin bi salan ji bîr nakin.
HEFT SAL IN BERHEMA LI BERHEMA XWE NENÊRÎNE
Dema ez bi vê rewşê re rû bi rû mam, ez bêhitîm, şok bûm. Ez difikirim ku ez li hember vê feraseta bêxem çawa û çima bi salan qiriyam, min bêhna xwe çikand? Ez çima ew qas diqîrim û dikim hawar ku zimanê me bila li ser bingeheke rastnivîsa rêk û pêk bi pêş keve? Haya wan ji berhema wan nîn e, xema wan jî nîn e ku lê binêrin. Ev bû heft sal li berhema xwe venegerîne, lê nenêrîne, heywax!!! Xema wan tenê ev bûye ku karên wan ên îdarî, malî, weşangerî û rêxistînî bi rêk û pêk bi rê ve biçin. Ew qasî ku min hêvî dikir û raya giştî ya qada ziman hêvî jê dikir ne bi ziman re, bi rojeva xwe ya cuda re cidî eleqedar bûye.
NE TENÊ WEQIF, EV SAZÎ JÎ BERPIRSIYARÊN KÊMASIYÊ NE
Dixazim lê zêde bikim; tenê Weqf na, saziyên ku Weqf esas girtine û wekî ecemên çav li penêrê şor bikevin çarlepkî ‘Rêberê Rastnivîsînê’ hembêz kirine û bûne sedema qeyrana van şeş salên dawî ya ziman a di weşangerî, çapemenî û nivîsa kurdî de şaşî û xirabûn derxistiye holê. Ew jî qasî Weqfê berpirsiyar in. Pê ve girêdayî hemû rewşenbîriya kurdî jî nikare xwe jê bişo. Yên ku li hember vê bêsiûdiyê derketine ne tê de.
Min hêvî dikir ku ez rexne bikim wê bikeve guhên wan, qet nebe hinek şaşî dikarin bên serastkirin. Eger rewş wiha be keko ez çima wan rexne bikim, biqîrim, xwe helak bikim. Madem wisa keko ez çima rexneyê li wan bigirim. Rexne li kes û saziyên biwêrin li ber neynikê li xwe binêrin tên kirin. Rexne gava qîmet bê dayîn tê kirin. Nexwe ya min şerê aşê bi ba re bûye. Ez yekpare ji Weqfa Mezopotamyayê lêborîna xwe dixwazim. Min bi rexneyên xwe ew aciz kirine, wekî rîşa pûç avêtine hundirê xwe û ji bo xebatên xwe yên ‘pîroz’ pêk bînin, min derûniya wan xira kiriye. Li min biborin, heyf e ku min hûn pir tengezar kirine.
Bila dilê mûxatabê van rexneyan rihet bibe, ez êdî di vê çarçoveyê de rexneyan li we nagirim. Eger di vê çarçovê de we rexneyeke min a nivîskî dît ez ê ji bo xwe nemerdî bihesibînim. Bersivandina heqaret û reşkirinên ji bo min ne tê de. Çima ez sazî û berhemeke ku rexneyên min heq nake rexne bikim?
Li gorî min divê der û dorên nivîsa kurdî ji bo xemsarî, bêhaybûna ji berhema xwe û tehrîfata wan a li ser ziman kiriye rexnedayînekê ji Weqfê bixwazin. Lê ji min:
Goodbye the ‘Rêberê Rastnivîsînê’ criticism.
May you have many more years together with your temple.
***
Hin nivîsên Yaşar Eroglu yên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî
- Nedîtî ve Tê Dîtin, peyvên ku şaş têne bikaranîn
- Analîzek Li Ser Daçekan
- Çend gotin li ser 'Komîsyona Ziman' û 'Xebatên Rastnivîseke Nû'
*******************************************************
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:
Lînkên ji bo alîkariyê jî ev in:
LÎNKA
Kreosus.com'ê bitikînin
LÎNKA
Patreon'ê bitikînin


