logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  4. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Hemal

  • Dîrok: 09/08/2022
Bi siwarbûna taksiyê re me cihê em biçinê ji şofêr got. Camêr yekser pê li gazê kir û ket rê. 

Rêya me kurt bû lê şofêr xwe ranegirt û diviyabû bi me re dîwan bigeranda.  

Hinga wî fêm kir ku ez û hevalê xwe kurd in, axînek anî xwe. Bi dengekî nizim got: “Ez nizanim çi bi me hat. Berê cudahî di navnera me de nebû û em hemû yek bûn”. 

Ez û hevalê xwe li paş şofêr rûniştibûn. Carekî jî berê xwe nezîvirand û li ser milê xwe re li me nemeyzand.

Hakimê dîreksiyona xwe bû. Berê wî li cadeyê bû û şitexaliya xwe didomand. 

Got ku wekî îro tê bîra wî, dema ew zarok bû, jineke kurd di mala wan de hem dayîn û hem jî xizmetkara malê bû. Wê dayînê birayê wî yê biçûk wekî kurê xwe xwedî kir. Wan tu caran cudahî nekirin navbera xwe û wê dayînê. Li gor digot, baweriya dayika wî ji xwişk û mirovên xwe bêhtir bi wê dayînê dihat.

Şofêrê me yê ku diyar bû rêyên Stenbol wekî kefa destê xwe dizane, kesereke din anî bîra xwe. Behsa wextê bavê wî xanî çêkir û jêhatîbûna karkerên kurd ên înşaeta wan kir. Digot heke ne ew karkerên kurd bûna, wê meh û sal jî derbas bibûna, heta hinekê dî bikariya çêkirina xênî biqedînin.

Şofêrê me yê bi temen, piştre jî behsa hemalekî kurd ê herdem bapîrê wî barên xwe bi wî didan kişandin kir. Li gor gotinên wî ew hemalê kurd di taxê de hemalê herî bi quwet bû. Bapîrê wî jî tu caran nedigot ev hemal kurd e û barê xwe sirf dida wî. 

Hema bêje em êdî gihabûn cihê em biçinê. Min hew dît careke dî jî keser anî xwe.  Dîsa bêyî li eynê yan jî li ser milê xwe re li me binêre, bi dengekî kurt got:  “Ez nizanim çi ji me hat. Berê cudahî di navnera me de nebû û em hemû yek bûn”.

Bi rawestana taksiyê re, hevalê min got: “Erê, kirasê xulamiyê û hemaliyê êdî li me teng e…”

Bi wê gotinê re şofêr bi reflekseke wekî biveciniqe di cîh de, di eynikê re li me nêrî. Me heqê rê da, deriyê erebê vekir û em derketin.

 

Hin Nivîsen Nivîskar

BDP li Agirî bi wendakirinê re rû bi rû ye

  • 06 Avrêl 2014

Li Agirî wê roja 1´ê hezîranê hilbijartin werin dubarekirin. Dubarekirina hilbijartinan metirsiyeke mezin ji bo BDP´ê bi xwe re diafirîne. Ji ber vê metirsiyê...

Li Frankfurtê coşek bi vî rengî

  • 24 Adar 2008

Di Newrozên îsal ên li Almanyayê hatin pîroz kirin de jî bandora bûyerên li welêt dixuyan. Kurdan li sê navendên Almanyayê pirozbahiya Newrozê bi...

Tirkiye distîne Herêma Kurdistanê radizê

  • 01 Berfanbar 2015

Barê penaberan ê li ser milê Herêma Kurdistanê dehqetî yê Tirkiyeyê ye. Di qada navneteweyî de spasiya Tirkiyeyê tê kirin. Xelat jê re tên dayîn....

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Û maç xilas: ŞAMPIYON AMED SPOR

ad

Vane rêveberên nû yên KCD'ê

ad

Sohbetek li ser Dadgehên Îstîklalê yên Şerqê

ad

Li bajarê kurdan di billboardên 9 zimanî de kurdî tune ye!

ad

Baroyên Bakur rapora girtiyên nexweş eşkere kirin

ad

Porto Rîko dixwaze bibe eyaletê DYA'yê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname