Diyarname
Lîstikvanê Barselonayê Andres Iniesta dawiya salê dê xatir ji Barselonayê bixwaze û berê xwe bide Çînê. Iniesta ligel Serokê Barselonayê Josep Maria Bartomeu derket pêşberî çapemeniyê. Bartomeu wisa got: "Ji Frank Rijkaard heta niha Iniesta di nav plana hemû teknîk dîrektorên me de cih girtiye û ji sala 2004'an ve lîstikvanê me yê herî bi qîmet e."
Iniesta yê 33 salî ku bi salan de ji bo Barselonayê têdikoşe wisa got: "Ez bixwazim jî di demek nêz de ji aliyê fîzîkî ve ezê nikaribim bi têra xwe kedê bidim Barselonayê. Êdî ji bo bi dest xistina şampiyoniyan, li jor mayîn ez têr nakim." Bi gotinan de hêstir ji çavên Iniesta hatin xwarê.
Iniesta di sala 1996'an de dema hê 12 salî bû di nav tîma jêrîn a Barselonayê "La Maisa" de cih girt; di 29'ê kewçêra 2002'yan de derbasî Tîma A bû û ji wê rojê de ked dide, di nav efsaneyên Barselonayê de cih girt.
Di van 16 salên di nav tîma A ya Barselonayê de Iniesta ligel tîmê ev kûpa bi dest xistin:
- Şampiyoniya Lîga Spanyayê: 8 caran
- Şampiyoniya Lîga Şampiyonan a UEFA'yê: 4 caran
- Kûpaya Super a UEFA'yê: 3 caran
- Kûhaya Klûbên Dinyayê ya FIFA'yê: 3 Caran
- Kûpaya Kral a Spanyayê: 6 caran
- Kûpaya Super a Spanyayê: 7 caran.
Her wiha Iniesta ligel Tîma Neteweyî ya Spanyayê jî carek kûpaya Tûrnûvaya Ewropayê û carek jî Kûpaya Cîhanê bi dest xist.
Piştî lîg bi dawî bibe dê Iniesta transferê tîmek din bibe. Tê gotin ku ji Çînê 4 klûb ketine dû wî û pereyek mezin pêşkêş kirine lê navê klûban û klûba ku li hev kirine nehat eşkerekirin.


