logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Festîvala Stenbolê deriyên xwe vekir

32’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV’e ve tê organîzekirin bi merasimeke dest pê kir.

  • Dîrok: 30/03/2013
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
32’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV’e ve tê organîzekirin bi merasimeke dest pê kir.

Ji bo vekirina festîvalê li Salona Kongre û Pêşangehê ya Navneteweyî ya Lutfu Kirkir merasimeke mezin hate li dar xistin. Di merasima vekirinê ku pêşkêşvaniya wê lîstikvan Mehmet Ali Alabora kir; lîstikvanên wekî Selma Ergeç, Halit Ergenç û Nazan Kesal jî her yek hatin qala beşeke festîvalê kirin û bi vî awayî di nav pêşkêşvaniya şevê de cih girtin. Digel lîstikvan, derhêner, rojnamegeran bi hazaran kes li merasimê amade bû ku li salonê cih tune bû û gelek kes li ser derenceyan rûniştin. Her wiha ji sînemaya dinyayê jî mêvan hebûn ku du ji wan Petricia Arquette û Bille August bûn ku her du dema derketin ser dikê qala beşa “Fîlmên Jinan” a festîvalê kir ku di vê beşê de 9 fîlmên ku yan jin serlîstikvan in, an derhênerin kir.

Ji bilî beşa “Fîlmên Jinan” yek ji beşa nû ya festîvalê jî Xelata Fîlmê Yekemîn e. Derhêner Seyfî Toraman ku di 2012’yan de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû ji bo bîranîna wî ev beş hate organîzekirin. Di vê beyê de fîlmên derhênerên ji Tirkiyeyê yên yekemîn car kişandine dikevin pêşbaziyê. CMYLMZ Fikirsanat ji bo pênc salan xelata vê beşê girtiye ser xwe.

Pêşkêşvan Alabora dema qala parastina salona Sînemaya Emekê kir temaşevanan li salonê bi deqîqeyan li çeqikan da û komek jî pankarta “Emek a me  ye, Stenbol a me ye” vekir û diruşm avêtin. Salona Emekê ku yek ji salonên kevnare yê Tîrkiyeyê ye û li Stenbolê salona herî mezin e dê bê xirakirin û ew de bibe navenda dan û standinê. Festîvala Stenbolê jî di nav de sînemager dixwazin salon wekî xwe bimîne û bê parastin. Ji bo vê yekê, ji bo balê bikişînin ser salonê festîval, roja 31’ê mehê li ber salona Emekê jî merasimeke destpêkirina festîvalê li dar dixe..

Di şevê de Xelatên Rûmetê jî dan kedkarên sînemayê. Yek ji lîstikvanên Yeşîlçamê Lale Belkis xelata xwe ji destê Ediz Hun, derhênerê dîmenê Aytekîn Çakmak xelata xwe ji destê Hande Ataîzî û Ayşe Şasa ku heta niha nivîskariya senaryoyê kiriye, pirtûk nivîsandiye jî dê xelat bigirta. Ew nehat lê ji dêvla wê ve derhêner Semih Kaplanoglu xelata wê girt û dê ragihîne wê.
Her wiha yek ji lîstikvanên navdar ê Sînemaya Tirkiyeyê jî Ahmet Mekin jî xelata xwe ji destê Turkan Şoray girt. Mekin ku ev 55 sal in sînemagerî dike di fîlmên wekî “Bu Vatan Bizimdir” (Ev welat ê me ye), “Aramıza Kan Girdi” (xwîn kete navbera me), “Vurun Kahpeye” (Li qehpikê bixin), “Dugun” (Dawet), “Abbas”, “Kuyucakli Yusuf” (Yusufê ji Kuyucak) û “Selevi Boylum Al Yazmalim” de lîstibû.

Piştî merasimê fîlmê derhêner Pedro Almodovar ê bi navê “A’m So Excited” (Ezê serê xwe bixim) wekî fîlmê destpêkê hat nîşandayîn.

Festîval heta 14’ê avrêlê dê li dar be û li salonên wekî Atlas, Beygğlu, Muzeya Perayê (Ev li Beyogluyê ne), li , City’s (Li Nîşantaşi), li  Feriye (Ev li Ortaoky e) û li Rexxê (ev li Kadikoy e) fîlm têne nîşandayîn. Di festîvala ku hin fîlmên derhênerên kurd jî lê tê nîşandayîn de, di bin 20 beşên cuda de bi ser 200 fîlmî re fîlm têne nîşandayîn.

***

Nûçeyên eleqedar:

- Festîvala Fîlman a Stenbolê bi ser 200'î re fîlmî pêşkêş dike

- Di afîşê de îmzeya navdaran

- Serokê Juriya Laleya Zêrîn diyar bû

 


 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Wêneyê hefteyê: Demîrtaş û Onder pirtûk îmze kirin

ad

Êdî Îzmîr jî li Lîga Super e

ad

Li ser “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecik Vegerin” şêwir çêbû

ad

Lîstikeke komedî 'Sera Pîra' li benda we ye

ad

Nivîskarên ciwan qala çîroka xwe kirin

ad

Lîsteya bajarên herî bi ewle diyar bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname