Ji bo guhdarîkirinê:
Dixwînim. Ev yek mînanî nexweşiyê ye. Çi dikeve dest min, çi bi ber çavê min dikeve dixwînim: Rojnameyan, pirtûkên dibistanê, afîşan, her tîş kaxeza ku li kolanan lê rast têm, tarîfeyên xwarinê, pirtûkên zarokan. Hema çi tiştê çapkirî hebe.
Çar salî me. Şer hê nû dest pê kiriye.
Wê wextê, em li gundekî biçûk dijîn ku ne îstasyona trênê, ne elektrîk, ne av û ne jî telefon lê heye.
Tekane mamosteyê gund bavê min e. Ji pola yekê ta ya şeşan, di heman polê de dersê dide her astê. Hewşa dibistanê ya lîskê bi mala me ve ye û pencereyên wê bi hêl hewqa dêya min ve vedibin. Hinga ku bi pencereya dawiyê ya hêwana me ya mezin ve radipelikim, tevahiya polê dibînim, tevî bavê xwe yê li pêşber; şipya ye û li ser textê reş tiştinan dinivîsîne.
Her bêhna temeşîrê, ya hubrê û kaxezan, ya hêminiyê, bêdengiyê û berfê ji odeya bavê min tê; havînan jî welê ye.
Her bêhna sewalên serjêkirî, ya goştê kelandî, ya şîr û rîçalê û nên, ya cilên şil û mîza pitik, ya diltengiyê, deng û hengame û germahiya havînê ji pêjgeha mezin a dêya min tê;
zivistanan jî welê ye.
Wexta hewa dest nade ku em li derve bilîzin, wexta ku pitik ji her wextê bêtir digirî û diazire, wexta ku ez û birayê xwe li pêjgehê dikin heytehol û pelîse, dêya min bi nêta "cezakirin"ê me dişîne cem bavê min.
Em ji malê dertên. Birayê min li ber kolindera êzing tê de nijinandî disekine:
"Ê min ez dixwazim li vir bimînim. Ez ê hinek êzing hûr bikim."
"Temam. Wê yadê kêfxweş bibe."
Hewşê derbas dikim, diçim hêwana mezin, li ber derî disekinim û çavên xwe berra ber xwe didim.
Bavê min dibêje: "Virde were."
Nêzîkî wî dibim. Bi dengekî hêdîka di guhê wî de dibêjim:
"Ceza... Dêya min..."
"Tiştekî din tune?"
Ji min dipirse, "tiştekî din tune?", çimkî carinan dêya min jê re notekê dişîne û bêyî ku ez bêjim kirt wê notê radestî wî dikim. Yan jî hew gotineke dêya xwe neqlî wî dikim: "doktor", "acîl", û carinan jî tenê reqamekê: 38 yan 40. Ev tev ji ber pitik e, lewra her tim nexweş dikeve.
Ji bavê xwe re dibêjim:
"Na. Tiştekî din tune."
Pirtûkeke resimkirî dide min:
"Here rûne."
Diçim dawiya polê, li wir, li pişt zarokên mezin tim kursiyên vala hene.
Bi vî awayî, di temenekî pir biçûk de, bêyî ku pê bihesim û bi temamî jixweber, bi nexweşiya bêderman a xwendinê dikevim.
Wexta em diçin serdana kalik û pirîka min a ku li bajarekî nêzîk di xaniyekî bi av û elektrîk de dijîn, kalikê min bi destê min digre û em bi hev re seriyekî didin der û cîranan.
Kalikê min rojnameyekê ji bêrîka mezin a parkeyê xwe derdixe û ji cîranan re dibêje:
Binêrin! Guh bidin vir!
Û ji min re dibêje:
- Bixwîne.
Dest pê dikim dixwînim. Bi herikbarî, bê şaşî û wekî ji min tê xwestin rewan.
Ev şanaziya kalikê min û pîrika min li hêlekê, nexweşiya min a xwendinê bêtir ji min re şermezarî û kêmxistinê bi xwe re tîne:
"Tu tiştî nake. Hew her tim dixwîne."
"Nizane tu tiştekî din bike."
"Pêmijûliya herî pûç û bêkêr ev e."
"Zexelî ye ev."
Û ya herî girîngtir jî: " Li şûna... tim dixwîne."
" Li şûna çi?"
"Gelek tiştên hê kêrhatîtir hene, ma ne wer?"
Û niha jî serê sibehan, wexta mal vala dibin û der û cîranên min tevde diçin kar û barên xwe, ez xwe hinekî sûcdar hest dikim ku li ser maseya pêjgehê diedilim û bi saetan rojnameyan dixwînim; li şûna... li şûna malpaqijkirinê, yan şuştina firaxên ji do şev mayî, yan kirina asûkên malê, yan jî şuştin û ûtîkirina cil û bergan, çêkirina rîçalê û yan kekan...
Û ya herî girîngtir, ya herî girîngtir jî! Li şûna nivîsandinê.
Nivîs: Agota Kristof
Wergera ji fransî: Yeqîn h.


