logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Li stand-up a Erdal Kaya bûm

  • Dîrok: 22/10/2024

Ji bo guhdarîkirinê:
 

 

Stand-up-Comedy ji wê cureya hunerê re tê gotin, ew a hunermendek bi tena serê xwe li ser dikê bi gotin û henekên xwe temaşevanên xwe dide kenandin.

Ev huner xwedî dîrokeke sed salî ye. Di destpêka sedsala derbasbûyî de li Amerîkayê dest pê kir û piştre li dinyayê belav bû. Prototîpa vê hunerê ya bi kurdî li Bakur piştî sala 2000’ê bi Murat Batgî hat naskirin. Turneyên wî eleqeyeke mezin didîtin. Wî piştre dev ji stand-upê berda lê bi salan xelkê di dîwanan de gotinên wî yên qerfî ji hev re digotin. 

Di vê dema dawî de hunera stand-up a bi kurdî careke din şên dibe. Yek ji serkêşên vê hunerê niha Erdal Kaya ye. Ew di çarçoweya turneya xwe ya Almanyayê de vê hefteyê hat Frankfurtê. Bi xêra vê re derfeta min jî çêbû ku ez jî herim û lê temaşe bikim.

Em beşdar ji destpêka stand-up a Erdal Kaya heta binê wê ji kenan zikopişto bûn. Bi henekên wî yên li ser klîşeyên civakî û malbatî hemû beşdaran serpêhatiyên xwe di gotinên wî de didîtin. Lê ev klîşeyên ku gelek caran di nava malbat û civakê de dibin sedema dilnexweşî û trawmayan, bûbûn pêlîstikeke şanoyî ya hemû beşdar pê dikeniyan. 

Cudahiya şêwaza Murat Batgî ya wî heyamî û ya Erdal Kaya balkêş e û ev yek xwe di profîla civakî ya beşdaran de jî nîşan dide. Naveroka stand-up a Murat Batgî nasnameyî bû û zêdetir hîtabî kesên xwende dikir. 

Lê hemû çînên civakê xwe hîtabî gotin û peyamên Erdal Kaya dibînin. Ev yek jixwe yekser ji temen û pîşeyê beşdaran jî diyar dibû; Jin, mêr, keç, kur, ciwan, navsere û pîr bûn. Ji kesên betal bigire heta berber, doktor, nanpêj, dewlemend, halnexweş, xwendevan û nexwendevan hebûn. 

Zimanê Erdal Kaya zimanê civakê ye. Ji bo tu jê fêm bikî û pê bikenî, tu ne mecbûr î bizanî bi kurdî bixwînî û yan jî wekî tê gotin bi “kurdiya akademîk” zanibî. Bi “kurmanciya civakê” diaxive, civak jê fêm dike û yekser xwe di gotinên wî de dibîne. 

Dibe ev yek jî sedema wê be ku çend caran gotin û yan jî hevokên tirkî ku civak li Bakur dike nava axaftina xwe jî bi kar dianî.

Ji bilî ken û kêliyên xweş ên li stand-upa wî, kêfxweş im ku em kurd jî bi xêra kesên wekî Erdal Kaya dikarin wekî miletên din bi niyeta ken biçin şanogehan.

Hin Nivîsen Nivîskar

Li Cizîrê erezyona zimên

  • 30 Avrêl 2026

Cizîra Botan di meseleya zimên de sembol e. Asta bikaranîna kurdî ya li wir rewşa serdest a zimên a li bajarên din jî diyar dike.  Cizîr di warê zimên de êdî serdemeke nû dijî. Navê wê jî serdema piştî...

Festîvalên dêrsimîyên Almanyayê

  • 15 Pûşper 2009

Vê hefteyê roja şemiyê du festîvalên çandî yên dêrsimiyan li Almanyayê çêbûn.Festîvalek li bajarê Russelsheimê bû û ya...

‘Dema şîva we bû tirşik vegerin’

  • 15 Avrêl 2013

Di dîwanên hunermend û nivîskarên kurd de mirov gelek caran dibihîze ku qedrê hunermend û rewşenbîrên li derveyî welêt dijîn li welêt...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelata Nobelê ya Kîmyayê dan alman û skoçekî

ad

IDFA'yê deriyê 300 belgefîlman vekir

ad

Ş. Sefer: Kêfa min ji gelek helbestvanên kurd re nayê

ad

Her yek dibêje 'Mişmiş' ê min e!

ad

AKP'ê Amed, Mêrdîn, Wan û Rihayê jî têde berendamên xwe diyar kirin

ad

Rojnameger Aygul ji ber nûçeya li ser tacîzê çêkir hat girtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname