logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin
  2. Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve
  3. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  4. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  5. 'Ew jina herî xweşik bû'

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Tirkiye kurdan winda dike

  • Dîrok: 18/06/2021
Li Tirkiyeyê, îro di her qada jiyanê de gef li hebûna kurdan tê xwarin. Partiya HDP ku kurd bi rêya wê hewl didin hebûna xwe ya siyasî biparêzin di bin tehdîtê de ye. Êrîşa li ser avahiya wê ya li Îzmîrê îspata vê yekê ye.
Welatekî bifikirin, rêveberên wê bi yek dengî rêveberên partiyeke siyasî û legal tehdît dikin.
Ew hêzên ewlekariyê ku qaşo hûn ji bo parastina xwe maeş didin wan, rojane êrîş dibin ser we û malbata we.
Ew dadger û hakimên ku bi baca we zarokên xwe xwedî dikin, tev di şûna êrîşkarên we de we davêjin zindanan.
Kanalên TV ku bi pereyên we weşanê dikin, tim weşanên dijberî we dikin.
Saziya Diyanetê bi sedhezaran meleyên xwe futwa kuştina we didin. Ew jî xwe bi pereyên we xwedî dikin. Li welatekî wiha jiyan li kurdan kirine zîndan.
Îjar projeyên asîmîlasyonê, nebûna dibistanên kurdî û her cure qedexeyên din yên li ser jiyana kurdan dera hanê.
Em di vê nivîsê de tenê behsa xebatên kurdan yên siyaseta legal bikin. Ji destpêka salên 90’ê ve kurdan pêşî bi rêya partiya HEP hewl dan di arenaya siyasî ya Tirkiyeyê de cih bigirin û hebûna xwe ya siyasî biparêzin. Ji wê demê ve, hejmara partiyên kurdan yên hatin girtin, siyasetmedarên ku hatin kuştin û girtin, têra rêveberiya 7 welatan dike. 
Kurdan tim xwe nû kir û hê bi hêztir bûn. HDP ku îro di bin tehdîta girtinê de ye berdewamiya kevneşopiyeke tije ked, xebat û êşê ye. Ev rêxistina ku kurd bi rêya wê di siyasetê de cîh digirin, li ser hîmê şehadeta bi sedan, û girtina bi hezaran rêveber û endamên wê ava bû. Li vî welatî ji bo tunekirina doza kurd her rê û rêbaz tê bikaranîn.
Heta dem bi dem hin nirxên pîroz ên gerdûnî yên wekî "pêvajoya aştiyê" jî ji bo tunekirina kurdan wekî çek hat bikaranîn. 'Pêvajoya çareseriyê' ku berî çend salan hat ceribandin, tê bîra me hemûyan. Lê di wan salan de, dema siyaseta legal a kurdan bi Hevserokatiya Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag bi hêz bû, hukumeta tirk ket nava panîkê û pêvajo tar û mar kir.
Pêşî plan kirin hemû rêvebir, hevserok û şaredarên aktîf ên vê partiyê bixin zindanê da ku li derve kesên karibin kar bi rê ve bibin nemîne. Ev planeke eşkere bû. Rêveberên hikumetê ev plana xwe pir caran bi rêya çapemeniyê jî îtîraf kirin. Ji bo girtin û binçavkirinê, ji wan re bahane yan jî kirasekî hiqûqî lazim bû. Bi dozên sexte ev plana xwe pêk anîn.
Şaredariyên vê partiyê yek bi yek desteser kirin, şaredar avêtin zindanan û li şûna wan mirovên xwe bi cih kirin.
Li Parlementoyê jî, Hevserok Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî di nav de, mafê parlementeriyê yê bi dehan wekîlên HDP’ê  hatin betal kirin û ew avêtin zindanan.
Ji bilî dozan, ji bo tirsandina gel, di dema mîtîngan de li Enqere, Amed û Sirûcê bombe teqandin.
Li hin bajaran êrîşên çekdarî birin ser avahiyên HDP’ê. Li hin bajarên Karadenizê dor li avahiyên HDP’ê hatin girtin, xebatkarên wê hatin lînc kirin.
Herî dawî doh, li Îzmirê kesekî faşîst bi çeka xwe ket hundurê avahiya HDP’ê û xebatkara partiyê Deniz Poyraz qetil kir. Ma kî nîzane ku vî kesî bi tesîra daxuyanî û tehdîtên rêvebirên Tirkiyeyê, ev êrîş pêkaniye. Neteweperestên tirk tehdîdên rêveberan ji xwe re wekî talîmata êrişê dibînin.
Zexteke din ya li ser HDP’ê jî doza derheqê girtina wê de ye. Di rewşeke wisa kaotîk de ku rêveberên wê tev di zîndanê de ne,  HDP hatibe girtin yan nehatibe girtin ne muhîm e. 
Ya ku bala min dikişîne bêdengiya civaka tirk ya li hemberî van zextan e.
Ji qada navnetewî kêm be jî carnan bi gotinên "endişeliyiz" (Em metirsiyar in) mîna ku henekê xwe bi kurdan bikin daxuyanî tên.
Ji bilî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ya ji bo berdana Selahettin Demirtaş heta niha li hemberî Tirkiyeyê tu helwesteke berbiçav nehatiye nîşandan.
Ne Konseya Ewropa û ne jî Yekîtiya Ewropayê ji bo pêkanîna biryarên dadgeha mafên Mirovan ya Ewropayê di piratikê de zext nedane ser Tirkiyeyê.
Eger wisa demam bike, Tirkiye dikare ji aliyê siyasî ve, şansê xwe yê jiyana bi kurdan re bi temamî winda bike.
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:



Hin Nivîsen Nivîskar

YEZDAN WINDA YE

  • 15 Kewçêr 2016

Wê sibehê ez hinek zûtir şiyar bûm. Derbasî odeya kêlekê bûm. Tabloya wêne  ku doh heta derengiya şevê di bin tirînca zerîn ya ampûlê de...

Nameyê wisa dest pê dikir

  • 18 Berfanbar 2016

“Dibe ku tu bi vê nameyê xemgîn bibî. Tê bîra te, me bi hev re xwendibû, her tist çawa ku dest pê dikin rojekê miheqeq bi dawî dibin. Vaye em hatin ber...

RÛREŞIYA KURDAN

  • 24 Gulan 2021

Li vê dinê yek ji tiştên ku herî zêde min diêşîne xizanî ye. Ji kerema xwe re bila kes nebêje "ya muhîm jiyana bi rûmet e." Cîhê ku...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

4 fîlmên vê hefteyê

ad

Li Kurt-Kavê hin atolyeyên nû

ad

Xelatgirê Nobelê Imre Kertesz mir

ad

Kîtabeyek hate çandin!

ad

Belgefîlm bê pere têne nîşandayîn

ad

Ev lembe ji bo çi ye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

  • 11 10 2026
news

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

  • 11 10 2026
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname