Amed
Li Amedê li TMO'yê kîloya birincê heta mîlyonet û 80 YKR'yî daket. Mi gor piyaseyê li TMO'yê birinc pir erzantir e.
Birincê ku demek beriya niha heta bi 5 YTL'yan dihate firotin, ji aliyê Ofîsa Berhemên Axê (TMO) ya Amedê ve bi mîlyonek û 80 Ykr'yî tê firotin. TMO'yê di nava 2 mehên dawî de li Amed, Elezîz, Êlih û Mêrdînê 250 ton birinc firot.
TMO'ya Amedê bi 320 ton stoka birincê pirsgirêka wê ya birincê nîn e. TMO, kîloya birinca Anadolu ya xwarinê ya Osmancik ku li piyaseyê kîloya wê bi 3 YTL'yan tê firotin, bi mîlyonek û 80 Ykr'yan difroşe.
Welatiyê bi navê Îhsan Guneylî ku ji ber buhaya birincê ya li piyaseyê yekem car ji TMO'yê birinc kirî, wiha got: "Ez çûm ji marketê birincê bikirim, pir buha bû. Ji ber pirsgirên min ên aborî hene, ez jî çûm Ofîsa Berhemên Axê û min ji wir kirî. Buhaya vir gelekî kêmî ya piyasayê ye. Min 5 kîlo birinc kirî ev jî heta 3 mehan besî me ye."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


