logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  4. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

'Çand li ser mekan ava dibe'

  • Dîrok: 04/08/2026
  • Beş: Nûçe

TETWAN

58'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku bi diruşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene” tê li darxistin didome. Ji ber salvegera Komkujiya Şengalê di bernameya îro tu konser tune bûn. 
Di roja 4'emîn a mîhrîcanê de panelên bi mijarên ‘Tundiya çandî ya nexuyayî’ û ‘Rêbazên çandî yên ji nû ve avakirinê’ li avahiya Konservatûarê ya Şaredariya Tetwanê hatin li darxistin.
Di panela ‘Tundiya çandî ya nexuyayî’ de Hevseroka Komelaya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Salîha Ayata wekî panelîst axivî. Nivîskar Dilawer Zeraq jî li ser mijara ‘Rêbazên çandî yên ji nû ve avakirinê’ nirxandin kirin.

‘Çand ji bo kurdan qada xwe îfadekirinê ye’
Di panelê de destpêkê Salîha Ayata axivî. Ayata pêşî Komkujiya Şengalê ya ku di 3'yê gelawêja 2014'an de, ji aliyê DAÎŞ'ê ve li Şengalê li ser civaka Êzidî hatibû pêkanîn şermezar kir û got: ’Mîhrîcan li ser çandê tên lidarxistin. Çanda me jî bi salan e di bin qirkirinê de ye. Ev qirqirin car car bi tundiya sembolîk car car jî bi tundiya çandî dimeşe. Meseleya çandê ji bo kurdan meseleyeke pir girîng û kur e, ev sed salên dawiyê çand ji bo kurdan li bakurê Kurdistanê qada xwe îfadekirinê ye. Qada xwe parastinê ye. Helbet dewletê jî li hember vê parastinê şerek meşandiye. Di vî şerî de gelek metodên tundiyê bikar aniye. Kurd tenê rastî tundiya fizîkî nayên, bi awayekî eşkere rastî tundiya sembolîk û ya çandî tên.”

‘Çand li ser mekanekî xwe heyî dike’
Piştre nivîskar Dilawer Zeraq wekî panelîst axivî. Dilawer Zeraq li ser têkiliya çand û mekan sekinî û got: “Çand li ser mekanekî ava dibe, tiştekî ber bi çav e. Çand li ser mekanekî xwe heyî dike, ev mekan jî jo bo me Kurdistan e.  Rabûn û rûniştina me irf û edetên me, muzîk û govenda me çanda me ne. Lê çanda kurdan ne tenê ji muzîk û govendê pêk tê. Awayê fikirîna gelekî jî çanda wî gelî ye.”

‘Înkarkirina çandê faşîzma çandî bi xwe re tîne’
Zeraq di berdewama axaftina xwe de, da zanîn ku çanda kurdan çandeke qedîm e û wiha dom kir: “Çanda kurdan ne ji ber ku tune ye tê înkarkirin, berovajî vê ji ber ku çandeke pir qerase, kûr heye serdest nikarin xwe bigihînin vê astê çanda kurdan înkar dikin. Dema hişmendiyeke demokratîk tune be mirov çandên derveyî xwe înkar dike, ev jî faşîzma çandî bi xwe re tîne. Kemalîzmê di destpêkê de em wekî mirovên polîtîk, xwedî hiş, wekî gel qebûl nekir. Yekî deh sal berê digot kurd dikarin bi zimanê xwe lorikên xwe bibêjin. Ev hişmendî hişmendiyeke kulturalîzekirinê ye.”

Piştre li eywana Sinemayê ya Yaşam AVM'yê fîlmê Rêzan Demirbaş ê bi navê “Ûçan Kofteci” hat nîşandan.


Nivîskar Dilawer Zeraq: “Çand li ser mekanekî xwe heyî dike, ev mekan jî jo bo me Kurdistan e."

**

Nûçeya Eleqedar:

- Festîvala Tetwanê dest pê kir, va ye roj bi roj bername

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2026

Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

news
  • 10 09 2026

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

news
  • 09 09 2026

Sembola kurdan Girê Miştenûrê; ew der dê bibe daristan

news
  • 08 09 2026

Dr. Selçuk Mizrakli ji girtîgehê derket: Gavên demokratîk divên

news
  • 08 09 2026

Karwana duyem: 689 malbatên Serêkaniyê dest bi vegerê kirin

news
  • 07 09 2026

Bi çek êrîşê komeleya kurdî kirin, kesek hat binçavkirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

'Kurdên li Almanyayê' yan 'Kurdên Almanyayê'?

ad

Cengiz Çandar: Cegerxwîn Dîwana xwe diyarî min kir

ad

Ehmed: Em amade ne bi hikumeta nû ya Tirkiyeyê re rûnin

ad

'Eger Dinya Hemî Gul Bit'

ad

Alîgirên Amedsporê di bin 'yek banî' de hatin ba hev

ad

Îdîa: Wê zimanê îngilîzî wekî zimanê fermî ragihîne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname