logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  4. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû

  • Dîrok: 02/08/2026
  • Beş: Serbest

Diyarname 
Nivîskar Yaqob Tilermenî heta niha bi dehan pirtûk nivîsandine. Ji 30 salan zêdetir e kedê dide nivîsa kurdî. Wî, îsal di vê serdema Kûpaya Cîhanê de ji bo Diyarnameyê 10 nivîs nivîsîn; ji niha û pêde jî wê wekî qunciknivîskar bi nivîsên xwe bi me re be.

Nivîskar Yaqob Tilermenî di sala 1972'yan de li Qosera Mêrdînê hatiye dinê. Wî dibistanên pêşîn li Qoserê xwendine, paşê li Zanîngeha Dîcleyê-Fakulteya Perwerdehîyê, Beşa Fizîkê qedandiye.
Piştî xwendina xwe temam kir dest bi mamostetî kir.
Ev bi ser 30 salan re ye ew bi kurdî dinivîse. Di destpêka salên 2000'î de ew jî ligel hin mamosteyên kurd hat binçavkirin û paşê hat sirgûnkirin. 
Ji sala 1995’an û vir ve mamoste bû. Bi hejmara 686'an a KHK'ê (Biryarnameya Di Hikmê Zagonê de) di meha reşemiya 2017’an de ji mamostetî hate derxistin. Mecbûr ma ji Tirkiyeyê bar kir.

Tilermenî ji sala 1995’an ve dinivîse. Heta niha di kovar û rojnameyên wekî Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Nûdem, Hîwa, Rewşen-name, pêveka Ozgur Gundem- Ekgundem, Ozgur Politika-Hîwa, Azadiya Welat, Dunyanin Oykusu, 14 Şubat Dunyanin Oykusu, Tîroj, Notos, Kovara W û malperên bi navê Mehname, Diyarname, Amîdakurd, Amûde de hatine weşandin.
Pirtûka wî ya yekem bi navê "Êşbazî" di sala 2002'yan de ji aliyê Weşanên Sî ve hat weşandin. Pirtûk gelek hat ecibandin û Tilermenî bi vê yekê ciheke girîng di nav qada wêjeya kurdî de girt. Û dûre bi pirtûkên din ev cihê xwe yê li nav wêjeya kurdî zexmtir kir.

Yaqob Tilermenî niha beşdarî me bû û wekî qunciknivîskar dê kedê bide nivîs û qada kurdî. Nivîsa wî ya yekem sibê tê...

Pirtûkên wî ev in:
- Êşbazî, Çîrok (Gulan 2002, Weşanên Sî)
- Bermeqlûb, Çîrok (Gulan 2003, Weşanên Elma- Pirtûkên Mîr)
- Ferhenga Sirgûnê, Çîrok (Sermawez 2004, Weşanên Lîs)
- Kitim, Roman (Rezber 2005, Weşanên Lîs)
- Qerebafon, Roman (Nîsan 2009, Weşanên Do )
- Bavfileh, Roman (Sermawez 2009, Weşanên Do)
- Kulîlkên Apê Mûsa, Şanonameya Zarokan a Muzîkal (Zivistan 2012, Weşanên Zîbeq)
- Kermêşa Gerok, Novela Ciwanan (Zivistan 2012, Weşanên Zîbeq)
- Metamorfoz, Çîrok (Avrêl 2012, Weşanên Na)
- Danişîna Zimanekî, Şanoname (Bihar 2012, Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şanoya Bajar)
- Hêlange, Roman (Gulan 2016, Weşanên Lîs)
- Pizdank, çîrok (2018, Weşanên Lîs)
- Keskeşîn, çîrok (2026, Weşanên Lîs)

Wergerên wî:
- Rojda, Ozcan KARABULUT, Çîrok, ji tirkî (Rezber7. 2005, Weşanên Lîs)
- Cam û Kevir, Şukru ERBAŞ, Helbest, ji tirkî, ligel Dîlber HÊMA (2005, Weşanên Lîs)
- Bêbaran, A. Hicri İZGOREN, Helbest, ji tirkî, ligel Lal LALEŞ (Kewçêr 2005, Weşanên Lîs)

 

***

Nûçe nivîsên eleqedar:

Nûçeya Pirtûka wî ya nû:

- Pirtûkek çîrokan, yek a helbestan du pirtûkên nû derketin

Nivîsên wî yên di dema KÛPAYA CÎHANÊ 2026'AN de nivîsîn:
 

DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN: 

- Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

- Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

 - Messi, tu çi şexs î ?

- Şerma Gijonê

- Gelo di futbolê de edalet heye?

- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê

- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din

- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn

- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de

- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

news
  • 03 09 2026

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
  • 03 09 2026

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Ji bo bîranîna Mehmed Uzun

ad

Der barê nivîskarê Postayê de lêpirsîn

ad

Li ser îdîayan daxuyaniya malbata Arjen Arî

ad

Kamkar li Almanyayê rêzekonseran li dar dixe

ad

Xelata Wêjeyê ya Ostana dan Firat Cewerî

ad

Salma Hayek li hemberî tetanosê têdikoşe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname