Amed
Li cihekî dema şaredar rabe dîwaran boyax bike dê çi bibe? A- Dê dîwar xweşik bibin, B- Dê dev ji karê xwe berde. C- Dê nîşan bide ku ew dikare her karî bike, D- Ew nikare karê xwe bike dest avêtiye boyaxkirina dîwaran.
Şaredariya Yenîşehîra Amedê projeyeke binavê "Dê rengê xweşbîniyê li dîwaran keve" kir û bi vê projeyê hemû bînayan dê boyax bikin û dê navçeya xwe xweşik bikin, bikin xweş bîn.
Ji bo vê yekê Şaredarî û Polisanê hevkarî kiriye.
Ji bo destpêkirina projeyê îro Şaredarê Yenîşehîrê Fira Anli û Serokê Lijneya Rêveberiya Holdînga Gulen Boya (Polisan) Necmettin Bitlis firçe girtin destên xwe û dest bi boyaxkiria dîwareke avahiyekê kirin.
Di projeyê de îskeleyê dê şaredarî saz bike, boyaxê jî bi buhaya asta nizm Polisan pêşkêşî xwediyên avahiyan bike, her wiha bi çend teqsîdan... Û di encamê de bi vê projeyê dê avahiyên Yenişehîra Amedê nû û xweşik bibin.
Belê niha hûn dikarin bersiva pirsên jorîn bidin.


