logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Comoyê tam 9 gol avêtin (va ne encamên Lîga Şampiyonan )
  2. ÎRO: Di du lîgan, Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maç hene
  3. 'Bajar' bi hûmara xwu ya newî hame
  4. Di navbera PDK û YNK'ê de çi diqewime?
  5. Beşiktaş li Skoçyayê winda bû! (Va ne encamên duh êvarê)
news-details

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

  • Dîrok: 10/10/2026
  • Beş: Serbest

 

___Aram  Zoza___

 

Li zemanekî bifikirin ku axaftina pîrozbahiyên 40 saliya Kurdistanê di restorantekê de tê behskirin ku ev der ji sê welatên navxweyî pêk tê. Çawa ku rikberî û neyartiya bi welatê Romê re hebe, heman awayî pevçûnên di nav mîr û eşîrên kurdan de jî bendewariyên xwendevan ên ji ber  dîrokê vala nahêle. Tovên şîdetê hingî li alemê belav bûye, êdî tişta para lehengên me dikeve xwe bi rengê tolhildanê dide der.

 

Di romana Ciwanmerd Kulek de, xwendevan şahidiya meseleyên du fîraran dike ku nikarin li tu derekî bistirin di gel ku heman civat bi şiklekî vê kiryarê li wan ferz kiribe. Desthilatdariya hêzê ya mîkro li hember dînamîk û kodên civakî kiras diguhere, pê re jî girseyên bi çek û sîleh zor li sînoran dikin û pereyên qulkirî bi serên jêkirî tên xemilandin. Mekan, kes û bûyerên rastî li rex yên honakî diguncivin û sergêjiya ji hezîmetek navan bi laçika zimanekî tekûz tê aşkirin li wî zemanî.

 

Xwendevan ji kêliya ewil ve dikeve bin tesîra dewlemendiya vegotinê ku ev jî hîmê xwe ji qewîniya zimên werdigire. “Bi bişirîneke aqûtî teql li bejna wê ya zirav ketibû, milê wê yên ji destan heta enîşkê ji bin hûçikê kirasê wê derketibûn, mîna peqonekên ser kaniyeke hêmin lerizîn û hejijek ji hembêza wê ket erdê.  Ti carî ewqasî nêzîkê wê nebûyî. (r344)”

Nostaljiya form û ravekên ku li sehneyan hatî xemiladin tenê serê xwe dikare xwendevan bibe wî zemanê ku mohra xwe li navê berhemê daye. George Orwel di nivîseke xwe de rê li ber girîngiya zimên vekiribû û gotibû; “Pexşana serkeftî dişibe cama pencereyê”. Li gorî wî, zelaliya zimên girîg e ku dihêle xwendevan bi mijarê re serê xwe biêşîne ne ku li ser zimên bisekine. Di vir de ziman amûr e ji bo ku ji navê re derbasbûn pêkan be û mirov xwe bigihîne armanca esas. Helbet mimkûn e ku yek berevajî vê metaforê îdîa bike. Li gorî teoriya berçavkirin (foregrounding) ya Jan Mukarovsky, zimanê berhemê dikare ji normê standard dûr bikeve û bi vî şiklî forma nivîsê bêtir bala xwendevan bikişîne ku ziman bi xwe dibe mijar. Di “Zemanekî Li Sê Welatan” de, nostaljiya peyv û formên têr û tije ku ji mijarê bêhtir bêhna zimaneke kamil jê difûre, êdî ji amûra vegotinê wêdetir, dihêle ew bi xwe bibe yek ji navendên estetîkê di berhemê de.

“Pîra Hesretê jî dîtibû, ew qenca Xwedê, ya ku hinga xelk ji birçîna dimirin û li ser cesedê hevdu diçêriyan Xwedê teala ew şandibû... (r139)”

 

Her çend binyada vegêranê li ser qutbûn, cînavkên bêreferans, derengxistina agahiyan, kombînasyona dîrokî ya aşop-rastiyê û hwd, şaxê xwe li zemîneke xumavî vekiribe û xebateke kognîtîf li xwendevan ferz dike jî, herikbariya zimên rê dide ber mirov ku bide dû mijarê li gel pirs û arîşeyên lihevaliyayî yên di bûyersaziyê de. Pêkhateya meseleyê çiqas ji hev tê veçirandin, pevgirtina zimên ew çend yekîtiya estetîkê diparêze. Qudreta zimên ji qewama li ber çavan girîngtir e û hesta helbestê dide xwendevan.

“Çola Xwedê ma ji bo şalûrên ku dengê wan asîman dihezizand.(r198)”

“Şevereş bû mîna nava rojê.(r298)”

“Ez dibêm reşê ti kesî ew qasî ne reş bû.(r200)”

Êdî ne girîng e bê kîjan bûyer siyaret bi çi dike, karîgeriya mijara ewil çi ye li ser ya dahatû an jî hevgirtina vegêranê ya kronolojîk. Tiştên ku karakter hîs dike û texayûla wan dike ji meseleyên derve girîngtir dibe. Ji ber vana mirov dikare hin taybetmentiyên romana lîrîk jî peyda bike û li ser hevokên felsefîk bifikire; “...çûbûn xweş bû lê çûn zehmet bû. Çûnê dewam dikir, çûbûn qediyabû.” (r361)

 

Berhema navborî qiyametek hevokên netemamkirî û valahiyan dihundirîne ku dewama wan dikare her tişt be an jî… Dibe ku ew valahî ji xwendevan re hatibin hîştin da ku ew berdewamiya mihtemel texmîn bike, an jî bila her kesek li gorî feraseta xwe tiştek jê derxe. “Xwene dîsa…”(r12) Lê ji ber çi nivîskar pêwistî pê dîtîye ku formeke nivîsê ya bi vî rengî bi kar bîne? Gelo dixwaze raza xwe di hevokên nîvcomayî de veşêre ku xwendevan li pey bikeve da ku ji di nava kontekstê de meselê an jî peyama nivîskar tê bigihîêje? Dibe ku ev pirs li hember wêneyê xêzkirî lawaz bimîne. Dema xwendevan terza zimên, motîf, sembol, tema û mijaran raçav dike ku berhem di xwe de dihundirîne, dikare bi ewlehî xwe bide rexê perava pirhêliyê û ji wir perspektîfa xwe dirust bike. Ji loma ye, pêkan e her berhemek ji perspektîfên cihêwaz bê xwendin(McHale); taybet dema valahiyên qesdanî biniçîne paşxaneya ferda/ê li ber rehleyê. “Belku wê çaxê…”(r74)

 

Di vegêrana berhemê de ji bilî metafor û sembolan -ku razeke asayî diafirîne-, heke valahiyên (Leerstellen/Blanks) misêwa (nivêskar gelek ji vê peyvê hez dike) di formên ciyawaz de li defterê bişkive, wê çaxê mirov dikare ji “nivîskar behsa çi dike”yê zêdetir, serê xwe li ser “nivîskar behsa çi nake”yê biêşîne (Macherey). Ji ber ku her xwendevanek li gorî feraseta xwe berhemekê mane dike û pêvajoya xwendinê êdî dibe avakirina wateyê jî di heman demê de(Iser); taybet kêliya ku xwendevan bi valahiyan rû bi rû dimîne û ewan li gorî texmîna xwe bi qulpekî ve girê dide. Di vir de êdî xwendevan bi xwe di teşekirina maneyê de rol dilîze bi rêya van şêmûkên daxilkirinê. Bi qinyada Iser, Ulysses gihîştiye lûtkeya vê teknîka vegotinê. Li gorî teoriya bi navê berteka-xwendevan (reader-response), ku Iser li wê gelek tişt zêde kiriye û di vir de bi kêrî me tê, wiha dibêje ku dema nivîs her tiştî raste rast nede xwendevan û valahî an jî nediyariyan bihêle, bendewarî ew e ku xwendevan di pêvajoya xwendinê de van valahiyan temam bike. “Yan bera jî…”(r354) Êdî xwendin ne tenê zelalkirina wateyê ye, van valahiyan ji xwendevan re dihêle ku di avakirina wateyê de bibe şirîkê aktîv. Heman valahî li gorî du kesên cuda dikare bê maneya du tiştên cihê li gorî zemîna avakirî ya kontekstê. Heke mirov her berhemekê wekî cîhaneke aşopî bisêwire, dibe ku ev xumaviyên afirandî hizra xwendevan hişyar dike, ya hewcedarî vê dozajê ye di vê sedema ûltra-teknolojîk de.

 

Lê di vir de tişta ku bala me dikişîne ew e ku di hin deran de pirs jî ne diyar e; “... û wî sebavî keys ji wan bistenda û yek ji wan…?(r30) …” xwene wa nedikarî bi çend îşaretan…?” (r42) Li gorî teorêya navborî, bertek/bersiv (response) para xwendevan dikeve. Her çend sînemaya înteraktîf bîne bîra mirov jî, xwendevan di vir de bi qasî temaşevan aktîv nîn e lê ew nayê pasîvîzekirin jî. Lewre, ji ber ku berteka di kêliya xwendinê de lazim e pirsan bibe serî, û di heman demê de bibe bersiv, yek dikare vê angaştê bike ku tevlêbûn û çalakiya xwendevan a di vê kêliyê de êdî ji avakirina wateyê wêdetir digihîje asta bûyersaziyeke hevpar û berpirsiyariyeke ji berê mezintir balpişt dike di avakirina bûyerê/wateyê de. “Gira bi salan…?” (r159) Hingê, em dikarin behsa stratejiyeke berfirehtir ya tekstê bikin ku estetîka nediyarbûnê li ser hîmê van qisebiran (aposiopesis) ava dike ku yek ji qewîntirîn fîgurek e di hunera rewanbêjiyê de.

 

Di heman demê de, cînavkên bo demeke kurt yên nediyar jî dikarin gelek tiştan rave bikin. Ji sehneya ewil pê ve di gelek cihan de vegotin li ser cînavkan tê kirin û nabêje bê ew kes kî/ê ye. Sedema nivîskar gelo çi ye ku di serê ewil de xumaviyek dihêle ji xwendevan re û hê paşê em pê derdixin bê behsa kîjan karakterê dike? Ewil agahî heye lê nasname tune ye. Ew agahî heta demeke kurt di valahiyê de dimîne heta ku em nav an jî tişteke girêdayî nasnameya karakter bibihîzin. Em dizanin bê ew kes çi dibîne û çi difikire lê heta kêliyekî em hay ji nasnameya karakter nîn in. Her ku bi vê teknîkê referansan li sûretê Tabûla Rasa’yeke demkî xêz dike, ji xwendevan dixwaze ku li serê nasnameyek dîsa ava bike (reconstruct). Her ku mesafeyek çêdike jî, mereqa xwendevan dikare zindî bihêle û caran mecbûr dimîne vegere çend rûpel berê ku “niha” yê fêm bike. Bi rengeke din jî, wekî prensîbeke sereke ya şêwaza vegotinê, bûyer yan derengî tên ravekirin yan jî bi nediyariya cînavkan valahiyan di vir de jî li pey xwe dihêle. Ji ber ku bûyerên dem û mekanî bi awayekî yekxêzî nayên vegotin û bi rêya flaşbelekan ta bi derzî ve dibe, ne pêkan e ku mirov bi hewildaneke lîneer ji heqê vê zemanî bê der. Carna jî behsa hin tiştan tê kirin ku li gorî kronijiya vegotinê hêj dora wê sehneyê nehatiye. Bi vî awayî, vegotineke jihevparçebûyî (fragmanted) derdikeve li ser dikê. Ev naratolojiya qutkirî û valahiyên biqest neçar dihêle ku xwendevan car caran li sehneyên berê vegere û pevgirêdanekî ji nezera xwe çê bike û çalak bimîne.

 

Li seranserê berhemê rengê tolhildanê cîh bi cîh diguhere. Di lîstika xaran de agirê heyfê bi Şakiro dikeve û di wê kêliyê de sonda qesem dixwe. Li gorî vegotinê bavê Şakiro bi şaşî tê kuştin lê ew bi vê yekê bawer nake û dikeve pey Hemedê Mûsa, kemîn datînin, bi alîkariya pismamê xwe, wî û kurê wî dikujin. Dibin firarê mala Musayê Dawo li ser vê kiryarê, û dibin firarê dewletê ji ber nebûna kaxiz û senedên nasnameyê. Her çend Şakiro xwe li sondê sor kiribe jî, ew ne zêde meyldarê vê tiştê ye. Ji xwe derba ewil jî Qado davêje û ew heyfa wan hildide. Her dema ku hizra tolhildanê di navbera Şakiro û Qado de xwe nîşan dide, li hev dinêrin û pirsên şêlo di nava wan de diherike lê ne diyar e çi dipirsin. Berî ku heyfa xwe hilînin, vegêr dema behsa meseleya tolhildana Şakiro dike wiha dibêje, “Wî ji bîr bikira jî dinyayê ji bîr nedikir.”(r21) “Her kes pê qayîl bû.” (r22) û bêhizûrî û tenetîyek li wî diale. Heke Qado pê re nebûya gelo dê bikaribûya tenê biketa binê vî barî? An jî dê xwe li bîrkirinê danîya û terka wan deran bikira? Gelo biryarên kesekî dê di nava vê civatê de bikaribûya cihê xwe bigire an ew mecbûr bû bi ya civatê bikira? Dema dor tê li ser kerb û kedera Gulê, ew nakeve nava çerxa talhildanê ji ber kiryarên Şakiro ku hanîbû serê dergûşa wê, Nûrê. Tişta ji destî wê tê vegotina nifirekî ye ku ew jî li seranserî berhemê olan dide û dikeve dilqê leîtmotîva sereke (Ocal); “Şakiro, ez di dinyayê de li te helal nakim.” Li aliyekî din, dema dor tê Kerro û dikeve pey neyarê xwe, êdî di nava civatê de digihêje statûyekî û qedir li wî tê gortin. Wekî temayeke navendî, tolhildan, îmajeke polîfonîk dihundirîne û li gorî karakteran kirasên xwe diguhere.

 

Şerê mîkro û yê kolektîf di nava guhê hev dikevin û kesên fîrarê şerê tolhildanê ne di yê êl û eşîran de çalak in. Helbet ev yek ne mijara pirsê ye bê kesek dixwaze bikeve nava vê çerxa ku herdû aliyan dihêre, gelo ew şiyan pê re heye an jî ew kesekî astengdar e. Peywir xwe bi awayekî didomîne û karakterên me di vir de li hemberî kodên çandî bêhêz dibin û qanûn îlim divê bi xûnê tecelî bibe. Her çend Qado û Şakiro bi çek û sileh in, û qayîl in bibin peyayê rêberên wê demê, û pêkan e di şer de bên kuştin jî, lê ji ber ku dora lêxistinê hatiye wî kesî ker û lal, hewildaneke bi vî rengî tune ye ku kuştina wî kesî astengdar ji xwe re bikin armanc. Êdî mirov dikare vê yekê îdîa bike ku tolhildan ji motora vegotina bûyersaziyê derbasî rewşa pirsgirêka etîk ya civakê jî dibe.

 

Di hêla sazkirina mekan de, rewşa wan a firarbûnê dikare bibe fonksiyoneke strukturel. Bi xêra vî derfetî êdî em dikarin asoyeke berfirehtir ya welatên cuda li pey hev bibînin û eşîr, şer, dîrok, karakter û serpêhatiyên cuda nas bikin. Hingê, fîrarî ne tenê wekî motîfeke kenarî dimîne, lewre dikare bibe amûra hunandina vegotinê ku di zemanekî de dîmenên cihê yên heman cîhanî veser dike. Ji ber hin daneyên ji berhema navborî, xeteke zirav dikare peyda bibe ku mekanê bûyeran lê wicud digire, girêdayî be bi dîrok û meknanê rastîn re. Nav û mekanên di romanê de derbas dibin ne tam rast in ne jî tam xeyalî ne; di kombînasyona herduyan de dinyayek hatiye avakirin ku li ser îhtîmalan hîmê xwe qewîn dike, hebûna dewleta Kurdistanê bi awayekî din tê teswîrkirin, dîrokeke alternatîf li ber çavên xwendevan radixe û di wî normalbûnê de me dibe nezîkî sed sal berê. Di hin cihan de behsa mekanên rastîn dike “Mîrê botan û yê Hekariyan. (r130)” “Hinan jî rîwayet dikir ku Mîr bûye xelîfê nû yê ometa Mihemed û Bedlîsê kirîye paytexta dewleta xwe.” (r163) “Li Bexdayê…paşayê nû yê Dîyarbekirê…yên li Helebê.” (r171)

Ji bilî van mekanên rastîn, nêzîkatiya bi bûyereke dîrokî jî xwendevan dikare îhtîmala pevgirêdanê bi dest bixe. Wiha tê gotin; “Lê Mehmed Selîmkê ragihand keştîyên mezin ên îngilîzan gihîştine peravên Şamê û wan gawiran biryar bû tevî ûrisên ku ji bakûr de êriş dikirin li Bexdayê bigihêjin hev û derîyê rojhilat li ber dewleta îslamê ya padşahê Romê bigirin. Eger wan gawir ji welatê xwe dernexistana û neqewirandana, mal û milk û erz û eyalên wan dê tev li ber lingan biçûna.” (r171) Ev detay dikare gelek tiştan ji me re bibêje. Li gorî Hamzeh’ee, milek ji Konfederansyona Cafên li hêla Şehrezorê bi navê Moradî dihatin naskirin, piştî ku ew alîkarî birin bo Sultan Murad IV di şerê Bexdayê de, nêzîkî 1638’an (Hamzeh’ee). Her çend şerê di dîroka rastîn de di navbera Osmanî û Sefewiyan de derbas bûbe jî, pêkan e bi hurgiliyan li bûyersaziyê hatiye guncivîn. Li ser vê agahiyê, yek dikare Ehmed Axa an jî pismamê wî Mehmed Selîmkê (her dû jî alîgirên paşayên Romê ne) ku du karakterên romanê ne, bi Cafê Moradî re girê bide ku şexsiyeteke dîrokî ye. Bi heman awayî, Evdila Begê çavşîn jî dikare bi Mecîd Begê Caf re bê muqayesekirin ku Soane ew li Helepçeyê dîtiye û bi eşkere behsa çavên wî yên şîn dike (Soane). Ji bilî wê, Golendera di romanê de derbas dibe, bi navê xwe gelek dişibe Gulanbera li Şehrezorê ku di dema wan de di bin hukumraniya mîrên Caf de bû. Ji ber ku Helepçe bo demekî bûye navenda Cafan li herêma Şehrezorê, êdî gotina Qado; “Îlleh digot berî ecela yekî were bêhn jê tê” (r51)` dikare bêhna sêva enfalê jî bîne bîra xwendevan. Heke mirov sêbeşiya Cafan jî bîne bîra xwe -Cafê Moradî, Cafê Ciwamer, Cafê Kirmaşanê (tenê wekî erdnîgarî)- îhtîmal e ev yek bê îdîakirin ku dem û têkiliya bûyerên diqewimin îlhama xwe ji Konfederasyona Cafan girtibe. Piştî van daneyan, pêkan e miriv behsa teknîka bançîroksaziya dîroknûsînê (historiographic metafiction) bike ku hîmê berhemê li serê hatîye avakirin di çarçoveya mekanî û zemanî de.

 

Di hin beşan de em bêtir yek karakterekî/ê nas dikin û ew kes dikeve navendê. Ev beşên ku portreyên karakteran bi hurgilî rave dikin û xwendevan êdî mijarê ji perspektîfa wan dibîne, dihêle ku nêzîkatiyeke nû bi wî/ê re ava bibe ku di destpêkê de wekî kesekî/e kenarî hatibe nasîn. Kero di vir de karakterekî gelekî balkêş e ku piştî biryara tolhildanê guherîneke pozîtîf li hemberî wî çê dibe di nava civatê de û em ji nezera wî êdî ji ciheke cihê ve berê xwe didin meselê: her çend ji rojbûna xwe ve nav li wî nehatibe kirin û wekî kesekî bênasname hatibe heta wê rojê jî. Dibe ku detayek biçûk ji ber çavan neketibe, lê berî ku zarok dest bi axaftinê bikin nav li wan tê kirin. Lê di romanê de wiha derbas dibe: “Dêya te paşê hat, bi rûyekî mîna xwelîyê, û anî bîra xwe ku ti nav li te nekirine.”( r348) Ji fokûsa Şakiro û Qado ve, piştî guherîna wan a bi dû heyfê re, em ji ciheke rûxîner ve senaryoyê hîs dikin. Bi vî awayî, ev naratolojiya mûltîperspektîv ne tenê hikumraniya karakterê sereke ji navenda mitleq hildiweşîne, lewre xwendevan neçar dihêle ku ji hêlên cûda ve berê xwe bide mijarê. Pirdengî û pirengiya bi hev re têkel in, nahêle raste rast heqî û neheqî, başî û nebaşî bi xwendevan zelal bibe. Dengên karakteran serbixwe ne û di heman demê de nava wan de têkiliyeke dîalogî heye (Bakhtin).

 

Sehneyên qerase yên dikarin di jiyana me de bibin sedema travmayan, bi hûrgiliyên benel ve hatine dagirtin ku nişkeve xwe li xwendevan dide nîşan û bendewriyê dişikê. Qewamên ku dikarin meraqa xwendevan hişyar bikin bi bûyerên negirîng yên rojane ve, ji forma adetî derdixe. “Fermandarê binkeyê çawa çav lê ketibû, birûyên xwe kiribûn girêk û ji ser kursya xwe çeng bûbû. Hew mabû radyoya li ser guhê masê biketa erdê.” (r312) Di pragrafa pey de wiha dewam dike; “Bêje. fermandar di ber devê wî de dikir qîrîn, bêje! Tiştek di ber diranê wî de bû, çi bû wiha reş dikir gelo, xwest jê re bibêje, lê devê wî negeriya”(r313) Di vir de, texayûlên adetî hildiweşîne yên ku pêkan e di hişê xwendevan de teşe girtibin. Ev kombînasyona paradoksal (juxtaposition) dîmeneke absurd ava dike. Bala xwendevan dikişîne li ser bûyerên ne girîng û êdî em bendî perspektîfa karakter dibin, di gel ku li hawirdor tiştine balkêş diqewimin. “Hingê, pihênek li kêleka wî jî ket, ew li hev zîzikand. Li ser piştê li tenişta wiya ket. Mîna du sikên di ber hev de. Telpikek ewrê gewrik ketibû taldeya heyvê. Cama saeta wî jî ji hundir ve wiha rewa û qilêr girtibû, lazim e bidaya paqijkirin.”(r80) Di vir de fokûs diqulibe ser bûyereke banel. Di heyna ku divê bala xwendevan li ser bûyera anormal be, roman çima me neçar dihêle ku em li tiştên negirîng binêrin? Li gorî Genette, di têgeha fokalîzasyona hundirîn (internal focalisation) de, hemû agahiyên ku ji me re tê gotin ji zanîna kesekî/ê tê neqilkirin û êdî ew kêlî bi perspektîva wî/ê karaketerî/ê tê sînordarkirin. Destûr nayê dayîn ku mijareke di jîyana rastîn de mirovan şok dike, di vir de formeke hîroyîk bigire an jî dramatîze bibe. Efsûna ku bi paşxaneya me ve hatiye girêdan bi detayeke banel ve giraniya wê tê şikandin û efekteke dij-ajîteyî olan dide. Mirin, hepis û tolhildan êdî ne mesleyên ewqas qerase ne, ew jî bûne parçeyek jiyana me û êdî mirov ji xeberên tirsnak natirse û di nava sohbetekî de xebera bûyereke mezin êdî mirovan şok nake. Bi heman awayî, ev sehneyên bi hûrgiliyên rojane hatine dagirtin, êdî bersiv nade bendewariyên me û hêviya me dişikîne. Di vir de hesta biyanîkirinê (defamiliarization) dide hîskirin ku me berê ew tiştana bi formê wan ên cihê nas kiribûn. Dibe ku ev cûre vegotin li jiyana îroyîn jî tê. Li rexê kesekî dema dîrok bê nivîsandin, ew kes dikare di heman demê de li ser rengê pêlavê xwe bifikire. Ji ber bûyerên mezin jiyan nasekine û di vir de jî şîdet tê banelîzekirin. Mirovê modern êdî di nava sohbetekî de hay ji felaketên erjeng dibe, bûyerên sosret li dorê diqewime, lê dikare di heman kêlîyê de bi storiyeke komîk re bikene bêyî ku kesên der û dor wî rexne bike. Herikîna jiyanê ya li ser bûyerên piçûk li gel qewimînin bi dehşet û bi şîdet ji xwe bûne tiştên normal di jiyana rojane de û ev normalîzebûn xwe daye qebûlkirin di civatê de. Ji loma ye, heke mirov jêderka berhema edebî wekî civata kolektîf bibîne, sîrayeta li ber çavan dê tişteke nêzîkê vê be.

 

Nivîskar, hin prensîbên avakirina estetîkê yên bingehîn li ser van dînamîkên behskirî ava dike û bi vî awayî rengeke nû bi xwe re tîne nava romana kurdî. Gelo ev xirecira di nava çewisandiyan de dixulxule, sebaret ji sadebûna zimanê romanê, ku giliyê arîstokratan jê kêm nedibû, arezûya ji ber hesreta rihê helbestî dinale? Dibe ku bi van hewildanan ve pexşan, kirasê sadebûna li ser xwe bi motîfine helbestî dixemilîne. Her çend xwendevan dikare zewqek ji vê rêwîtiya labîrentî bigire û cihê texta xwe zexim bike jî, bi hêlên hilboqî ve xwe di nava arîşeyên honakî de dibîne ku li serê bifikire. Ji xwe berhema postmodernîst jî hinekî ev e ku lerzek û aciziyek bixe nava raman û hevîyên me yên îdealîzekirî.

 

 

-Kulek,C. Zemanekî Li Sê Welatan. Weşanên Pall. 2025

-Macherey, P. A theory of literary production (Wer, G. Wall). Routledge & Kegan Paul. 1966

-Iser, W. The act of reading: A theory of aesthetic response. Johns Hopkins University Press. 1978

-Iser,W. The Appeal Structure of Texts. Indeterminacy as a Condition of Effectiveness in Literary Prose . Konstanz University Press. 1971

-Orwell, G. Why I write. Gangrel.1946

-Mukařovský, J. A Prague School reader on esthetics, literary structure, and style (Wer.  P. L. Garvin) Georgetown University Press. 1964

-McHale, B. Constructing Postmodernism, Routledge. 1993

-Ocal, F. Çend gotin li ser 'Zemanekî Li Sê Welatan'. diyarname.com. 26.09.2026. Web

-Hamzeh`ee, M. Reza Fariborz, Encyclopaedia Iranica, Vol. XIV. 2008

-Soane, E. B. To Mesopotamia and Kurdistan in disguise: With historical notices of the Kurdish tribes and the Chaldeans of Kurdistan. Small, Maynard and Company. 1914

-Bakhtin, M. M. Problems of Dostoevsky’s poetics (Wer. C. Emerson). University of Minnesota Press.1984

-Genette, G. Narrative discourse: An essay in method (Wer. J. E. Lewin). Cornell University Press. 1980

Parve Bike

Youtube Me

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news

Mirina Stalîn

news

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 04 11 2026

Derûnnasiya Bijarte, berxwedan û berevaniya nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan

news
  • 31 10 2026

HÛN KÎ NE?

news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

Endamê Îtfaîyeyê yê Şaredariya Amedê mir

ad

Lîstikek li gor serdemê: 'Tirsa Fuhrer' hat lîstin

ad

Nelson Mandela wefat kir

ad

Fîlmên ji bo Festîvala Porteqala Zêrîn hatine şandin

ad

Li Edeneyê 'Nuh Tepesî' bi ser ket

ad

Ji Konferansa Medyaya Kurd çend xalên derketin pêş

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Comoyê tam 9 gol avêtin (va ne encamên Lîga Şampiyonan )

  • 05 11 2026
news

ÎRO: Di du lîgan, Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maç hene

  • 05 11 2026
news

'Bajar' bi hûmara xwu ya newî hame

  • 05 11 2026
news

Di navbera PDK û YNK'ê de çi diqewime?

  • 06 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname