Diyarname
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser pêşketinên dawîn ên li Sûriyeyê rû didin daxuyaniyek belav kir û got, "Divê Destûra Nû ya Sûriyeyê bi zelalî gelê kurd wekî neteweyek yekgirtî û hevkar li Sûriyeyê nas bike û zimanê kurdî û mafên siyasî, çandî û neteweyî yên gelê kurd nas bike. Bi vî awayî prensîba hevkariya rastîn di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de saz bike."
PYD‘ê pêşketinên ku rû didin erênî û girîng, lê netêrker nirxand û got: "Em pêşketinên erênî yên ku di vê qonaxê de li Sûriyeyê diqewimin, bi taybetî gavên ji bo entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewletê de hatine avêtin, her wiha pêşketinên têkildarî zimanê kurdî pêşwazî dike. Em van pêşketinan wekî gavên girîng di pêvajoya avakirina Sûriyeyeke nû de dibînin. Ev pêşkeftin gavên erênî û girîng in, lê ew têrê nakin, ji ber ku pirsgirêka kurd li Sûriyeyê pirsgirêkek bingehîn e û mafên gelê kurd divê beşek yekgirtî ya avahiya destûrî û siyasî ya Sûriyeya nû be."
PYD‘ê di daxuyaniyê de beşdariya kurdan a di avakirina saziyên dewletê, jiyana siyasî, leşkerî, îdarî û çandî de wekî hêzeke ji bo Sûriyeyê pênase kir. Diyar kir ku ev beşdarî yekitî û aramiya Sûriyeyê xurt dike û cihêrengiya wê jî çavkaniyek rastîn a hêzê ye.
Li gor nûçeya ANHA'yê di dewama daxuyaniyê wisa hate gotin: "Pêwîst e entegrekirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di nav saziyên fermî yên dewletê de bi awayekî ku rol û statuya jinan di avakirina Sûriyeya nû de nîşan bide, temam bibe. Divê destûra nû ya Sûriyeyê bi zelalî gelê kurd wekî neteweyek yekgirtî û hevkar li Sûriyeyê nas bike û zimanê kurdî û mafên siyasî, çandî û neteweyî yên gelê kurd nas bike. Bi vî awayî prensîba hevkariya rastîn di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de saz bike.
PYD‘ê daxuyand ku ji bo avakirina Sûriyeya nû pêdivî bi vîzyonekê heye ku li ser bingeha demokrasî, hevkarî, naskirina cihêrengiyê û garantiyên destûrî yên mafên hemî gel û civakan be.
Daxuyanî bi van gotinan hat bi dawî kirin: "Em gavên hatine avêtin erênî dibînin, lê di heman demê de em teqez dikin ku temamkirina wan bi Destûra Nû rêya ber bi hevkariyek rastîn û Sûriyeyek bihêz ve ye ku bi cihêrengiya xwe û hemû gel û civakên xwe dewlemend e."


