Diyarname
Di Dora Yekem a Kûpaya Tirkiyeyê de du tîmên ji bajarên kurdan hatin ba hev: Dersim Spor û Gelecek Siirt spor. Gelecek Siirt Spor bi 3-0 bi ser ket.
Her du tîm jî di Lîga Derbasbûna Profesyonelî (berê navê wê "BAL" bû) de dilîzin. Maç li Dêrsimê hat lîstin.
Gola yekem a Sêrtê di deqîqeya 29'an de Yasin Elmas avêt û tîm 1-0 derket pêş. Di deqîqeya 43'yan de İbrahil Halil Eres encam bir diduyan û deqîqeya 86'an de lîstikvan Zafer Gokhan ku paşê ketibû maçê encam diyar kir: 3-0
Gelecek Siirt Spor bi vê serketinê derbasî Dora 2'yan a Kûpaya Tirkiyeyê bû.
KAHTA û KARS BI SER KETIN
Ji maçên din ên bajarên kurdan Kars 36 Sporê tîma Gole Spor bi 5-0 têk bir.
Kahta 02 Sporê Kilis Birlkgucu bi 2-0 têk bir û her du derbasî Dora 2'yemîn bûn. Golên Kahtayê deqîqeya 33'yan de Mustafa Çolak, deqîqeya 73'yan de Mustafa Altunbay avêt.
YENÎ MALATYA DERNEKET SEHAYÊ
Di maça Adanaspor û Yeni Malatya Sporê de Yeni Malatya Spor derneket sehayê, maç hat betalkirin. Biryar ev e: Dê Adana wekî 3-0 bi hukma zagonê wekî serketî bê îlankirin.
***
Nûçeyên Eleqedar:


