logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  4. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Dîrok: 29/07/2026

Em pêşî hinek qala yên xwe bikin, di dawiyê de emê li ser 'çima'ya vê nivîsê rawestin.
Wisa bifikirin:
Hunermend Tara Mamedova derketiye ser dikê, berî stranên xwe bistrê pirtûka Celadet Alî Bedirxan di dest de ye û rêzika helbestê dixwîne:
- "Herê dotmam, were, xwe berde hembêza pismamê xwe. Ezê ji te re, ji Zivistana xwe ya sar Bihareke germ çêkim."

Bifikirin ku Mehmet Atli berî dest bi strana "Nêrgiz" bike, pirtûka Arjen Arî di dest de ye, helbesteke jê dixwîne;
“hûn ê biçin
hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin
hûn ê biçin û hûn ê biçin!..”


Û Atli paşê dest bi lêdana gitara xwe dike û ji devî wî gotinên stranê bi hewa dikevin;
“Hey nêrgiz nêrgiz nêrgiz
Nêrgizê narê ciwanê
Hey nêrgiz nêrgiz nêrgiz
Sorgulê bêrîvanê…”

Hûn li salonekê ne, saloneke konserê. Hûn çûne konsera Rewşanê. Rewşan hê nehatiye. Ji nişke ve hûn dibînin tê û pirtûka Welat Dilken "41+1" di dest de ye. Ew, pêşî ji pirtûkê helbesta “Pencere” dixwîne:
"Rojê carekê
Radibim diçim ber;
perde qetîqetî cam bi derz
tê re li derve dinêrim
dibînim, li hespekî kihêl siwar;
xeyalek te di ber re derbas dibe."

Helbest xilas dibe, Rewşan pirtûka di destê xwe de nîşanî hezkiriyên xwe dide, paşê bi nazikî datîne ser maseya li ser dikê û dest bi strîna strana “Gulê” dike.

Yan jî hûn li konsera Rojda ne. Konser hê dest pê nekiriye. Li pişt ekranê dîmeneke mezin a Şakiro heye. Rojda tê ser dikê. Ew çi ye? Di dest de pirtûkek. Pirtûka çîrokan a Yaqob Tilermenî "Êşbazî" di dest de ye. Dibêje, "Berî klamê ez ê ji we re parçeyek ji çîrokê bixwînim." Dixwîne. Xweş jî dixwîne. Piştî xwendina wê temam dibe dûre dest bi kala "Wey Dil" dike, denge wê li Newala Botanê olan dide, ji wir diçe li Newala Elî Begê diqelibe û carek din ew olan vedigere salonê; temaşevan dicoşin.

Werin em hinek din zorê bidin aqilê xwe:
Ji rojan roja sêşemê ye. Cih Meclisa Tirkiyeyê ye. Roja Civînên Koman e. Civîna Koma Meclisê ya DEM Partiyê heye. Hevserokê wan Tuncer Bakirhan wê derkeve ser dikê biaxive. Lê na, nediaxive, tiştekî dixwîne. Em baş guh didin, erê pirtûkek di dest de ye. Em hinek din zoom dikin, em dibînin ku pirtûka Feqiyê Teyran e tiştê di dest de. Û Bakirhan dest pê dike "Ey av û av"ê dixwîne:
“Ey av û av, ey av û av
Ma tu bi ‘işq û muhbetê
Mewc û pêlan tavêy belav
Bê sekne û bê ra’hetê  Bê ra’het û bê sekne yî
Yan aşiqê Baxwê xwe yî
Yan şubhetê qelbê me yî”

Piştî beşek ji “Ey Av û Av” ku 277 beyt e dixwîne, wisa dibêje Bakirhan: “Min parçeyeke ji helbesta Feqiyê Teyran xwend. Helbet dem tune ye ez hemûyî niha bixwînim, lê hûn çûn mal, temamê wê bixwînin.”

Mesela dema tiştên wisa çêbin dê bala li ser pirtûkên bi kurdî xurtir bibe yan na?
Belkî hûn bejin "Na, tu fêde nîn e."
Lê ev jî heye; dema bi piştgiriya hunermend Mem Ararat, Weşanxaneya Zîz hatibû vekirin û pirtûka helbestan a Mem Ararat hatibû çapkiribûn, ji ber navdariya Ararat wê pirtûkê bi hezaran firot.
Yanê?
Yanê mimkûn e tiştên li jor me gotin bike ku balê bikişîne ser pirtûkên kurdî, belkî kedek wê ji bo bazara weşangeriya kurdî hebe.

Ê baş e ev ji ku derket?
Ez bejim:
Li dinyayê kesên navdar xebateke wisa dane destpêkirin. Stranbêj Dua Lipa, model Kaia Gerber, lîstikvan Reese Witherspoon hin ji wan in ku di platformên xwe de pirtûk di dest de, fotoyan belav dikin û balê dikîşinin ser pirtûkan. 
Li ser vê yekê The Guardianê nûçeyeke bi sernavê "Zêdebûna wêjevanên xweşik: Xwendin çawa bû qadeke seksî?" amade kiriye, ku ev xebat pişta xwe dide xebatên wekî "BookTok" û "Bookstagram"ê.

Vê trendê wisa bal kişand ku otorîteyên pirtûkan stranbêj Dua Lipa wekî kuratora Festîvala Wêjeyeyê ya Londonda Îngilistanê hilbijart. Ev festîval îsal di navbera 21'ê kewçêrê û 1'ê sermawezê de wê li dar bike. Ev bi hevkariya "Service95 Book Club" li dar dikeve.
Dua Lipa wê di sazkirina bernameyê de destkariyê bike, rê bide ber wan û filan û bêvan. Ew ê ligel hin nivîskaran jî sohbetan li dar bixe.
A rast armanc jê ew e ku balê bikişînin ser pirtûkan, pirtûkan hê zêdetir bixin rojeva xelkê û bidin xwendin.
"Bifikirin"ên min, ên ku li jor min rêz kirin jî ji vê meseleye derket.
Ma çima nebe?



 

Hin Nivîsen Nivîskar

Kurd li Agirî, Îdir û Qersê wê çi bikin?

  • 24 Rêbendan 2024

Tu li qada twitterê* dinêrî gelek kesên/kurdên bi aqil, xwedî gotin li ser berendamtiya Şaredariya Stenbolê diaxivin. Bibe-nebe Stenbol. Bi ser de jî vê dibêjin,...

Çi eleqeya Merkel û Demîrtaş bi hev heye?

  • 01 Berfanbar 2016

Gelek hevalên min ên biaqil, hinek hem biaqil hem jîr hene. Ez bi saya wan heme. Dawiya hefteya borî, ji rojan roja yekmeşê bû, zingilê telefona min a destan lêda. Yek ji wan...

Ji bo Mîqdad Mîdhed Bedirxan

  • 21 Avrêl 2008

Sal 1898 bû. Rojek ji rojên bihare bû. Ev zûde bû xew nediket çavên wî. Di şevên dirêj ên zivistana borî de jî her nîvê şevê...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Dizên entellektuel jî hene!

ad

Messiyekî din hat dinyayê

ad

Katalan bi ser ketin, Baskî têk çûn!

ad

Diya Helîm Yûsiv wefat kir

ad

10 hezar kes di greva birçîbûnê de ne

ad

'Artîst'î di Oscaran de jî artîstiya xwe nîşan da!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname