Dilê wê li ser birînên wê bûbû keştî.
Li ber wê behrê kirasek ji helbestan lê, û reqs dikir. Çav li bendî hatinekê; lê demjimêrê xwe ji çûyîna wê re dixemiland. Li bendî wê bûn, bangî wê dikirin. Wê xwe li wir bigirta; lê ew dera hanê li ku bû?
Ew der welatê helbestan bû, jixwe wê jî pir ji helbestan hez dikir. Bi navê xwe Asya bû, dê bida dû dilê xwe, û biçûya. Gava berî dabû welatê helbestan li bin wê darê, di wêneyekî de rastî wê hatibûm. Çend hevalên wê li der û dora wê, dikeniya. Min ziq li wêne dinêrî, pora hevala xwe dihûnand:
- Ez hatim vir, min da dû azadiyê.
Ew li wir bû, di tenûrekê de dilê xwe sor dikir, êşên xwe bi avê şil dikir. Av, agir, herî...
Digot:
- Ez li vê stargehê me, mîna Xwedawendekê ji berî deh hezar salan pekiyam, û hatim vir. Êdî ez ê gera xwe bidomînim, her ku Roj derkeve wê berê min li wê be. Ez ê xeyalên xwe li ber tîna Rojê raxim, wê ew min ji xwe re bike zaroka xwe.
- Asya keça min, tu jineke pir wêrek î. Te çavên xwe girt, û tu hatî vir.
Xuşîna pelan, dengê çivîkan, çemê ku berî dida xwe. Ez xuşîna wan pelan, ez dengê wan çivîkan, çemê ku diherike ez im. Erê Asya, rojekê te gotibû:
- Ez ne aîdê vî zemanî me.
Li ber wê behrê tu digeriya. Teyê berê xwe bida hêlîna xwe, hêlîna te bangî te dikir. Ev bi salan e li heqîqeta xwe digerim, dengê dilê min berê min bide kîjan alî heqîqeta min ew der e. Tu hertimî dikeniya, mirinê jî nikarîbû kenê li ser lêva te bikuşta, hetanî te bi kenê xwe mirin jî fedîkar derxistibû.
Te îro ji welatên helbestan bar kiriye, te pala xwe li welatê stêrkan xweş kir. De lorî lorî şervana min lorî, di hembêza stêrkan de çavên xwe bigire. Bila stêrk porê te şeh bikin, bila te doş bikin. De razê, di xewa ebedî de xewnan bidirû. Ji xewnên xwe zarokan biafirîne, bila ew zarok tim bikenin; lê bila kenê wan li kenê te bên.
Îro tu dûrî axa xwe yî, goristana te di nava wan çiyayan de, tu gelek mêvanan pêşwazî dikî. Kî tê ser gora te, dibêje:
- Ev Asya ye.
Li ser gora te gulan diçînin, çivîk tên wan av didin. Tu careke din şîn dibî. Her çûyînek valahiyekê bi xwe re tîne. Te digot:
- Em bibin hevalên nameyan.
Me herekê nameyek ji hev re şandibû. Te êşên xwe, lêgerîna xwe di wê nameyê de çandibû. Gotin em ê li ser lehengên çûyî pirtûkekê biweşînin, xweha te li min geriya nivîsek ji min xwest. Min got, hela wê peyvên min têra qalkirina te bikin? Min da nav, aniha tu hatiye vir, di nava van peyvan de li te digerim. Gelo ez ê te bibînim?
De xwe veneşêre, de cardin neçe. Bi destê min bigire, em bibin du zarok biçin li kolanan mal bi mal li şekirên cejnê bigerin. Kiraseke spî, şekaleke sor dibiriqe, tena tena em dimeşin.
Erê Asya Kanîreş, cardin nameya te hat, min dît hema çivîkek li ber paceya malê, nameyek di nava nikêlên wê de. Ez rabûm ser xwe, û bazdam ber paceyê. Min ji nava nikêlên wê nameya te derxist, û bi kelenacanekê vekir:
"Ez Asya, li min bibore ez hinekî dereng hatim. Lê encax wext çêbû. Ez qal bikim, sibehekê em şiyar bûn, hema min dît ku ewrên reş bi ser me ve hatin. Bûbû xirecira me, em ketibûn nava gengeşeyekê. Hema me dît ji wê ezmanê bombe bariyan. Me li ber xwe da hetanî tu bêjî bes jî; lê êdî stêrkan bêriya me kiribû."
Rê dirêj bû, rêwî pir bûn. Yek ji wan rêwiyan jî ew bû. Çûbû! Dilê rêyê nehiştibû, hev nasdikirin.Cardin ew rêya wê didome, edî li ser her zinarî navê wê, di her çemî de dilê wê, pelên daran ew e bêhna wê difûrîne.
Ev jî çîroka Asya bû, jinika ji Ordûyê. Keserên xwe dabûn aliyekê, ji bo mirovatiya mezin dabû rê. Erê, gava vê nivîsê dinivîsim, strana İlkay Akkaya "Ordunun Derelerî" lê dide. Stran bi halê xwe didome, Asya dibe perperîk û baskên xwe vedike. Ez li vê odeyê me, hiş li ser Asya. Erê, gotin wê pirtûkek kolektîf bê nivîsandin, tu jî nivîsekê binivîse, wê paşê werger bê kirin û pirtûk bi zimanê almanî bê weşandin. Min dilê xwe da ber birînan û rahişt pênûsê. Min û wê bi xêra helbestan hev naskiribû, ew çû, koç kir, ez mam, bîranîn man.