logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

YPG: Çalakiya Arîn helwesta hemû şervanên YPG û YPJ’yê ye

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên dijwar ên ku îro li Kobanê qewimîn de daxuyaniyeke weşand û ragihand ku

  • Dîrok: 05/10/2014
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên dijwar ên ku îro li Kobanê qewimîn de daxuyaniyeke weşand û ragihand ku 74 çete hatine kuştin. YPG’ê bal kişand ser çalakiya fedayî ya ku ji aliyê şervana YPG’ê Arîn Mîrkan ve hatiye lidarxistin û got: “Rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe baskê êrîşê yê çeteyan rawestandiye û bi dehan çete kuştine. Hemû şervanên YPG û YPJ’ê pêwîst bike wê bibin Arîn.”

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên îro li Miştenûrê qewimîn de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di şer û pevçûnên ku îro li 50 nuqteyên Miştenûrê û 2 taxên li qontara Miştenûrê de 74 çete hatine kuştin. Navendê ragihand ku di vê berxwedanê 15 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane û di nava wan de şervana bi navê Arîn Mîrkan çalakiya fedayî lidar xistiye.

74 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê berxwedaneke dîrokî nîşan didin û şervanek YPJ’ê jî çalakiyek fedayî lidar xistiye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin û ketine roja 20’an, hêzên me bi îradeyek ji pola li ber xwe didin. Îro ji saetên serê sibehê ve, li 50 nuqteyên cuda ku navenda wan taxên Megtel û Botan ên li başur û rojhilatê Kobanê ne, pevçûnên gelekî dijwar û sing bi sing çêdibin. Di van pevçûnan de 74 çeteyên ku hatine tespîtkirin, hatine kuştin.”

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 15 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û şervana bi navê Arîn Mîrkan çalakiya fedayî pêk aniye û ev agahî da: “Di pevçûnan de 15 rêhevalên me ji bo ku ketina çeteyan a Kobanê asteng bikin bi fedakarî, cesaretek mezin nîşan dane, bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

HELWESTA ARÎN HELWESTA HEMÛ ŞERVANÊN YPG’Ê YE

Van 15 rêhevalên me li dijî çeteyên ku bi hemû hêza xwe êrîş dikin, berxwedanek dîrokî nîşan dane. Di nava van rêhevalên me de rêhevala me Arîn jî li dijî êrîşên çeteyan çalakiya fedayî lidar xistiye. Rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe baskê êrîşê yê çeteyan rawestandiye û bi dehan çete kuştine.

Ev cesaret, fedakarî û dilsoziya ku rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe daniye holê, helwesta berxwedanê ya hemû şervanên me yên YPG û YPJ’yê ye. Hemû şervanên YPG û YPJ’ê pêwsît bike wê bibin Arîn, lê destûr nayê dayîn ku ev êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê bigihîjin armanca xwe.

Nasnameya Arîn Mîrkan wiha ye

Nasnav: Arîn Mîrkan

Nav û Paşnav: Dilar Gencxemîs

Navê Dayikê: Wahîde

Navê Bav: Şukru

Cihê jidayîkbûnê: Efrîn

Dîrok û Cihê şehadetê: 5 kewçêr 2014 / Kobanî"


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

KCD: Bi rihê seferberiyê em destekê bidin Kobanî

ad

Dîsa derbe: Bi kayûman dest danin ser Şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê

ad

Lahûr Şêx Cengî û 2 birayên wî hatin desteserkirin (Hat nûkirin)

ad

Kurdî li malpera Demîrtaş zêde kirin

ad

'Çi, çawa û ji bo kî', fermo Bîenala Stenbolê

ad

Notên ji Sempozyûna Girtîgeha Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname