___KÎNAN EL SEYÎD___
Hozan Emîn piraniya temenê xwe bi xwedîkirina hespan derbas kiriye. 40 hespên wî hene ku beşdarî gelek pêşbaziyan bûne. Ev çîroka Hozan Emîn e.
Li ser rêya Aliyan a li bakurê bajarê Girkê Legê yê herêma Cizîrê, Hozan Emîn (47) piraniya dema xwe di nava hespên xwe de derbas dike. Hesp bûne beşeke sereke ya jiyana wî. Ji ber ku wî nêzîkî 30 salan ji bo xwedîkirin û lênêrîna wan veqetandiye û bi vî awayî hezkirineke ku ji bav û bapîrê xwe wergirtiye, didomîne.
Emîn xwediyê çewlikeke taybet e ku tê de nêzîkî 40 hesp hene û ew rojane li wan dinêre. Emîn diyar kir ku têkiliya wî ya bi hespan re ne wekî karekî bazirganiyê dest pê kiriye, lê ev hezkirin di zarokatiya wî de çêbûye û bi derbasbûna salan re veguheriye hobiyekê.
Emîn diyar kir ku hezkirina wî ji bo hespan di zarokatiyê de dest pê kiriye, ev hewes bi demê re bi wî re mezin bûye û di dawiyê de bûye beşeke jiyana wî.
Emîn destnîşan kir ku ji bo wî xwedîkirina hespan qet ne li ser bazirganî yan qezencê bû, lê hesabkirina wê di aliyê bazirganî de pir caran dibe sedema windakirina darayî, ji ber lêçûnên bilind ên bi xwarin, derman û lênêrîna domdar ve girêdayî ne.
XWEDîKIRINA HESPAN WISA NE HÊSAN E
Nêzîkî 30 salan e, Hozan Emîn hespan xwedî dike, ezmûnek berfireh di birêvebirina wan de û têgihîştina hewcedariyên wan ên taybetî, şert û mercên tenduristiyê yên cur bi cur de ava kiriye. Ew dibêje, "Xwedîkirina hespan ne ew qas hêsan e ku wekî hin kes difikirin. Dem, hewldan û pisporî hewce dike; ji dabînkirina xwarinê û lênêrîna rojane bigire heya perwerdekirin û şopandina tenduristiya hespan gelek tişt divên. Ez pir pê ve hatime girêdan. Ez wisa bi wan ve hatime girêdan, min navên zarokên xwe li hinan kiriye."
Emîn dibêje ew "hespan tenê wekî heywanên kedîkirî nabîne" û van lê zêde dike, "Ez wan wekî beşeke mîrateya malbatê dihesibînim; mîrateyek ku tevî hemû zehmetiyan, min teşwîq dike ku vî kar û barî bidomînim.ez bi wan beşdarî pêşbaziyên lezê yên cihêreng ên li Sûriyeyê jî bûm. Çend hespên min di van pêşbaziyan de serkeftin bi dest xistin. Ez van pêşbaziyan wekî berdewama hezkirina xwe ya kûr a ji bo hespan dibînin û derfetek ji bo nîşandana şiyanên wan û bikaranîna ezmûna xwe ya berfireh di warê zêdekirin û rahênankirina wan de."

ZEHMETIYÊN XWEDÎKIRINÊ
Li gorî Emîn xwediyên hespan rûbirûyê zehmetiyên darayî yên zêde ne bi taybetî jî zêdebûna lêçûnên xurek, derman û tedawiyên veterîneriyê, ligel mesrefên lênêrîna rojane. Emîn destnîşan kir ku berî 2011’an, cotkar gelek awayên piştgiriya hikumetê werdigirtin; wekî dabînkirina xwarinê bi nîv buhayê. Lê belê di salên dawî de ev piştgirî kêm bûye û lêçûnên xwedîkirina hespan bi zêdebûnî li ser cotkaran bi xwe ne.
Wî der barê lêçûyînên herî zêde de jî got, "Derman û lênêrîna veterîneriyê hin ji lêçûnên herî giran inn, lê belê ezmûna ku bi salan di xwedîkirina hespan de min bi dest xist dike ku ez gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên ku ew pê re rû bi rû dimînin bi karanîna çavkaniyên xwe fam bikim û bi rê ve bibim. Bi vî rengî lêçûnên dermankirinê kêm dibin."
Tevî lêçûnên zêde yên xwarin û dermanan, Emîn da zanîn ku van şert û mercan nehiştiye ku ew dev ji xwedîkirina hespan berde û hewesa wî ya jiyanê ji bo hespan ku di zarokatiya wî de dest pê kir wekî her dem xurt dimîne.
Hozan Emîn di dawiyê de got, "Ev hest bi derbasbûna salan re kêm nebûye, berevajî vê bi her roja ku ez di nava hespên xwe de derbas dikim, ev hest xurttir dibe û pabendbûna min a ji bo parastina wê mîrateya ku ji bav û bapîrê min maye, xurtir dike."
ANHA



