logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû
  2. Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin
  3. Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû
  4. Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket
  5. 'Artakalan' û yên din
news-details

M.M’yê ku Jan Dost qal dike ez im

Berî her tiştî divê ez bidim zanîn ku M.M’yê di hevpeyivîna Jan Dost de derbas dibe ez im. Tiştê Jan kiriye bêwijdanî ye

  • Dîrok: 27/08/2009
  • Beş: Serbest

Mem Mîrxan

Berî her tiştî divê ez bidim zanîn ku M.M’yê di hevpeyivîna Jan Dost de derbas dibe ez im.
Belê min ji Jan Dost nivîs xwest.
Ji ber mirina hozanê mezin Aram ez gelek xemgîn bûbûm.
Wekî mirîşka gêj ez li dora xwe digeriyam.
 Tam di wê keliyê de ez bi kesên ku di msn’ya min de bûm re jî dipeyivîm.
Min xemgîniya xwe bi wan re jî parve dikir.
Mînak ez bi Murat Batgî re jî peyivîm. Min hestên wî jî pirsîn. Camêr bi nivîskî jî ji min re şandin.
Jan Dost jî şand.
Di rojêk wiha de mirov dixwaze hemû kes hawar bike.
Cilan ji xwe bişeqitîne.
Mirovên wiha mezin li ser psîkolojiya mirov jî tesîr dikin.
Mirov xwe deydar hîs dike.
Qet nebe mirov dibêje ez ji bo wî nivîsa herî baş binivisînim.
Min got ez ji çend nivîskar û hunermendan jî bipirsim ka ew  vê mirina bê wext çawa şirove dikin. Ku dîtinên balkêş derkevin ezê wan di nivîsa xwe de bikar bînim.
Ji bo kurtedemekê be jî, kaniya jiyanê li ba min miçiqî, hiş û aqil ji serê min çû.
Di wê keliyê de tiştek nedihat bîran min.
Lê nivîsa ku  Jan Dost  ji min re şandî ji têbiniyekê dirêjtir bû.
Min jî min got heyf e ez vê nivîsê kurt bikim. Bila li ser navê Jan Dost bê weşandin.
Ez bi hevalên li rojnameyên re peyivîm û min ji wan re şand.
Gotin bila be emê binêrin.
Lê hevalê ku min nivîs jê re şandî piştî demekê li min vegeriya û got : “Lijneya weşanê ya rojnameyê ji ber hinek daxwiyaniyên wî (yanî ên Jan Dost) em nivîsa wî naweşînin.” 
Min jî ji wî hevalî re got ku ezê vê yekê wekî pîvanek rojnamegeriyê ya mafê bersivê ezê  bi Jan Dost re parve bikim. Û min jê re jî got.
Tevî ku ez 9 sal in di  Azadiya Welat de dinivisînim disa jî min ev yek bi duristî pêk anî. Dibe ku min dilê hevalên xwe yê rojanmeyê jî hiştibe.
Ku ev nivîs bihata weşandin wê qiyamet bibûya? Na.
Lê ne mafê min e, ne jî mafê yekî din e ku xwe di şûna lijna azad a rojnameyêke û wê biryarê bide.
Nivîsek pir giranbuya bû? Yên ku di Diyarnameyê* de bixwînin wê bibînin. Wekî wê nivîsê bi sedan nivîs tê berdestê lijneya weşanê û naweşînin. Li gor pîvanên rojnamegeriyê ku navê nivîskarekî navdar li binê nivîsên bi vî rengî be mirov dikare biweşîne. 
Lê  di  derekê de ez tevlî Jan Dost dibim xwezî hevalên me bigota ji ber naveroka wê ya qels em naweşînin. 
Di van 9 salên ku ez ji bo Azadiya  Welat  dinivisînim de du caran nivîsa min jî nehat weşandin.
Ji ber ku nivîsa min nehat weşandin ez jî bi ber ketim.
Lê di rojnameya Azadiya Welat de nivîsandin ji bo min rûmeta herî mezin e.
Kesekî wekî min hejar rahiştiye pênûsê û li cihê yekî wekî Apê Musa nivîsan dinivisîne.
Lê tevî mafê rexnekirinê mirov nikare wekî Jan Dost baxtê xwe jî bavêje: “Ev kes (yanî lijneya Azadiya Welat) Joseph Goebbelz ê wezîrê propagandayê di dema Hitler de tînin bîra min. Wî kontrol li ser her beşê ragihandinê danîbû, û fermana idama kesê ku dezgeyeke biyanî ya radyoyê guhdarî bike, dabû. Guhê her kesî şima kiribû, tenê propagandaya nazîstan diherikand guhên xelkê. Devê her kesî gem kiribû, tenê bangkirina bi jiyana Fuhrer Hitler ne qedexe bû. Vê bîr û baweriyê Almanya gihande ku? Goebbelz bi xwe giha ku? Şeş zarokên xwe bi jehrê kuştin. xwe û jina xwe jî! Ev mantiq, mantiqê: tu ne wek min î, tu dijmin î, mixabin bûye bingeha dan û stendinê di nav partiyên me de, nivîskarên me de, dezgehên me ên ragihandinê de û di hemû movikên jiyana me de.”
Ev raste rast  bêbextî ye, bêwijdanî ye...
Rojameyek wekî Azadiya Welat ku sedî sed bi fedakarî tê meşandin, bi dehan şehîd li dû xwe hiştine, bişibîne Wezîre Hitler ê Propagandayê, ev ji bêwijdaniyê jî wêdetir  bê ehlaqî ye.
Tevî ku min hemû pirtûkên Jan Dost standine jî nizanim ji ber çi ye heta niha min tu pitûkek wî nexwendibû. Carê min çend rûpel ji romana Mijabad xwend û wisa ma. Duh çawa bû nizanim min Mem û Zîn a ku Jan Dost veguheztiye kurdiya îroyîn ji pirtûkxaneyê derxist û di şevekê de  bideng xwend. Û ez gelek kêfxweş bûm. Li bendê bûm birêz Jan têkeve înternetê û ez  ji bo xebata wî ya hêja spasiya xwe bikim.
Min ev dîtina xwe ya kêfxweşyê  bi gelek hevalên din re jî  par ve kir. Ku ji bo edebiyata kurdî xebatek çiqas giranbuha hatiye kirin. Min ev dîtina xwe herî dawî  bi nivîskarekî din yê hêja re jî par ve kir. Min got: “Keko dema mirov Mem û Zînê ya bi kurdiya îroyîn dixwîne wekî ku giyanê mirov paqij be, bandorê li mirov dike”. Hêja nivîskar got: “Haya te ji hevpeyivîna wî ya dawiyê  heye?”
Min got: “Na”
Ez çi bixwînim. Bila min nivîsek bi vî rengî tu carî nexwendiba.
Bila destê min bişikiyana çiqas bi dilekî pak be jî min nivîs jê nexwestana.
Bila lanet li wê keliyê bê ku ez ketim înternetê ku ez tê de rastî Jan Dost hatim.
Pêşniyara min ew e ku bila ew jî wekî min wê pirtûka pîroz bideng bixwîne belkî bandorekê li wî jî bike.
Belkî wijdana wî jî paqij bike.

mmirxan@hotmail.com

***

*Jan Dost: Şevek bi Aramê Dîkran re



Nivîsên eleqedar:

- Hevpeyvîna Jan Dost û “rastiyên” wî

- Hevpeyvîna bi Jan Dost re

- Hevpeyvîna ligel Jan Dost, beşa dawî

***

 

***

Hin nivîsên Mem Mîrxan ku di Diyarnameyê hatine weşandin:

- Rewşa hewayê qirêj e
- Amed, xewna min a herî şîrîn
- Bêndera xîretê
- Krîterên DTP'ê û rastiya Jiyanê
- Duh dost bi sî û du diranan keniyan ji dil
- Di Ergenekonê de navên kurdan

Parve Bike

Youtube Me

Ummu Gulsum...

news

Amedspor çima têk çû? Va ne çend not?

news

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news

Dawîya vê hefteyê çi li ku heye?

news

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 11 2026

Nameyek ji Evîn Zapsu

news
  • 19 11 2026

Jiyan herêmeke qedexekirî bû: Ji jînenîgariya kesekî ber bi jînenîgariya miletekî ve

news
  • 14 11 2026

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news
  • 13 11 2026

Keleha Mêrdînê û 81 kaniyên li derdorê

news
  • 04 11 2026

Derûnnasiya Bijarte, berxwedan û berevaniya nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan

news
  • 31 10 2026

HÛN KÎ NE?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Wexta tu hat malê, xwe jî bi xwe re bîne

  • H. Kovan Baqî
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Çîroka têkoşîna jinek '1976', û 'Duet' û 'Acid'

ad

Beşar Esad bi eşîretên kurdan re hevdîtin pêk anî

ad

Em vê hefteyê Beytocan dikin mêvan

ad

Mehmûd Osman: Nermbûna Tirkiye li hemberî Herêma Kurdistanê demkî ye

ad

Îro jî ji bo Newrozê gel li qadan bû

ad

Baydemîr girtin bin lêpirsînê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû

  • 21 11 2026
news

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

  • 21 11 2026
news

Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû

  • 21 11 2026
news

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

  • 22 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname