Diyarname
Pirtûka bi navê "Tayek Por" a nivîskar Zekî Akdag ji nav Weşanên Avayê derket.
Zekî Akdagê ku beriya vê bi pirtûka berheviyê ya bi navê "Çîrokên Gelêrî yên Kurdan" gav avêtibû nav qada wêjeya kurdî, niha bi pirtûkeke nû li pêşberî xwendeyên kurdî ye.
Pirtûka "Tayek Por" ji yazdeh çîrokan pêk tê û çîrokên di vê pirtûkê de nimûneyên ku Akdagî berê xwe daye nivîsandina çîrokên modern di xwe de dihewîne.
Ji nav hemû çîrokan bi taybetî a bi navê "Tayek Por" nimûneyek çîroka modern a kurdî dinimîne.
Kurteyek ji çîroka "Tayek Por":
'...
Dîsa nikarim bi xwe. Li otobêsekê siwar dibim, çavên min li porê keçikên xema. Keçikek tê li pêşiya min rûdine û tayek mû li ser navmilê wê hêl dibe. Radihîjim serê wî tayî û bi kelecanekê ber bi xwe ve dikşînim. Tayekî zere û xelekî...'
Zekî Akdag kî ye?
Zekî Akdag bi eslê xwe ji Semsûrê ye. Ew li Amedê mamosteyê dike, zewicî ye û bavê du zarokan e.


