Ji bo vîdeoyê:
Diyarname
Maça Gençlerbirligi û Amedsporê li Stada Eryaman a Enqereyê tê lîstin.
Her du tîm bi van kadroyan derketin sehayê:
Gençlerbirligi: İrfan Can Egribayat, P. Pereira, D. Goutas, Thalisson, Abdurrahim Dursun, O. Diabate, R. Luiz, S. Koita, F. Tongya, T. Gouveia, P. Mendes
Amedspor: Lafont, E. Krasniqi, L. Dellova, D. Bates, Umut Meraş, R. Raveloson, Furkan Soyalp, S. Ballet, Dia Saba, Mohamed Khalil, Gift Orban
- Dq 6, ji Amedsporê Furkan ji derveyî xêza pêş sehayê bi şid lê da, gog çû derve.
- Dq 8, Gençlerbirilgi firsendek bi dest xist, şûa Luis ji dîreka Amedê vegeriya.
- Dq 15, lîstikvanê GB'ê yê defansê Kelven ji ber faul3e qerta zer dît.
- Dq 19, ji GB'ê Firat Can şûtek lê da, gog ji ser dîrekê re çû derve.
GOL: Dq 23, lîstikvanê Amedsporê Orban li pêş qeleparêz tenê ma, qeleparêz Îrfan Can ew li erdê xist; hakêm biryara penaltiyê da: Dia Saba gog danî ser xêza sipî û bi lingê çepê gog şand nav torê: 0-1.
- Dq 34, Dia Saba şûtek avêt, ji ber dîrekê re derket derve.
- Dq 37, ji GB'ê Tiago li nêzî keleha Amedê lêda, gog li ket nava tora kêleka kelehê.
- Dq 40 û 42'yan de Saba du caran şût lê da, ya yekê ji lîstikvanê GB'ê Metehan vegeriya, ya din çû derve.
- Dq 45, Hakêm 2 deqeyên zêdet da lîstin; gog çû kornerê, Saba gog şand derveyî sehaya pêş kelehê, Furkan şût lê da, lê çû derve.
Nîveka yekem bi serketina Amedsporê bi 1-0 bi dawî bû.
46, maçê dest pê kir.
Ji GB'ê ji dêvla Abdurrahil, Salih Uçan ket sehayê.
- Dq 50, korneya pêşî ya nîveka duyem GB'ê bikar anî, encam neguherî.
- Dq 53, ji Amedê Umut Meraş li hemberî kelehê bi destê xwe lêdan, hakêm lêdana serbest nîşan da û qerta zer da Umut Meraş.
- GOL: 53; Luis ji lêdana serbest gog şand nav torê: encam bû 1-1.
- Dq 56 ji ber xirecira navbera wan de, ji GB'ê Metehan, ji Amedê Dia Saba qertên zer dîtin.
- Dq 60 ji Amedê M. Khalil derket, Ali Bulbul ket cihê wî.
- dq 66, Ji Gençlerbirligi Firatccan ji ber ku Ballet li erdê xist qerta zer dît. Û teknîk dîrektor ew ji maçê derxist, Hamza xist sehayê.
- GOL: dq 67, lîstikvanê Amedê Krasniqli nav sehayê gog bi paş ve kişand, lîstikvanê GB'ê ji lîstikê xist û lê da, gog ji dîrekê vegeriya, Ballet ku gog girt, bi xweşikî şand nav torê: 1-2.
- Dq 73, Dellova pasek xirab bo qeleparêz Lafont avêt, gog raste rast çû kornerê. Lafont ji ber gog bi lez neda lîstikvanên GB'ê, hakêm qerta zer nîşanî wî da.
- Dq 83 û 85'an de du caran GB'ê korner bikar anî, encam derneket. Van deqeyan gog zêdetir di destê GB'ê de ye.
- Dq 83, ji Amedsporê Dellova derket Mehmet Yeşil ket cihê wî, Saba derket, Miraç Acar ket cihê wî.
- Dq 90, Ji GB'ê Martor xweş lêda, Lafont gog şand kornerê.
- Hakêm 5 deqe li maçê zêde kir.
- 91+1, Furkan Soyap û Krasniqi derketin, Diagne û Cem UStundag ketin maçê.
- Gol: 91+2; GB'ê korner bikar anî, Talison bi serê xwe lê da û encam bû 2-2.
ÇEND NOT:
- Li Gençlerbirligi teknîk dîrektorê alman Bernd Storkc cara yekê li sehayê bû. Li Amedê jî teknîk dîrektor Besnik Hasi ji ber cezayê îro ne li sehayê bû.
- Amedspor îsal li deplasmanê qet bi ser neketiye. Îro dixwest li deplasmane bi ser bikeve, lê nebû. Ev daxwaza wê ma maçek din.
- Amedspor bi 13 pûanan wekî lîder hatibû Enqereyê. GB bi 7 pûanan di rêza 11'an de bû. Her du tîman puan parve kirin. Amedspor bi 14 pûanan daket rêza diduyan, GB bi 8 Pûanan li cihê xwe ma.
- Di temamê maçê de GB'ê 11, Amedê 9 şût avêtin.
- GB'ê 6 korner bikar anîn, Amedê 3.
- Di nîveka yekem de Amedspor hê serketî bû, di nîveka duyemîn de GB.
- Amed du caran derket pêş, lê nekarî serketina xwe biparêze.
Hefteya pêşiya me Amedspor wê Konyayê bike mêvan. GB jî wê Galatasaray bike mêvan.
Û notek derveyî maçê: Di deqîqeya 10'an de temaşevanên Amedsporê ji bo balê bikişînen ser komkujiya 10'ê Kewçêra 2015'an diruşma "Şehîd Namirin" bilind kirin. Di vê bûyera ku çeteyên DAIŞ'ê bombe teqandibûn de 102 kes miribûn û bi ser 400'î de birîndar hebûn.


