logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Afganî û sûriyeyiyên li Almanyayê

  • Dîrok: 06/09/2021
Li Tirkiyeyê mijareke sereke ya di nava siyaset û civakê de dihate gotûbêjkirin hebûna penaberên sûriyeyî ya li vî welatî bû. Ev çend hefteyeke hatina penaberên afganî jî li vê babetê zêde bûye.
Wekî li gelek welatan, dema li Tirkiyeyê jî mijar dibe meseleya hebûn û hatina penaberan, bertek û gotinên nijadperestî derdikevin pêş. Li Tirkiyeyê xaleke ji gelek welatan guhertî jî heye; fikir û bertekên tirkên rastgir, sosyal demokrat, oldar û sekûleran di meseleya penaberan de gelekî dişibin hev. Pê re jî cudahiyeke din a Tirkiyeyê ya ji gelek welatan guhertî ew e ku otorîteya siyasî hebûna penaberan li dijî welatên endamên Yekîtiya Ewropayê wekî karteke siyasî û aborî bikartîne. 
Li Tirkiyeyê di nava civak û siyasetvanan de pirseke ku bûyî kult heye: "Gelo heke ew qas penaber biçûna welatên ewropî, dê ewropiyan qebûl bikira?"
Ez ê hewl bidim kesên meraq dikin bi xwe bi vê nivîsa bi grafîk û îstatîstîk ji xwe re fikrekî çêbikin û bersivekî ji pirsa li banî re bibînin:
Hejmara Almanyayê û şêniyên biyanî
Almanyayê ne tenê penaber hene. Her wiha bi mîlyonan biyaniyên bi niyeta kar, zewac û yan jî xwendinê hatine vî welatî û niştecih bûne hene. Hejmara derdora sedî 20'ê niştecihên Almanyayê bi eslê xwe biyanî ne:

Grafîk 1: Hejmara şêniyên Almanyayê bi giştî 83,2 milyon e. Ji van 21,2 milyon biyanî û esilbiyanî (biyaniyên bûne hemwelatiyên alman) ne.

Penaberên li Almanyayê
Almanya yek ji welatên sereke yê Ewropayê ye ku penaber berê xwe didinê. Mafê serîlêdana penaberiyê ji sala 1949'ê ve li vî welatî hatiye mîsogerkirin. Salane bi hezaran kes serî li mafê penaberiyê didin. Li gor konjektura siyasî welatên penaber jê tên her çend meh û yan jî sal diguhere. Em bi grafîka xwarê berê xwe bidin serîlêdanên penaberiyê yên di navbera salên 1953 û 2021`ê de:

Grafîk 2: Serîlêdanên penaberiyê li Almanyayê sal bi sal ji sala 1953 heta 2021'ê.

Penaberên ji Tirkiyeyê:
Salane gelek kurd û tirkên ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî li Almanyayê serî li mafê penaberiyê didin. Di grafîka li xwarê de hejmara giştî ya van serîlêdanên penaberiyê yên çend salên derbasbûyî têne dîtin. Divê were gotin ku bi taybetî di salên 1990'an de hejmara kurdên ji Bakur dihatin û li vî welatî serî li penaberiyê didan gelekî ji niha zêdetir bû. Ev hejmarên li xwarê tenê rewşa van salan radixe ber çavan.

Grafîk 3: Bi giştî hejmara kurd û tirkên ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji sala 2015 heta 2019´ê li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dane. 

Penaberên ji Sûriyeyê
Bi destpêka şerê li Sûriyeyê ve hejmareke bilind a welatiyên vî welatî berê xwe didin Almanyayê. Di nava penaberên tên de kurd, ereb û kesên ji etnîkên cuda hene. Di grafîka xwarê de sal bi sal zêdebûna hemwelatiyên Sûriyeyê ya li Almanyayê tê dîtin. Divê were gotin ku ev hejmar ne tam têkûz in. Her sal hejmareke mezin a kesên ji Sûriyê dibin hemwelatiyê Almanyayê. Ev kesên dibin hemwelatî ji kategoriya "biyaniyan derdikevin" û dibin hem "alman" û hem jî "esilbiyanî". Di grafîka xwarê de kesên ji Sûriyeyê ne û bûne hemwelatiyên Almanyayê nîn in. Ji wê yekê hejmara kesên ji Sûriyê û Rojava ji grafîka xwarê gelekî zêdetir e. Lê belê ev grafîk baş nîşan dide ka di nava demeke kurt de hejmara kesên ji Sûriyê û Rojava yên li Almanyayê çiqasî bilind bûye. 

Grafîk 4: Di nava 10 salan de zêdeyî 800 hezar sûriyeyî bûne niştecihên Almanyayê. 

Mesrefa li penaberan 
Argumenteke din a dijberiya penaberan mesrefa li wan tê kirin e. Di grafîka li xwarê de mesrefa Almanyayê salane li penaberan kiriye tê dîtin. Almanya ji bilî mesrefa li penaberên li cem xwe dike, dibe şirîkê mesrefa hinek welatên din ên Yekîtiya Ewropayê jî. Her wiha Almanya digel welatên din ên Yekîtiya Ewropayê alîkariyeke mezin a pereyan ji bo ku penaber lê bimînin, didin hikumeta Tirkiyeyê jî. Ev grafîk tenê mesrefa li penaberên li Almanyayê di nava xwe de dihewîne:

Grafîk 5: Almanya di heft salên dawiyê de salane di navbera sê û deh milyar euro de mesref li penaberên ku li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dane kiriye.

Encam
Li dawiyê jî dixwazim gotina li banî dubare bikim: Min hewl da bi vê nivîsa sivik a bi grafîk û îstatîstîkên cuda, bi taybetî kesên meraq dikin bi xwe danînberhevekî di navbera Tirkiyeyê û welatekî Ewropayê de bikin û ji xwe re bersiva pirsa "gelo heke ew qas penaber biçûna welatên ewropî, dê ewropiyan qebûl bikira" bibînin. Wekî encam ferq nake, nivîs hem bi bersiva "erê" jî  û hem ya "na" jî digihe armanca xwe. 
Dibe herî dawî hinek bibêjin di sernivîsê de navê "afganan" jî heye lê belê îstatîstîkên derbarê wan de di nivîsê de nîn in. Rast e, ez ê bi hejmara wan nivîsê biqedînim: Li Almanyayê zêdeyî nîv mîlyon kesên bi eslê xwe ji Afganîstanê hene. Ji ber rewşa siyasî ya niha li Afganîstanê rûdayî, wê hejmara afganiyên li Almanyayê heta demeke dirêj her roj bilindtir bibe. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Di konferansên navneteweyî de rewşa kurdî

  • 13 Sibat 2014

Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê di hefteyên derbasbûyî de du caran malovaniya kurdan kir. Her du caran jî amadekarên konferansan nekarîn wergêrên ku bi bikaribin bi...

BDP’ê nekarî li îradeya gel xwedî derkeve!

  • 04 Avrêl 2014

Hilbijartinên herêmî yên îsal ên Tirkiyeyê hem di dema birêvebirana kampanyayê de û hem jî di dema lidarketinê de ji salên din cuda bû....

Sedema vê yekê kurdên li Almanyayê bi xwe ne

  • 10 Gulan 2008

 Polîsên alman vê hefteyê dîsa girtin ser şîrketa VIKO ya ku ji Almanyayê ji Roj Tv re bernameyan çêdike û gelek malên rojnamegerên kurd jî...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

15 partî û rêxistinan biryara Referandûmê da

ad

Notên ji Sempozyûma Kurdî

ad

Ceylan Onkol li ser gora wê hat bibîranîn

ad

Ji nû ve: 'Serdana îsraîl û Filistînê'

ad

Go kam bibo verendam û qeybî verendamî çende rey delegan lazim ê?

ad

Ugur Kaymaz û bavê wî hatin bibîranîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname