logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Serokê PSK'ê Bayral Bozyel û gelek kes hatin binçavkirin
  2. Kayyûm şandin ser Sozcu TV
  3. 2027, Berendamê Grammy, Raye bi 11 berendaman li pêş e
  4. Tîma Tirkiyeyê ji Lîga A ket lîgek jêrtir
  5. Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî
news-details

Li Rojava îro xebatên li ser ziman

  • Dîrok: 04/10/2026
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Îro PYD'ê dijî ziman deng derxist. Komîteya Azadiyan daxuyanî da. Xwendekaran jî daxuyanî dan û gotin, "Em naxwazin saetên dersan zede bibin. Em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin."

Va ne çalakiyên îro:
ZIMAN HEBÛNA YEKEM A NETEWEYEKÊ YE
Xwendekarên dibistana El Turfa ya bajarê Dirbêsiyê der barê redkirina biryara têkildarî zimanê kurdî û dûrxistina wê ji qada perwerdeyê çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de xwendekaran pankartên bi nivîsa “Zimanê me rûmeta me ye”, “Em zimanê xwe dixwazin” û “Zimanê me yê kurdî mafê me yê destûrî ye” rakiribûn.
Xwendekaran bi navê Şêrîn Dawûd di çalakiyê de daxuyaniyek xwend û da zanîn ku zimanê kurdî bingeha sereke ya nasnameya gelê kurd e û bal kişand ser vê gotina Celadet Alî Bedirxan: “Ziman şertê yekemîn ê hebûna netewekê ye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her kurdek heke bi zimanê xwe perwerde nebîne û nenivîse wê ji nasnameya wî bê kêmkirin, parastina ziman û dayîna wê ji bo nifşên bê berpirsyartiyeke giştî ye.

KOMÎTEYA AZADIYAN: BILA LI GOR ASTA XWENDEKARAN XEBATÊN ZELAL BÊN KIRIN
Komîteyên Parastina Azadiyên Demokratîk û Mafê Mirovan a Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û bang li Wezareta Perwerde û Fêrkirinê rêz nîşanî perwerdehiya dayikê bikin.
Di daxuyaniyê de wisa hat gotin, "Domandina perwerdeya xwendekarên ku berê zimanê kurdî didîtin bidomînin, li gorî asta perwerdeya wan xebatên zelal û pêwîst pêk bînin."
Komîteyan da zanîn ku ev daxwaz li gorî mafê perwerdeyê, wekheviyê, rêgirtina li ber cudehkariyê, parastina mafê çandî û zimanî tê kirin, her wiha divê li hemberî zimanê zarokan, nasname û hevkariya wan rêzdarî were nîşandan.

PYD'YA DIRBESIYÊ: KÊMKIRINA ZIMAN NAYÊ QEBÛLKIRIN
Îro, PYD`ê li Dirbêsiyê li ber navenda partiyê daxuyaniyek  bi zimanên erebî û kurdî daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de biryara Wezareta Perwerdehiyê ya hikûmeta veguhêz ya kêmkirina dersên zimanê kurdî bo 3 dersan di hefteyê red kir û diyar kir ku ev biryar li dijî  pêdiviyên pirrengiyê li Sûriyeyê ye.
PYD daxwaza betalkirina biryara kêmkirina dersên zimanê kurdî û pêkanîna pergalek perwerdeyê kir ku mafê xwendekaran bê sînorkirin an cudakarî garantî bike ku zimanê xwe yê dayikê fêr bibin.
Her wiha bang li hêzên demokratîk, rêxistinên civakî û komên mafên mirovan kir ku piştgiriyê bidin vê daxwazê.

XWENDEKAR Û MAMOSTE: EM BIRYARA HIKUMETÊ NAPEJIRÎNIN
Xwendekar û mamosteyên Dibistana Amadeyî ya Şehîd Jîr a li taxa Xerbî ya Qamişlo li qadê bûn.
Di daxuyaniya li hewşa dibistanê hat dayîn de wisa hat gotin, “Em careke din dubare dibêjin, biryara Wezareta Perwerdeyê ji bo zimanê kurdî em qet napejirînin. Ev biryar biryarek bêmafî ye. Bêrêzgirtin û di barê gelê kurd ne newekhevî ye. Zimanê kurdî ji kevintirîn zimanên cîhanê ye. Zimanê kurdî reng, deng, bîrgeh, nasname û çanda me ye. Zimanek dewlemend û têrker e. Em naxwazin demjimêr bên zêdekirin. Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin û tevahî mufredat bi zimanê dayîkê be. Em dixwazin tevahî zimanan fêr bibin, lê perwerdeyê tenê bi zimanê xwe dixwazin. Em daxwaz dikin biryara heyî bê nirxandin. Ji ber dengê xwendekarên kurd nayê bihîstin. Em piştî biryarê heta niha li ser piyan in û emê li ser piyan bin. Li dibistanan em rastî êrîş, heqeretên mamosteyên hikumetê tên. Em vê qet napejirînin. Em ji bo zarokên cîhanê di nava aramiyê de bijîn me li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe da. Em îro li vir bi awayê siyasî tên qirkirin ji bo ber biryarên Colanî. Em bang li tevahî kurdan dikin ku rabin çalakiyan.”

Parve Bike

Youtube Me

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news

Mirina Stalîn

news

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 18 11 2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkî de girt

news
  • 18 11 2026

2026: Ferhenga Cambridge peyva salê hilbijart

news
  • 18 11 2026

Niştox Cemal Pîranij merd

news
  • 17 11 2026

Serokê PSK'ê Bayral Bozyel û gelek kes hatin binçavkirin

news
  • 16 11 2026

Hozan Kilamedîn mir, 'Keçika Nisêbînê' sêwî ma!

news
  • 16 11 2026

Xwendekarên Zanîngeha Rojava dijî heyetê çalakî li dar xistin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Pirtûkên Ferîd Egdu bi 2 wergerên cuda derketin

ad

Nîqaşek li ser du romanan

ad

Bajarên kurdan bû navenda markeyên mezin

ad

Fûara Pirtûkan, weşanxaneyên kurdî yên beşdar dibin û nabin diyar bûn

ad

ZEND'eke nû derket

ad

'Heta kurdî nebe zimanê fermî ked dê bi avê de biçe'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Serokê PSK'ê Bayral Bozyel û gelek kes hatin binçavkirin

  • 17 11 2026
news

Kayyûm şandin ser Sozcu TV

  • 17 11 2026
news

2027, Berendamê Grammy, Raye bi 11 berendaman li pêş e

  • 17 11 2026
news

Tîma Tirkiyeyê ji Lîga A ket lîgek jêrtir

  • 17 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname