logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

Kadir Stêra

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kadir Stêra

Kadir Stêra

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Dîrok: 01/02/2026

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Yekî ji wan; em bêjin generalekî... Jixwe û ji gelê xwe bawer dikir... Difikirî ku dê çawa gelê xwe biparêze... Ji roja pêşî de ketibû taya vê yekê... Dê çawa pêşî li mirina li ber gelê xwe bigirta? Dê çawa ji dafikê derketa? Û dê çawa lîstik têk bibirana?

Fikirî.. Serê xwe xurand... Kemînek li ber bû; ev jiyan bi xwe kêmînek bû; Ev her du hefteyên dawî jî da îspatkirin ku kemîn her didomin; lê a grîng ew  bû ku rê li ber kemînan bê girtin.

Ji bo yên li mala xwe jî, yên klavye di dest de jî mesele ew e ne ku mirov li mala xwe rûnê û zimanê xwe bi ser şervanan an bi ser general ve dirêj bike. Belkî mirov bikaribe meseleyê fêm bike... 

Wî ji roja pêşî de dixwest bi stratejî tevbigere û bi zerarek herî piçûk destkeftiyên gelê xwe bi piştgiriya gelê xwe û şervanên xwe biparêze.

Lê hinek ji me hebûn, tenê zimanê wan hebû. Ew zimandirêj bûn, hednezan bûn. Bala xwe bidin wan... Erê zimanê wan dirêj e, hednezan in. Li mala xwe ne, gava ku saetek ceyranê wan qut dibe nikarin debar bikin; lê li Kobanî bi rojan e ceyran tune bû, belkî hê jî tune ye, nizanim; lê ew kesên hednezan û zimandirêj pala xwe li ber germê xweş dikin û dibêjin: "Ev çi peyman e, çima we şer nekir, nizanim çi.." 

Hey hed nezan û ziman dirêj! Hetanî roja îro ji gotinê pêvetir çi ji te hatiye ku tu dibêjî "Ev çi peyman e?"

Ez ji te re bêjim hednezano. Belkî hetanî aniha serê neynûka te jî xwîn nebûbe; ha bila serê neynûka te jî xwîn nebe, em vê naxwazin. Lê ew qasî jî bila zimanê te dirêj nebe.

Tu dizanî ev peyman çi bû?

Bi vê peymanê hinekî gel bêhn stend, bi mîlyonan ev pêvajo şopand. Bê ceyran, di wê sermeya zivistanê de çar zarok ji sermayê mirin. Tu çi dixwazî hed nezano, qey bila hin zarokên din jî bimirina? Qey tu vê dixwazî? Em naxwazin tiliya te xwîn bibe, qey tu dixwazî zarokên xelkê bimirin?

Heger meriv bi cenawiran re jî şer bike, ro tê ji bo li hevkirinek mayînde li dora maseyê kom dibe. Ma li dinyayê jî her rewş ne ev e?
Tu li mala xwe bû hed nezano, wan şer dikir. Îro tu mafê te tune ku tu bêjî: "Ev çi peyman e?" Kêmasî jî hebin ev kêmasi jî ji bo rê li ber mirinan bigire ye. Guhê xwe veke û li min baş guhdarî bike. Çi kesên ku bi hedê xwe nizanin û ew kesên ku dixwazin rûyê biratiya gelan reş bikin hela guhê xwe bidin min, ev gotina min ji we re ye.

Bi klavyeyê meriv dikare sed dewlatan ava bike, ava bike û xerabike, ava bike û xera bike. 
Lê a grîng dewletek çawa, bi çi rengî bi çi hawî? Îro ro li ser rûyê dinê bi sedan dewlet hene, lê şer her didome. Tu dixwazî bi gotinên xwe biratiya gelan reş bikî, lê di bala te de tenê gel tirk, ereb û faris in? Îro li ser rûyê dinê, kesên ku tu bi zimanê wan nizanî bi Rojava re bûn. Îro ro ciwanên alman dan rê û berê xwe dan sînorê Kobanî. Wan jî dikaribû mîna te, li kêfa xwe binêriya ne wisa? Îro ro ji gelên din jî canê xwe li ber Rojava dan, tu nikarî vê înkar bikî.

Ha, em nabêjin rexne neke, lê em dibêjin dema te pêl li klavyeyê kir, berî lêkirinê hinek din bifikire...

Erê zimandirêj û hednezano, em çend tiştên din jî bêjin; guhdarî bike.

Kemîneke pir mezin vedabûn û hê jî rîska wê kemînê didome. Yek ji armanca wan ew bû ku kurd, ereb xwîna hev mîna şerşokê biherikînin. Erê hed nezan û ziman dirêjo kuştin her hêsan e; lê a grîng parastina jiyanê ye. 

Hişê xwe bide serê xwe, şewqeya xwe deyne ber xwe, baş guhdarî bike. Şer ew qasî ne hêsan e, şer talan e, şer travma ye. Bifikire ceyran li ser Kobanî hatibû girtin, di wê sermayê de di wê qeşayê de...

Erê şer ne hêsan bû, herî dawî ez li gund bûbûm şahid. Gundê me pir nêzî sînorê Rojava ye. Gava ku wê salê Serê Kaniyê dagir kirin, dengê teqînan û ambûlansan ji guhê me nediket, ne razan, ne jî xew, ne jî xwarin hebû. Me fedî dikir, em çayekê vexwin. Êvarekê çaya li ber me, lê bi dengê teqînê jinbira min a ji Amedê digot: "Dinya çi ecêb e, li kêleka me şer, li ber me çay." 

Wê salê li ber bîra erdê me kûçikek me hebû, her êvar min nan û carinan jî hestî jê re dibirin. Wê êvarê ez çûbûm cardin wî xwedî bikim; lê hetanî ji ber wan dengan kûçikê me terqî dinya bûbû. Tê bîra min teyare li ser gund firiya bû û li derveyê sînor bombe dibarand. Bi wê psîkolojiyê min ev nivîsandibû:
"Demsala Mirinê
Li wir cotkarek êşê cot dike
Axayek xwîna birayê xwe dike bizir
Wê mirinê biçîne
Dengek tê, dengê hewara welatekî
Xweda ji jor bi ebdê xwe dikene
Payîzek serê xwe dixwe
Ji ezmên fosfor dibare
Zarokek dişewite
Hêsirên dayika wî erdê şil dike
Demsala mirinê ye
Di nav kulên sor de goristan şîn dibin
Kitanên dayikan li ber bê difirin
Mirin dibe zike,û li feqîran tê belavkirin. "

Îro ne li gundê xwe me, ne li ser xaniyê xwe me; lê ev du hefte ne li ser hişê xwe bûm, bi wê peymanê hinekî bêhna min jî vebû.   
Hêvî ew e ku ev peyman rê li ber aştiyeke mayînde veke. Tu jî zimandirêjo, tu jî hednezeno, piçekî hînî rêzgirtinê bibe û bi hedê xwe bizanibe. Ev şer e ne lîstika gogê ye ku tu mîna fanatîkan şer biparêzî. Helbet şer be jî, ew vê ji te xweşiktir dizanin li ber xwe jî bidin, tu bi tenê hedê xwe bizanî be.

Hin Nivîsen Nivîskar

Stran, Şoreş û Welatek 

  • 11 Pûşper 2024

Bi herkesî stranên zimanê wî, lê xweş tê. Ê mîn jî, stranên zimanê mîn bi min xweş tê. Vê şevê, dîsa ji welatê xwe dûr, li vê odeyê stranên zimanê min olan didin. Dereng e, derengê şevê ye. Hevalên...

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • 07 Rezber 2026

Li gundê xwe bûm û dimeşiyam. Di hişê min de pirs hebûn, tirs hebûn. Tirsa herî mezin jî mirin bû. Min di ber xwe de digot: - Ez çawa dikarim bibim mirovekî bê mirin? Nayê bîra min bê min ev pirs kengî ji xwe...

Aş û tî, yan jî Aştî

  • 01 Rezber 2024

Aş û tî. Meriv xwe aş neke, wê hertimî tî yê aştiyê be; Mirov ji xwe hezneke wê bibe dijminê xwe û wê ji derdora xwe jî hezneke. Ma meriv mecbûr e ku bi herkesî re di nava aştiyê de bijî? Ne pêkan e ku meriv...

Hemû Nivîsen Kadir Stêra

Kadir Stêra kî ye?

Kadîr Stêra di sala 1989'an de li gundê Qesra Qelendera yê girêdayî Mêrdînê hatiye dinyayê.
Wî, dibistana seretayî li gund, lîse li navenda Mêrdînê xwendiye. Stêra li Zaningeha Mêrsînê Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qedandandiye û ji zû de ye bi nivîs û helbestê re eleqedar e.
Heta niha pirtûkek wî bi navê "Hespê Şeytên" ji Weşanên Aryenê derketiye. Aniha ew jî wekî gelek nivîskarên kurd penaber e.

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

'Girtîgeh cihên afirandina fîlmên Yilmaz Guney bû'

ad

Fanosa Diyojên, Kurd û her wiha

ad

Ev pênûs hezar û 800 salî ye!

ad

Ew jina herî xweşik a dinyayê ye

ad

Çima Gever û Cizîrê dikin bajar?

ad

Ji Dilopê 'Cegerxwîn: Kî me ez?'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname