logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)
  2. 'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya
  3. Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên
  4. Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran
  5. Tirkiye carek din têk çû
news-details

NÎVGAV

  • Dîrok: 13/08/2026
  • Beş: Serbest


___M. Çiya Mazî___

Helbet dilê min ji derveyî vê yasaya pêvajoya aştiyê gelek tiştên din dixwest. Mînak min dixwest bi vê yasayê mafê kurdan û statu û perwerdehiya kurdî pêk were û efûyeke giştî çêbibe. Her wiha min li Rojava jî heman tişt û wekî xweseriyek sînor diyar dixwest. Lê xwestina dil û rastî-hiş çiqasî li hev dikin an divê hevsengî çawa be? 
René Descarts dibêje; "Divê bi rêbertiya hiş, dil-xwestek û beden bê kontrolkirin". Dîsa Spînoza dibêje, "Jiyana bi rêbertiya hiş baştir e". 
Ez bi xwe di jiyanê de wekî wêjevanekî-helbestvanekî difikirim, dilê min li pêşiyê dimeşe gelek caran, hestiyar im wekî gelek helbestvanan. Gelek caran xwestekên min li gor vê rewşê şikil digirin. Lê belê ez qet naxwazim xwestekên min bi mirin û pêkûtiyên li ser jiyana hinekî din û tevkujiyên gel û girseyan pêk werin. Lê ev ne meseleya jiyana min e jî ku li gor dil û hestên xwe tevbigerim, ev ji bo jiyana bi mîlyonan mirov e. Belkî jî destpêka xweşî û dilxweşiyê aniha ne li gorî xwestekên min bin û belkî hewce bike ez ezberên xwe jî biguherim, haya min ji vana jî çêdibe. 
Di vê yasayê de tiştekî ji bo zimanê kurdî tune ye, ji bo statuya Ocalan û kurdan wekî gel, tune ye. Bi vê yasayê re îhtîmala azadbûna Demîrtaşî jî nexuya ye; ev kêmasiyên mezin in û gelek kêmasiyên din. 
Lê belê diyar e ku ji bo van tiştan piştî vê yasayê têkoşîn hewce ye. Heke ev deriyek be, divê kurd bi hemû hêza xwe nehêlin derî bê girtin. Heke ev benek be, divê kurd pê ve bibin girêk. Heke ev destpêka rêyek xweş be, divê kurd zend û bendên xwe hildin û dest bi meşê bikin. Û heke ev rêyek be, ev rê rêyek ku bi têkoşîna bêhempa ya berê bûye sermiyan hatiye vekirin û dê meş tê de bê kirin e. 
Hilbet bawerî bi dewletê nayê. Lê belê dema şer hebû jî bawerî pê nedihat. Di siyaseta dinyayê de tiştek wekî ‘Bawerî’ tune ye; tenê peymanên îmzekirî hene û ji bilî îmzeyan şopandina pratîkî jî girîng in. Ji xwe ev bawerî/nebawerî di hesabê herkesî de heye. Ku dewlet polîtîk tevdigere aliyê kurd jî polîtîk tevdigere û divê tevbigere, ev bi demê re dê xuya jî bibe. Di dîroka dinyayê de jî gel û rêxistin wisa polîtîk tevgeriyane û wekî tê zanîn bi hêsanî serkeftin jî nayê. 


Tê gotin “lê hezarên ku çûne ji bo çi bû?” Lê di dîroka hemû axa Kurdistanê de bi sedhezaran mirov çûne lê li gor wê çûyînê û hemû lehengiyên wan ên bêhempa, çiqas serkeftin bi dest ketiye? Pir kêm û ew kêmî jî ji ber gelek sedeman negihîştiye encama di dilê kurdan de. Qet nebe îjar bi xêra wan hezar û sedhezaran muzakere xuya ye. Û belkî êdî bêyî çûna hin hezar û sedhezarên din azadî bê. 
Gelo mirovek dikare bixwaze hezar û sedhezarên jiyanên din jî bi dawî bibin û dîsa tiştek bi dest nekeve? Gelo qey hinek mirov tenê dixwazin her tim bi bîranîna mirina wan dehhezaran pesnê dîroka xwe bidin û bijîn? Yan jî xwe nelivînin û bi pesindana windahiyan her tim dixwazin giyanê xwe têr bikin? Gelo her tim kurd dê stran û helbestên mirinê bibêjîn û mezin bibin? Wêjevan dê hertim berhemên têkçûnan û alegorîk binivîsin? 
Yên ku bedel dane dikarin bibêjin 'ev ne bedela keda me ye'. Tevî ku vê tevgerê gelek tişt guherandiye û mejî ji cih leqandiye, ji bo kurdan û zimanê kurdî gelek tişt kirine jî, sed carî mafdar in û piraniya mezin ji wan bi xwe dibêjin 'bila ev yasa ji bo rêya nû destpêk be'. Di pêvajoya aştiyê de; ji bo bidestxistina bedelên kedê tenê şêwaz tê guherandin, pêşiya bedelên wekî mirinan tê girtin. 
Û hinek rastiyên din: Di dawiya çil salên şer de civak bilez xera dibû, diherifî û ji têkoşînê bi dûr diket. Ne dema şerê meydanan bû, hevsengiya hêzên çekdarî jî qet ne wekî hev bûn û dewletên dinyayê li berjewendiyên xwe dinerîn û hwd. Hê jî wisa ye. 
Bawer im ne ku nifş û xebatên berê tenê dê azadiyê bînin, ew dê bibin bingeh. Li ser wan. Ne bi vê yasayê, piştî wê û nifşên nû, xebatên nû dê azadiyê bînin bi baweriya min. Di şerên çekdarî de çek di destê kê de be ew e serdest, lê di aştî û aramiyê de kîjan pêkhate, bi zaneyî, pergalek profesyonelî xebatê bike, li nik gel be, rêxistinkirî be ew dê bi ser keve. 
Demokrasîxwestin li Tirkiyeyê ji bo azadiya kurdan e jî; bi piranî jî ji bo azadiya kurdan demokrasî baş e li Tirkiyeyê. Demokrasiyek wekî ya gelek welatên Ewropa hebe muxalefeta xurt diafire, serdestî qels dibe. Ango demokrasî hebe bi xebatên azad, azadî dê zûtir were. Ji niha û pê ve mixalefeta herî mezin dibe ku kurd bin an divê kurd û tevgera kurdan mixalefeta îktîdarê bin. 
Gelo mirov dikare bibêje 'ji ber kes û saziyên ku ez jê hez nakim aştiyê pêk tînin, lewma naxwazim?' Gelo dibe ku ev hevok di bin hişê hinek mirovan de bi awayê pêdarazî veşartîbe û bi dizî rê nîşanî fikra wan jî dide? 
Bêgûman û hêvî dikim ku pêvajo bi erênî dewam bike êdî dê kes û girseyên menfeatperest tune bin. Hinekên digotin 'em li hember şerê vê tevgerê ne' jî ji dewletê an hestên kurdan rant bi dest dixistin û hinekên bi derewan digotin 'em bi tevgerê re ne' û bi vê sextekarî û hişmendiyê tevdigeriyan jî rant bi dest dixistin êdî dê tune bin an jî divê tune bin. Yên şaşî kirine, yên neyarî kirine jî dê derkevin holê di civakê de. Êdî herkes her tiştî dê eşkere bibêjin, bikin û tevgeran ava bikin. Serbestî û aramî, dê derew û halanên qaşo lehengiyê jî derxe holê û bibêje: "Kerem bikin tiştê we dixwest, tevgerên we dixwest ava bikin û têkoşîna we dixwest bikin!" Êdî halan û fortên derewîn ên ji 'şêrê ne di şer de ye' jî pere nakin. 
Her dem di vê fikrê de me ku aştî û rêyên têkoşîna demokratîk, bê mirin bê şewat baştir e; ew xweşiyê û zanebûnê tîne. 
Belkî mirovek dikare bibêje 'Rêxistinekê, bêyî ku bigihîje encamekê dev ji şerê çekdarî berda'. Ew bi xwe dibêjin 'bi wê şêwazê nabe, me ji bo muzakereyê şer kir û me bi dest xist, ev serkeftin e' rast e jî û dixwaze êdî bi awayekî din têkoşînê dewam bike. 
Divê mirov hertim bifikire û bibêje 'wisa nebûya dê çi bibûya, çiqas şewat, çiqas helakî, qetlîama kurdan di Rojhilata Navîn de dê çêbibûya? Alternatîfa li gor dem, herêm, konjoktur û maqûl ku aliyan, herdu civakan qanih bike, ji demên pêş re amade bike çi ye?' 


Bi van gavên çêbûne re partiyek kurdan ya bi hêz li Tirkiyeyê û piştî jiyana aram partiyek li Sûriyeyê ava bibe xerab e qey ji bo têkoşîna azadiyê. Di herêmê de dê çi bibe çi nebe ne diyar e; ku civak di aramiyê de û zindî be, firset ji nedîtî jî tên carinan. 
Û heke mirov derketina girtiyên azadiyê û siyasî nexwaze, azadiya Demîrtaş, vegera şervanan ya jiyaneke bi dilxweşî û di nava têkoşînek demokratîk de nexwaze bila mirov kor bibe baştir e. 
Vegera kesên surgûn û bi hisreta welatê xwe ne û azadiya Ocalan jî dê guherînên pir mezin di civakan de çêbikin. Bi hêviya ku ji bo van tiştan xebat û soz hebin. 
Bi hêvî me ku ev yasa, ev nîvgav ji bo gavên din; ji bo statuya kurdan, zimanê kurdî û xwestekên dilê hemû kurd û gelên din re bibe rêyek, bibe benek, bibe deriyekî nû! Bihêviya ku şerê çekdarî carek din rû nede û di aramiyê de kurd ji bo mafên xwe bi ser kevin! Bi hêviya azadiyê!

Parve Bike

Youtube Me

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news

Amedspor dikaribû ji Kasimpaşaşê 3 pûanan bigire?

news

Li Rojava dibistanan bi boykotê dest pê kir

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

news
  • 29 09 2026

Zozanî û Hilgêr

news
  • 28 09 2026

Ji romana 'Du Cîhan Yek Jan'; Pir cîhan hene, lê êş, evîn, dijwarî û têkçûn yek e!

news
  • 26 09 2026

Stêrkek geş di asîmanê muzîka kurdî de; Fetane Welîdî

news
  • 25 09 2026

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

news
  • 20 09 2026

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Ji Nûbiharê “Ferhenga Çapemeniya Kurdî”

ad

Navê wê bes e: Arjantîn

ad

BDP'ê ji bo Neşet Ertaş daxuyaniyek weşand

ad

Hekîm Sefkan helbestên xwe pêşkêş kir

ad

Baroya Culemêrgê: Divê Walî ji peywirê bê girtin

ad

Li ser rojavaya Kurdistanê agahiyên nû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

  • 05 10 2026
news

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

  • 06 10 2026
news

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

  • 06 10 2026
news

Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran

  • 05 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname