Berî her tiştî, helbet divê mirov binivîse. Piştre, divê mirov bi domdarî binivîse. Tevî ku em ê pê derxin ku wa ye ev kira me ne xema tu kesî ye jî. Tevî ku bi mirov wer tê ku wa ye tu kes pûteyê jî pê nade. Tevî ku destnivîs di dexlikan de komî ser hev dibin û tên jibîrkirin û di heman demê de di ber re hinên din tên nivîsandin jî.
Çaxa ez hatim Swîsreyê, hêviya min a ku ez ê bibim nivîskarek hema hema nelê bû. Di kovareke wêjeyî ya macarî de çendek helbestên min weşiyan, lê derfeta min, dibetiya min a weşandinê jî jixwe li wir bi dawî bû. Û gava piştî salên dirêj ên xebateke bi pêdagirî min karî du piyesên şanoyê yên bi zimanê fransî biqedînim, min bira jî nizanibû bê ka ez ê çi ji wan bikim, ji kê û ku re bişînim.
Piyesa min a yekem a bi navê John û Joe, li bîstroyekê, li "Café du Marchê" ya Neuchatelê hate pêşkêşkirin. În û şemiyan, piştî şîvê, hin lîstikvanên amator, li wir "Êvarên Kabareyê" li dar dixistin. Kariyera min bi vî awayî wekî şanonivîs dest pê dike. Serkeftina vê piyesa ku çend mehan hate lîstin, wê hingê kêfxweşiyeke mezin da min û ez li nivîsandinê sor kirim da ku bidomînim.
Du salan şûn de, piyeseke min a din li "Thêatre de la Tarentule" a Saint-Aubin ku gundekî biçûk ê nêzîkî Neuchatelê ye, bo cara yekem hate lîstin. Û ew hê jî bi amatorî vê lîstikê dilîzin.
Di pê re, navbirek dikeve "kariyer"a min, û bi dehan destnivîsên min roj bi roj di refikan de dizerhimin. Xwedê kirî, kesek pêşniyarekê li min dike bo ku ez van destnivisên xwe ji radyoyê re bişînim û ev pêşniyar dibe destpêka "kariyer"eke din, ango dibe destpêka şanonivîsiya radyofonîk. Li vir, tekstên min ji hêla lîstikvanên profesyonel ve têne xwendin/pêşkêşkirin û ez jî jê telîfeke temam werdigirim. Di navbera salên 1978 û 1983'yan de, "Radio Suisse Romande" ji şanoyên min pênc heb pêşkêş kir û heta min ji bo Sala Zarokan jî sîparîşek wergirt.
Lê helbet ez ê dev ji şanoyê bernedim. Di sala 1983'yan de, min teklîfa xebata bi dibistana şanoyê ya Navenda Çanda Neuchateliyan re (Centre culturel Neuchatelois) qebûl kir. Karê min ew e ku ez ê ji bo kêm zêde panzdeh xwendekaran li ser daxwazê piyesekê binivîsim. Ji vî karî gelekî hez dikim û tev li provayan tevan jî dibim.
Ders bi gelemperî bi temrînên pirawa yên bedenî dest pê dikin. Ev temrîn wan temrînên ku di zarokatiyê de min û birayê xwe, yan jî carinan min û hevaleke xwe dikirin tînin bîra min. Temrînên bêdengiyê, yên tebatê û yên birçîmanê... Pê re pê rê, ez dest bi nivîsandina bîranînên kurt ên li ser zarokatiya xwe jî dikim. Hingê, ew qeneata ku wê ev bîranînên kurt rojekê bibin pirtûk hê jî bi min re hasil nebûye. Lê belê, piştî du salan, li ser maseya min defterek stûr berdest e ku tê de çîrokeke têkûz bi awayê romaneke temam a xwedî destpêk û dawî heye. Divê ez wê dubare binivîsim, sererast bikim, wê careke din binivîsim, her tiştê zêde jê eşêf bikim; divê ez wê dîsa û dîsa werbêj bikim ta ku wê pêşkêşbar bibînim. Lê ez ê tam tam destnivîsê çawa veguherim, çi pê bikim, aha bi vê nizanim. Bidim kê, ji kê re bişînim? Ez tu weşangerî nas nakim, û ez kesî ku kesinan nas bike jî nas nakim. Weşanên "L'Âge d'Homme" tê bîra min, lê hevalek ji min re dibêje:
"Divê tu ji her sê weşanxaneyên mezin ên li Parîsê dest pê bikî."
Navnîşanên her sê weşanxaneyan ji min re dibîne: Gallimard, Grasset, Seuil.
Ez sê kopyayên destnivîsê çêdikim, sê pakêtan amade dikim, sê nameyên hevnaverok dinivîsim: "Dîrektorê Hêja..."
Roja ku ez van poste/pakêtan dişînim, ji keça xwe ya mezin re dibêjim:
- Min romana xwe qedand û şand.
Ji min re dibêje:
- Nebêêj! Û tu bawer dikî ku wê bira jî hinek wê biweşînin?
Dibêjim:
Erê, bêguman!
Bi rastî jî misqalekî gumana min jê tune. Xwedî wê baweriyê me û jê piştrast im ku romana min romaneke baş e û wê bê pirs û girêk bê çapkirin.
Loma jî gava piştî çar an pênc hefteyan destnivîsa romana min ewil ji Gallimard û dûre jî ji Grasset, digel nameyeke giştî ya redkirinê ya mişt nezaket li min vegeriya, ji dilşikestinê bêtir ez matmayî bûm. Îcar hê ku min ji xwe re digot divê ez tavilê adresên weşanxane/weşangerên din peyde bikim, piştî nîvroyeke mijdarê/sermawezê ji min re telefonek hat. "Editions du Seuil/Weşanên Seuil" di dawiya rêza min de ya sêyem bû. Li ser navê Seuil Gilles Carpentier di telefonê de ji min re dibêje: Min hê nû destnivîsa we xwend, bi salan e ku min tiştekî wiha xweşik nexwendiye.
Dibêje, piştî ku carekê xwendiye, dûre ji nû ve îcar bi çavekî giştî xwendiye û plan dike ku wê wekî pirtûk çap bike. Lê ji bo vê yekê, erêya çend hevkarên wî pêwîst e. Herî dawiyê dibêje, ez ê di nava çend hefteyan de dîsa telefon bikim.
Piştî hefteyekê telefonî min kir û got: Ez peymana we amade dikim.
Piştî sê salan, bi wergêra xwe Erika Tophoven re li kolanên Berlînê digerim. Em li ber deriyê pirtûkfiroşan radiwestin. Di vîtrînên wan de romana min a duyem heye. Û li cem min, yanî li malê, li ser etajerê, Le Grand Cahier/Deftera Mezin a li hejdeh zimanan hatiye wergerandin...
Êvarê, li Berlînê, ji bo min şeveke xwendinê li dar dikeve. Wê xelk werin da min bibînin, li min guhdarî bikin, pirsan ji min bipirsin: Di derbarê pirtûkên min de, li ser jiyana min, li ser rêwîtiya min a nivîskariyê.
Bersiva wê pirsê jî va ye: Bêyî em baweriya xwe ya bi nivîsê wenda bikin, em
bi nivîsandineke têrsebat û bi pêdagirî dibin nivîskar.
Agota Kristof
Wergera ji fransî: Yeqîn h.