Diyarname
Îsal Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan nivîskara ji Kanadayê Anne Carson. Carson a 76 salî dema mal paqij dikir telefona wê lê da û gotin "Xelata Nobelê ya Wêjeyê em didin te".
Nivîskar Anne Carson heta niha helbest, peşxan û roman nivîsandine, di warê rexnegiriyê de jî nivîsên wê hene.
Komîteya Nobelê got: "Di nav kevneşopî de bi diyalogên kêfxweş, ji bo wêjeya hemdem jî şêweyên nû afirandine, ji ber dilpolayî û berhemên afirîner" ew hêjayî Xelata Nobelê ya Wêjeyê hatiye dîtin.
Ji ser tora civakî ya Xelatên Nobelê wêneyên Carsonên yên li paytexta İzlanda Reykjavikê hatin belavkirin û pêre jî qeyda telefonkirinê. Di qeyda telefonê de tê gotin ku Carsonê telefon girtiye, lê mêrê wê agahî daye wê. Nivîskar ev agahî wekî "ecêb" bi nav kiriye, lê dema jêre gotine tuyê çawa pîroz biken, gotiye ewê li daristanê bimeşe.

Anne Carson kî ye?
Nivîskar Anne Carson di sala 1950 de li Torontoya Kanadayê hatiye dinê. Di warê Fîlolojiya Klasik de doktora xwe çêkir. Di sala 1981'ê de ev teza xwe ya doktorayê bi navê ‘Odi et Amo Ergo Sum' (Nefrek dikim û hez dikim; wê çaxê ez heme) çap kir.
Wê di nivîs û helbestên xwe de ji berhemên Yewnana Antîk sûde wergirt û nivîsandin.
Par Xelata Nobelê ya Wêjeyê dabûn Lastlo Krasznahorkai


