• Rûpela Pêþî
  • Kûpaya Euro 2016
  • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Kûpaya Cîhanê 2010
  • Rûpela Pêþî

Vaye posterê Kûpaya Cîhanê ya 2018'an

Dîrok : 29 11 2017 | Beþ :

Diyarname

Amadekariyên ji bo Kûpaya Cîhayê ya 2018'an ku vê carê de li Rusyayê li dar bikeve didomin. Niha jî posterê tûrnûvayê hat amadekirin û pêÅŸkêÅŸ kirin.

Di posterê de qeleparêzê navdar ê Rusyayê hatiye bi cih kirin û li gor wê dîzayn hatiye çêkirin. Qeleparêzê efsanewî yê rus Lev Yashin yek ji qeleparêzê navdar ê dîroka Rusyayê ye. Lev Yashin di tûrnûvayên kûpaya cîhanê yên salên 1962, 1966 û 1970'ê de keleha Rusyayê parastibû û di van her sê caran de jî ji ber serketina xwe Xelata Goga Zêrîn girtibû. Ew tekane kes e di nav dîroka Rusyayê de bi serketina xwe ev xelat girtine. Qeleparêz Yashin di sala 1929'an de li Moskovayê hatiye dinê û di 21'ê adara 1990'î de li heman derê wefat kiriye. Bi vê posterê Yashin carek din tê bibîranîn.

Kûpaya Cîhanê ya 2018'an dê di navbera rojên 14'ê pûÅŸperê û 15'ê tîrmehê de li Rusyayê li dar bikeve. Dîzayna poster ji aliyê dîzaynkarê rus Igor Gurovich ve hat çêkirin û poster niha li Metroyên Rusyayê hatin daliqandin.



Hûn dikarin li van jî binêrin