logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Dengê Helbesta Kurdî' derket
  2. Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro
  4. Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne
  5. Beşiktaş li Almanyayê bi ser ket
news-details

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • Dîrok: 10/09/2026
  • Beş: Nûçe

Li Qamişlo, Amûdê, Çilaxayê, Dêrik û Til Temirê çalakî ji bo perwerdeya zimanê kurdî hatin organîzekirin.

Ji destpêke sala nû ya xwendinê (6'ê rezberê) ve gel û xwendekar li hemû bajarên Rojava bi rêya çalakiyan qebûlnekirina xwe ya biryara 493’an a Wezareta Perwredeyê ya hikumeta demkî tîne ziman û dibêje ew dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

QAMIŞLO
Li bajarê Qamişlo bi sedan xwendekaran ji Çerxerêya Qermûtî dest bi meşê kir, di meşê de pankartên "Zimanê me nasnameya me ye", "Em mafê xwe yê xwendina bi zimanê kurdî dixwazin", "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê xwendinê", "Zimanê me çand û hebûna me ye" û "Me bi kurdî dest pê kir, em ê bi kurdî berdewam bikin" hilgirtin.

Xwendekar heyanî avahiya Gerînendetiya Herêma Qamişloyê meşiyan û gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hesam bi wan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de diyar kir ku ew qebûl nakin mîna zimanê biyanî li zimanê kurdî binêrin û tenê 3 saetan bixwînin. Cîhan Hesam jî got ew ê daxwaza wan bigihînin aliyên têkildar.

DÊRIK
Li bajarê Dêrikê gel li pêşiya Dibistana Yûsif El Ezma kon veda û anî ziman ku ev çalakiya wan dê 3 rojan bidome.

Di roja yekem a çalakiyê de bi dehan xwendekar û malbatên xwe tev li çalakiyê bûn. Li pêşiya konê xwepêşandanê xwendekar Esma Îsam daxuyaniyek bi navê însiyatîfê xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hikumeta demkî bi vê biryarê zimanê kurdî sînordar dike û ev yek binpêkirina mafên mirovan e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku gelê kurd ji bo zimanê xwe bi salan tê dikoşe û bi Şoreşa Rojava re zimanê kurdî bi pêş ket, gelê Rojava tu carî dev ji deskeftiyên xwe bernade. Her wiha daxwaz kir ku zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê.

AMÛDÊ
Şêniyên Amûdê ji bo zimanê kurdî li Çerxerêya Jina Azad xwepêşandan bi rêxistin kir. Di xwepêşandanê de lêkolînerê zimanê kurdî Arşek Baravî daxuyanî xwend û got: "Biryara Wezareta Perwerdeyê ya sînordarkirina zimanê kurdî bi 3 saetan ne li gorî taybetmendî û çanda gelê kurd e, gelê kurd bi salan têkoşiya da ku zimanê xwe bixwîne û bi pêş bixe. Heyanî daxwaza me ya hemû wane bi zimanê kurdî werin dayîn, qebûl bikin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

ÇILAXA
Li bajarê Çilaxa xwendekar û malbatên xwe dibistan girtin û çûn navenda perwerdeyê. Xwepêşandêran pankartên "Zimanê kurdî mafê me yê qanûnî û siyasî ye" û "Ji mafê me ye em bi zimanê xwe bixwînin" rakirin û dirûşmên "Em zimanê xwe dixwazin" berz kirin.

Li pêşiya avahiya navenda perwerdeyê daxuyanî ji aliyê Henîfa Reşîd ve hate xwendin, di daxuyaniyê de got ew biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin, xwendekar ev bûye 14 sal, ji dibistana seretayî heyanî zanîngehê bi zimanê kurdî dixwînin, ji mafê wan e ku bi zimanê kurdî biaxivin û bixwînin.

Xwendekar û malbatên wan ji rêveberiya navenda perwerdeyê ya Çilaxayê daxwaz kir ku xwesteka wan bigihînin Wezareta Perwerdeyê û biryara hatiye girtin, rawestîne.

Di dawiya de dirûşme "Bijî zimanê kurdî", "Zimanê kurdî nasname, hebûn, rûmet û dîroka me ye" û "Bê ziman jiyan nabe" bilind kir.

TIL TEMIR
Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê û xwendekaran ji bo zimanê kurdî daxuyanî da. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî li parka Meclisa Malbatên Şehîdan û li Dibistana Meyselûn hate dayîn.

Di daxuyaniyê de anî ziman ku zimanê kurdî nasname û mafê wan ê çandî ye, mafê zarokên kurd e ku ji dibistana seretayî heyanî zanîngehê bi zimanê kurdî bixwînin û ji hikumeta veguhêz daxwaz kir ku li vê biryarê vegere.

Her wiha diyar kirin ku dê bi rê û rêbazên aştiyane daxwaza xwe ya xwendina bi zimanê kurdî bînin ziman.

Di dawiyê de dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" berz kirin.

Parve Bike

Youtube Me

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 10 2026

Baranê 10 pûan li bendavan kir

news
  • 16 10 2026

Encamnameya Konferansa Kurd a li Parlemena Ewropayê: 20 xal

news
  • 15 10 2026

Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne

news
  • 15 10 2026

Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand

news
  • 14 10 2026

Li Stenbolê 2 kes mirin; va ye bilançoya rojê

news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Çînê nêzî 40 mîlyar dolar petrol ji Iraqê kiriye

ad

Vedat Turkalî jî xatir xwest

ad

Fermo 'Şaneşîn'a nû!

ad

Zebeş mêraniyê xurt dike!

ad

HRRK Xelatê dide Mehmûd Berazî û Sefqan Orkêş

ad

"Dûzimanî" bû pirtûk

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

  • 15 10 2026
news

Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand

  • 15 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro

  • 15 10 2026
news

Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne

  • 15 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname