KOPENHAG
Nûçe TV, MMC ku rastî cezayên pereyên giran hatin ku girêdayî şîrketên Roj TV û Mezopotamyayê bûn, biryara rawestandina weşanên xwe dan. Midûrê Giştî yê şîrketê Îmdat Yilmaz da zanîn ku ji ber cezayê pereyan û betalkirina lîsans û derfetên bazirganî têkçûne û got: “Îro em îflaskirina şîrketên xwe radigihînin û me biryara rawestandina hemû weşanên xwe da. Weşanên Nûçe TV û MMC îşev saet ji 24.00 şûn de bi dawî dibe."
Weşanxaneya Mezopotamya Broadcastîng ya li Kopenhag a Danîmarkayê ye û Roj TV îflaskirina xwe ragihandin û şîrketan diyar kir ku ji ber betalkirina lîsansa der barê weşanan de ya dadgehan daye 10 mîlyon kron cezayê pere hatine vê rewşê.
Bi îflasê re şîrketan biryara rawestandina weşanên di serî de Nûçe TV û MMC û hemû weşanan daye.
Der barê biryarê de Midûrê giştî yê Broadcastîng a Mezopotamyayê Îmdat Yilmaz daxuyaniyek da û got: “Dadgeha bajar a Kopenhagê li Mezopotamya û Roj TV du mîlyon û nîv kron cezayê pere dabû û ev ceza ji aliyê dadgehên Danîmarkayê ve daxistin 5 mîlyon kron.
Yilmaz got li dijî vê serî li dadgehê dane û îtîraza dadgeha bilind kirine û bêyî ku biryara dadgehê bê îmze avêtine vê biryarê.
Yilmaz got di encama cezayê pere û betalkirina lîsansê faaliyetên wan ên bazirganî tune bûne û ji ber ku bankeyê jî di dayîna vî pereyê de bi erênî nêz nebûn biryara îflasê dane. Yilmaz da zanîn ku encama zextên li ser wan pêk hatiye de hatine vê astê.
JI BIRYARA SIYASÎ KILIFÊ HUQÛQÊ
Yilmaz diyar kir ku ji sala 1999’an a dema weşanê heta niha ji ber sedemên siyasî rastî gelek zextan hatine û wiha dom kirt: “Sedema ku îro em anîne vê astê zextên siyasî ne. Tirkiye û DYA ji bo Roj TV, Nûçe TV û yên din bên girtin serî li rêbazên cuda dan. Zext li Danîmarkayê kirin. Doz li me vekirin. Di 2010’an de hesabên me hatin girtin. Me bi rêya dadgehê ev vala derxist. Lê piştre heman doz hatin vekirin. Di encamê de biryareke siyasiye."
WEŞAN SAET DI 24.00’AN ŞÛNDE DÊ BISEKINE
Yilmaz got di encama vê pêvajoyê de wan ev biryar girtiye û îro îflasa şîrketên xwe radigihînin, biryara rawestandina hemû weşanên xwe dane û wiha got: “Weşanên Nûçe TV û MMC dê îro saet ji 24.00’an de rawestin. Ev ji bo me biryarek zehmet e. Lê ev 13 salên me ne em ji bo gelê xwe xizmetê dikin. Em her tim rastî zextan hatin. Dengê kurdan her tim qut kirin. Lê dê hevalên me ala me li erdê nehêlin."
DÊ PAŞDE GAV NEYÊ AVÊTIN
Yilmaz anî ziman ku her çi qas dawî li weşana xwe bînin jî dê xebatkarên wan di qada çapemeniyê de xizmetê bidin û di vê mijarê de dê bi paş ve gav navêjin. Yilmaz da zanîn ku dê di her firsendê de ked û hewldana gelê kurd bînin ziman û got: “Ev têkoşîn dê bidome. Em ji dost û gelê xwe re dibêjin dê kevneşopiya çapemeniya azad bimeşe. Em soza xwe ya ji bo gelê xwe dubare dikin."
***
Nûçeyên eleqedar:
- Wezîrê Kurd: Em dikarin li vir cih bidin Roj TV
- Ji bo televîzyonên kurd kampanyaya îmzeyan
- Li ser girtina TV’yên kurdan çend gotin
- YRK:Çapemeniya azad nayê astengkirin
- Lîsansên MMC, NÛCE TV, ROJ TV hatin betalkirin
- KNK'ê biryara Danîmarkayê şermezar kir
- Girtina televîzyonên kurd hat şermezarkirin
- Lîsansên MMC, NÛCE TV, ROJ TV hatin betalkirin


