ez ê nebim terzî
qelema min ê nebe derzî
û ez ê vê dinyaya qetiyayî pîne nekim…
Li gor gotina dîwarên mizgefta li pişt mala me:
Xwedê xwedî ye
li gor keştiya zimanê kalikê min jî:
qaptanê ewil û talî.
Dibêje, “Gopal di destê kalikê te de bûye daristaneke betilî,” pîrika min.
Gopalê kalikê min hîn ji mizgeftê nehatiye û çavên pîrika min hîn ji sikakên Kobanî venegeriyane. Çavên min diçin li çavên wê digerin di nava xaniyên birîndar de. Ditirsim dîwarên derbxwarî bi ser awirên wê de hilweşin. Axir berî bi qasî gopalê kalikê xwe bibetilim, dibînim çavên pîrika xwe li ser dîwarekî kevirî û kevirên wî gişk qulqulî. Xwîn ji birînên keviran diherike û destên pîrika min têra pêçana birînên wan nakin.
Dibêjim, “Tu çi dikî li vir, pîrê? Ma qey tu nabînî heta bi dengê melê û siya minareyê jî ji tirsa çekdarên Xwedê ji vir reviyane?"
Gopalê kalikê min di dengê pîrika min de ber bi mirina daristanê ve dimeşe.
Heke kalikê te di axa goristanê de biçînin, daristan nema şîn tê û sêwiyên min ê birçî bimînin – çimkî beroşka vala li ser kuçikê bê agir nakele, Kovanê min.
Xwezî di qirika min de dimîne, Kobanî jî di qirika dinyayê de.
Dibêjim, “Kaxiz û lênûsk jî wê rojekê wekî gopalê kalikê min di destên nivîskarên bêhavil de bibin daristaneke betilî û bi xwediyê xwe re bimirin, pîrê.”
dinya diçire li Bin Xetê
tam jî li wê xala Kobanî lê
Rêya bêzamiyê ye navbera çavên min û pîrika min. Awirên pîrika min li nava sînorên çarçovê, awirên min li nava çarçoveya bêsînoriyê. Pişta pîrika min li dîwarekî odê, pişta min jî li dîwarê miqabilî wê – ji deh gavan kêmtir û ji sed salî dirêjtir e mesafeya navbera me.
Qelema min çîrokên çavên pîrika min tîp bi tîp diçîne li axa vî rûpelê spî, spî dibe çîroka gerdûnî. Tîpan av didim bi kaniya sebrê, tîp aj didin û rûpelê spî dikin daristaneke tarî – kaînat ne bê sitar e êdî.
Hşşş, xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî û zarokên sêwî sînga xwe dikin sitar ji kevirên birîndar re!
Hişşş bûme, pîrê. Hişşş bûme, wekî dengê melê û minareya ji tirsan re siya wê reviyaye Ser Xetê.
Ji bo dengê min di dûrbûna zemên de pîr nebe û wekî gopalê kalikê min nebetile, zemên li gindorîka hişê xwe digerînim, paceya nivîsê vedikim û serê xwe di vekirinê re dirêjî kronotopê dikim.
dengê pîrika min ji çarçoveya wêne dirije ser tenê zarokan
di sikakên çavên zarokan de zivistan diricife ji birçînan
Dibêjim ji pîrika xwe re, “Ema hîn jî daristana betilî lingên kalikê min hildigire di rêya mizgeftê de.”
Pîrika min wekî mirinê bêdeng e – tenê ricif li ser lêvên wê nabetile û nabile.
Sermaya Zozanên Ser Xetê hatiye di qulên zikê dîwêr re ketiye hundirê mala me. Di zikê wêne de simala pîrika min qefiliye, wekî zarokên li nexweşxaneya Kobanî. Zikê sobeya me wekî zikê me vala ye û germa canê me ji bin betaniyan reviyaye.
siya minnarê bi qaçaxî çûye Ser Xetê
bûye penaber li qampa Xwedê
Dibêjim ji minarê re, Tu car heqê pîrika min çênebû bo karibe bîskekê bibetile, li ser vê axa lingê Xwedê ji ser pişta wê danayê.
Pîrka min a di wêne de bê pasaport e, hîn jî nikare ji sînorê wêneyê li ser dîwêr derê û here li Hewlêrê qehweya yekîtiyê vexwe.